Dema mirov bi coş û manewiyatekî baş be, enerjiya pozîtîf di mirov de difûre, mirov xwe bi hêz hîs dike, dixwaze her bimeşe û ti karekî ji mirov re giran nayê. Lê dema manewiyat têkçû, kêfxweşî namîne hêz û enerjiya mirov jî pêre diçe. Di rewşekî wiha de dev jê berde karek kirin, êdî xîret nîne ku mirov rabe ser xwe. Mirov xwe wek westiyayî, bê hal û bi êş hîs dike. Stres avadibe.
Sedemên ser êşiyê evin,
nimûne birçîbûn, bê xew mayîn, zêde westandin, zêde qerebalix, demdirêj li
cihekî bi dengê bilind mayîn, li ber tava rojê zêde mayîn anjî demdirêj di
sermayê de mayîn û kesek ku zêde çayê vedixwe dema çay nebe serî wî/ê di êşe,
pirsgirêkên giran yên ku ecizbûn, xemginî an qehirandin bi xwe re tîne û hwd.
Serêşî ji ber çavkaniyên wiha bi hebê serêşê çareser nabe, ger baştir bibe jî
tenê bi bandorekî demborî ye. Divê mirov çavkanî ji holê rake da serêş rehet
bibe. Tenê ger serêşî dewamî hebe, dibe ku rewşa tenduristî giran be, kontrolek
li gel bijîşk were kirin wê baş bibe.
Çavkaniyên ku bandorê li ser
derûniyê dikin wek stres, acîzbûn, qehirandin, xemgînî, tirs, bendewarî,
kelecan û kêfxweşî dikarin guhertinên girîng di fîzîka laşê mirov de bi xwe re
bîne.
Tirs hêza pergala parastina
laş lewaz dike, asta adrenalîn bilind dike, pêre lêdana dil bi lez dibe,
bêhndan bi lez dibe, masûlke bi hêz û tevger dibe, lê lez û hêza xebata pergala
hazim di heman demê de kêm dibe. Ger ev rewş demdirêj bidome, rewşên wek qabizbûn,
kombûna gaz di rûviyan de, carna jî îshal û Spazm di masûlkeyan de pêşdikevin.
Fikirên bê çare qehirandin, xemgînî û ecîzbûn pesteyê xwînê (tansiyon/zext)
bilind dike, asta rêjeya şekir ya di xwînê de jî bilind dike, asîta mîdê zêde
dike û dîwarê mîdê pê tahrîj dibe bi demê re ev tahrîjbûna dîwarê mîdê wê bibe
birîn (ûlser). Dikare bibe sedema kolinç (sanci) û reqbûna masûlkeyan (spazm)
jî. Wekî din ji bo rêk û pêk ketina adeta jinê jî, dikare bibe asteng, di heman
demê de adet dereng anjî zêde li ser hev bê.
Kesekî wiha bi dermanan sax
nabe. Tişta herî xirab ewe ku nexweş ji rewşa xwe ya derûnî ne agadare, ji ber
êş di laşê wê/î de heye bawer nake ku rewşa wê/î ya fîzîkî çavkaniya xwe ji
rewşa derûnî digre. Dema tenduristvanek jêre bêje rewşa te bi derûniya te ve
girêdaye wê qiyamet rake, wê bêje ez ne dînim. Gurura wê/î qet kabûl nake... Lê
ti eleqe bi dînbûnê ve jî tineye. Lê mixabin nexweş yan birîndar bawer dike ku
em derdê wê/î cidî nagrin dest. Çareseriya êşên wiha ji holê rakirina
pirsgirêkan, bi parvekirinê, pêwendîdarbûnê, xweşbîniyê, hêvî dayînê, hevdû
guhdar kirin, alîkarî kirin, hevdû temam kirin û hevaltiya rast yekane dermanê
derdên wiha ye.
Ji bo saxbûna nexweş, moral û
coş pir girînge. Lê kesên wisa pir caran şerm dikin alîkarî ji hevalên xwe
bixwazin, dîsa hinek kes ji ber nexweşî yan jî birîndariya xwe nikarin wek berê
tevbigerin. Dema nexweş anjî birîndar hîs dike ku kes pêre pêwendîdar dibe,
halê wê/î dipirse, ger dibîne ku kes bixwaze bi dil û can jêre bibe alîkar û
jêre xizmet bike, dibîne ku kes guhê xwe dide derdê wê/î û hewldana çareserî li
gel kesên derdor heye, ew ji vê rewşê moral digre û saxbûna vê nexweşê an vî
birîndarî baştir pêşdikeve. Nexweş û birîndar pir hesasin. Gotinên ku di dema
saxbûna wê/î de ne xema wê/î de bûn, niha di rewşa nexweşî an birîndarî de
dikare bibe sedema ecizbûnên kûr. Heta henekan jî car car şaş fêhm dikin. Ji bo
vê şiyarbûn û nêzîkbûnekî hesas pir girînge.
Dr. Medya

0 Yorumlar