Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: YAŞAR BOTAN


Her lehengekî bi meşa xwe ya ber bi haqîqetê ve destanek dinivîse û gelekî ku di dîrokê de ji hêla desthilatdariyê ve tine hatiye hesibandin ev dîrok bi meşa heybet ji nû ve tê neqiş kirin. Gelê herêma Botan ê jî her tim axa xwe parastiye û xwedî li çanda xwe derketine. Taybetmendiya gelên Botanê bi afirandina kevneşopiya jiyanê, ji berxwedanê wêdetir bi çandeke xweser jiyaye û weke şêniyên resen ên dîrokê cihê xwe girtiye. Botan di dîrokê de li dijî zaliman bûye kelha berxwedaniyê û bi îradeya xwe li dora Rêbertî veguherî xelekeke mezin, hêza xwe li têkoşîna xwe zêde kir. Ne tenê bi serhildanên xwe yên mezin polîtîkayên qirêj ên dijmin têk bir, her wiha tevger û ruhê serhildanê roj bi roj mezin kir û gelek ewladên xwe di oxira şoreşê de dan. Yek ji van lehengan jî rêheval Osman Manak ango Yaşar Botane ku di sala 1982 de li gundê Karux a navçeya Cizirê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Li gund dest bi dibistanê dike. Rêheval Yaşar xwedî kesayetek dilnizim, fedekar bi cesaret bû. Kesek bû ku bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû. Sala 1993 şerek giran li ser Kurd û kurdistanê dihat meşandin. Dijmênê xwînmej weke ajalek dev bi xwîn di her hêlê de erişî li ser dar û daristan, gundên Kurdan dikir. Gundê Karux ku xwe sipartibû çiyayê Cûdî û ji bereketa ava Dîcleyê sûd werdigirt jî lê ji êrişên dijmin bê par nemabû. Zextên dijmin her roj girantir dibû. Rêheval Yaşar jî di temenê xwe yê biçûk de şahîdiyê ji vê yekê re dikir. Ev yek kînek mezin di dilê wi yê biçûk de çêdikir û her ku diçû mezin dibû û xwesteka tolhildanê avadikir. Li ber çavên wî ferdên malê û yê gund digirtin, bi rojan di êşkenceyan re derbas dikirin. Heval Yaşar di wî temenê xwe de dijminê xwe baş nasdikir û dizanibû dijminek xedar û zordare. Ji ber vê jî ji bo dijmin bavê wî negire, nobet li bavê xwe digirt dema dijmin tê bavê xwe agahdar dike. Ev yek diyardeya têkoşîna wî ya li beranberê dijminê mirovatiyê bû. Di sala 1994’an de malbata rêheval Yaşar ji ber zextên dijmin neçar man ku bikevin ser rêya peneberiyê û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Di vê rêya penaberêyê de gelek wargeh guhartin û herî dawiyê Maxmurê ji bo têkoşîna xwe ya ziman, nasname, çand û nirxên xwe yên welatparêzî, xistin warê parastinê. Rêheval Yaşar jî li nav cîhanek nû mezin bû û her kêliya xwe bi çanda şoreşgerî hûnand. Di nava vê jiyanê de bi kelecan û moralek mezin bi zimanê xwe yê dayîkê dibistana xwe berdewam kir û di her dersek xwe de bi nêrînên xwe yên zane û di çarçovaya bîrdoziya welatparêzî de bala her kesî dikişand ser xwe. Heval Yaşar dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re ji hestewariyê bêhtir gihand asta hêza têgihiştinê û piştî dîlgirtina Rêbertî di sala 1999 de derdikeve ser dike bi dengek bilind tolhildan dibêje û beşdarî nav refên gerîla dibe. Di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêbertî de bêhtir kûrdike û meşa xwe ya gerîlatî di çarçoveya paradîgma Rêbertî de û li ser xeta şehîdan digijine lutkeya herî jor û cihê xwe di nav rêxistina fedayî, hêzên taybet de digire. Rêheval Yaşar bû yek ji kedkarên destpêkê û pêşengên saziya fedayiyan. Li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û derbasî Dêrsimê dibe û 5 salan bênavbera têkoşiya, li her devera Dersimê gerîlatî dike. Heval Yaşar di sala 2009 derbazî herêmên parastina medyayê dibe û di 2016 de carek din bi erka fermandariya eyaletê derbazî Dêrsimê dibe. Rêheval Yaşar bi dilnizmî, coş, kelecan û moralê xwe ve dibe çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Ji bo bersivê bide êrişên dijmin ên li ser qada Dêrsimê, bi fedakariyeke mezin kete nava lêgerîna pêngavên taktîkî û derbên mezin li dijmin hate xistin û di sala 2023’an de di operasyoneke dijmin de, li dijî dijmin bi lehengî şerkir û tevlî karwanên nemiran dibe. 

 

 

 

 



 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar