Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Mamosta Mihemed Gabar û Hevjîna wî Zozan Omer yên ku di dîroka 14’ê Hezîranê de bi êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bibûn hatin bibîranîn.
Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Mamosta Mihemed Gabar û Hevjîna wî Zozan Omer yên ku di dîroka 14’ê Hezîranê de di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk li gundê Şorik ê rojhilatê Qamişlo şehîd bibûn di yekemîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê bavê Şehîd Mihemed Gabar, Evdirehman Gabarî axivî.

Evdirehman Gabarî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngî û nirxên şehîdên azadiya Kurdistanê li pey xwe dihêlin û wiha got: “Em wek gelê Kurd gelek caran rastî van êrişên dij mirovahiyê hatine. Me wek gelê Kurd soz daye emê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin û li ser rêya wan bin. Em çiqasî bi axivîn emê nekarin kesayeta şehîdan pênase bikin.”
Her wiha têkildarî jiyana Şehîd Mihemed Gabar û Hevjîna xwe Zozan Omer sînevziyonek hat nîşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Na Mirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Hêjayî gotinêye ku di 14’ê Hezîrana 2023’yan de hemwextê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbêspiyê bi balefirên bêmirov û bi çek wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de şervanê QSD’ê Ciwan Oso û 2 welatiyên bi navê Mamosta Mihemed Gabar ku hemwelatiyê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bû û hevjîna wî Zozan Omer şehîd bûn. Mamosta Mihemed Gabar di sala 2017’an de çûbû Rojavayê Kurdistanê û li wir mamostahî dikir.

0 Yorumlar