Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê 330 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 65’emîn di roja 330 de didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 330 roj li pey xwe hişt û dewrî koma nû ya 65’emîn hat kirin.

Çalakî ji aliyê koma nû ve hate dewrgirtin. Beriya dewrgirtinê deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin û piştî wê li ser navê koma 64’an Gulîzar Şîrîşeyî axivî.

Gulîzar Şîrîşeyî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev demek dirêje em çalakiyên xwe yên ji bo fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye. Ev 3’salin me tu agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Em Rêbertî û hemû girtiyên zindanan silav dikin. Ji bo Rêbertiya me çibê xwestin em amaden ku bikin. Em bang li gelê Kurd û gelê azadîxwaz dikin ku ji bo fîzîkî azadiya Rêbertî çalakiyên xwe xurtir bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ di dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar