Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezintir bikin’

 Çalakvanên Çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda girankirî û qedexeya nû ya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û gotin: “Dewleta Tirk ne li gorî zagonên xwe û ne jî li gorî zagonên navnetewî tevdigere. Di kesayeta Rêbertî de 40 milyon Kurd xistine di bin tecrîdê de.”


Carek din bi hinceta cezayê disiplînê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 38 heyvin ti agahî jê nayê girtin hat asteng kirin. Her wiha ji derveyî cezayê disiplînê tecrîd û îzolasyonek giran ya dewleta Tirk li ser Greva Îmralî pêkanîn di rojeva hemû gelê Kurd û gelên azadîxwaz de ye.

Têkildarî vê mijarê çalakvanên Çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajanasa me re axivîn.‘Armanca me rakirina tecrîd û azadiya Rêbertiye’

Ji çalakvanên nobetê Hacî Nerexî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahî gelên azadîxwaz xistiye dibin tecrîdê de û wiha got: “Ev 3 salin tecrîdek girankirî li ser Serokê me tê meşandin. Eger wekî kes lê binêrin ev şaşe, ji ber ku Serokê gelê Kurde di kesayeta Rêbertî de çil milyon Kurd xistine di bin tecrîdê de. Armanca çalakiyên me ewe ku em vê tecrîdê li ser Serokatiya xwe rakin û azad bikin. Her wiha parêzer û malbata Rêbertî serbest be, weke hemû girtiyên dinyayê hevdîtinên wî hebin. Bi wê ve girêdayî girtiyên me yên siyasî jî di bin tecrîdê de ye. Ev nêzî neh mehaye wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em vê çalakiyê berdewam dikin. Armanca me ewe ku heta Rêbertiya me di bin wê tecrîdê de be, em jî dest ji van çalakiyên xwe bernadin.”

Hacî Nerexî bang li tevahî gelê Kurd kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê Kurd dikin Rêbertî û girtiyên xwe yên li zindanan bi tenê nehêlin. Her wiha banga me ji bo CPT û hemû kesên ku mafê mirovan diparêzin ewe ku li erka xwe xwedî derbikevin û ew tecrîda ku di kesayeta Rêbertiya me de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin rabikin.”

‘Emê ji bo Serokatiya xwe çalakî pêkbînin’

Çalakvanê Nobetê Mehmûd Repinî jî di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser çalakiya xwe ya ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo û wiha pêde çû: “Em ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo di nava çalakiyê de ne. Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ev 25 salin tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me pêktîne. Dewleta Tirk ne li gorî zagona xwe û ne jî li gorî zagona Navnetewî tevdigere. Zilm û neheqiyê li Kurdan dike. Ji ber ku dewleta Tirk ne di ferqa hêz û fikirê Rêber Apo de ye, vê tecrîdê ferz dike. Dewleta Tirk dixwaze bi vê faşîzm û qirkirina xwe gelê Kurd û Rêbertî ji hev qut bike. Îro ne tenê gelê Kurd tevahî gelên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtingan dikin û daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Serokatî ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî, gelên bindest azadiya xwe di azadiya fikirê Rêbertî de dibîne. Tişta ku li ti deverên cîhanê nayê kirin, îro li ser Rêbertiya me didin ferz kirin em vê yekê ti carî na pejirînin. Ne gengaze ku kesekî xwedî wijdan û keramet vê yekê qebûl bike. Heta demarek di canê me de zindî bimîne emê ji bo Serokatiya xwe çalakî pêkbînin.”

‘Kî çi ji destê wî bê pêwîste bike’

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina li Rêber Apo kir û wiha got: “Em ji bo hemû mirovên xwedî rûmet dibêjin pêwîste îro ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo herkes destê xwe bixe di bin kevir de. Divê em ji bo Rêbertî û Kurdistanek azad têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku me Kurdistanek bê Serokatî nevê. Yê ku bingehê vê azadiyê danî Rêbertî ye, Kurdistanek azad jî bi Rêbertiyek azad re mîsoger dibe. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin yên ku kêmek jî wijdana wan hebe divê ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo rabin ser xwe. Kî çi ji destê wî bê pêwîste bike. CPT qaşo saziya li dijî êşkenceyê ye, lê îro ew jî ketiye dibin xizmeta dewleta Tirk de. Ti yasayên mafên mirovan ne li Tirkiye, ne jî Ewropayê ji bo Rêbertiya me nayên pêkanîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar