Ticker

10/recent/ticker-posts

Armanca Erdogan ya hatina Iraqê û Hewlêr


Ji salekî zêdetir bû dewleta Tirk amedekariya bernameya hatina Erdogan ya ji bo Iraqê dikir. Ji ber vê yekê Erdogan bi rêzê ve wezîrên xwe şande Bexda’yê. Ji ewqas hatinan jî diyar dibû ku ya Erdogan dixwest bidest ne dixist.

Dewleta Tirk hemû siyaseta xwe ya hindir û derve li ser esasê dijmintî û dijayetiya doza Kurd saz kiriye. Ji bo derbê lê bide û lewaz bike, hemû derfetên di destê xwe de li ser vê dike mijara bazarê. Her çiqas di vê siyaseta xwe de heta roja îro jî encama xwestî bidest nexistibe jî, lê hîn jî dev ji vê siyaseta xwe bernedaye û di nava amedekariyên êrişên nû de ye. Hilbijartinên 31’ê Adarê careke din nîşaneya wê, ev siyaseta îmha û înkara li ser doza rewa ya gelê Kurd encam negirt û encama hilbijartinê ya derketî jî bandorekî mezin li dengeyên sîyasî yên hindir û derve yê Tirkiyê jî kir.

Erdogan di arîfeya têkçûna xwe ya di hilbijartinên Herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de serdana Iraqê kir. Armanca Erdogan ya hatina Iraqê ewbû ku bi siyaseta xwe ya şantaj û xwe ferzkirinê, Iraq mîna PDK’ê bike hevkar û rasterast beşdarî şer û êrişên nû yên li dijî Tevgera Azadî bike. Dewleta Tirk ji bo vê bi Iraqê bide qebûl kirin, bi çend rêbazan xwest Iraqê teşfîk bike. Yek ji vana; çêkirina projeya rêya bejahî û hesinî ku ji Besra despê dike li nava axa Iraqê re direjî sînorê Başur dibe, bi vekirina deriyekî nû di Ovakoy re derbazî Tirkiyê dibe ye. Ev proje li gel erêkirina Emerîka, çend dewletên herêmê jî weke Qatar, Suudî jî di vê projê de cih girtine. Li aliyê din karta şantajê ango girtin û berdana ava Dîcle û Firad, salên dûr û dirêje dewleta Tirk zagona Navnetewî ya avê binpê dike. Para ku dikeve beşa Iraqê weke heyî naberde, ev rewş bi salane Iraqê di aliyê bê aviyê de dixe nava qirîzan. Yek ji xalek din ya navbera Iraq û Tirkiyê de qirîzbû; mijarê Petrola Başurê Kurdistanê ye. Barzaniyan bê erêkirina Hikûmeta Bexda bi salane petrola li Başurê Kurdistanê bi bihayek pir kêm bi rêya Bendeva Ceyhanê difirotin dewleta Tirk. Ev petrol ji bo dewleta Tirk çavkaniyek mezin ya aboriyê ye. Iraq ji bo dawî li vê rewşê bîne li dadgeha Navdewletî ya neft û gazê ya li Fransa doz li Tirkiyê vekiribû û Iraq wê dozê qezeç kiriye.

Bi serdana Erdogan re dewleta Tirk xwestiye van nakokiyên bi Iraqê re vegerîne firsendekî û Iraqê bigre gel xwe, êrişên nû li hemberî Tevgera Azadiyê bername bike. Her çiqas ji bo xeta bazirganiyê lihevkirin xwiya bike jî, lê belê ji bo gel û Tevgera Azadiyê mijara girîng jî mijara ewlekariyê ye. Armanca dewleta Tirk ne tenê bidestxistina aboriya xwe ye, ji bo Tevgera Azadiyê û gelê azadîxwaz bi qirkirinekî re derbas bike ji bo xwe şirîkan digere. Xiyaneta mala Barzan û hevkariya wî ya li ser axa Iraqê êdî terê nake. Ji ber ku şerê heyî di nav sînor û xaka Iraqê de ye, ji ber vê yekê armanca sereke ya dewleta faşîst û qirker ya AKP-MHP ewe ku; ne tenê Iraq, Iran jî bixe nava vê leyîstoka xwe. Heta niha dewlet û hikûmeta Iraqê di vê mijara ewlekariyê de helwesta xwe nîşandaye ku dewleta Tirk di xaka Iraqê de metîngeriyê dimeşîne û ev yek qebûl nekiriye. Ewqas hatina dewleta Tirk û şefên wî yên şerê taybet hesabên wan yê malê û sûkê li hev nekir. Ger sînorê Iraqê metirsîdar be, Iraq wê bixwe vî sînorê xwe biparêze. Lê Erdogan û şefên wî yê şerê taybet ev yek hesap nekiribûn. Gotin di cîh de “patika xwe xwendin û çûn.” Lê mijara “rêxistina qedexekirî” ku tevgera azadiyê weke penaberên siyasî were qebûl kirin, mijarek ji nirxandinan re vekiriye. Dakû israra dewleta Tirk ne tenê ji bo bazirganiya di xaka Iraqê de bû, taybet PKK xistana lîsteya terorê bû. Demê ku dewleta Iraqê ev erênekir, vê carê mijara “rêxistina qedexekirî” xist rojava xwe. Dewleta Tirk weke ku tê gotin “ji ku bidest bixe jêre kare” nêz bû û vê yekê ji bo xwe kir bingeh. Ji ber vê mêtîngeriyê meşrû bike.

Bêwar Unver

Yorum Gönder

0 Yorumlar