Erazî kurê Fetah Beg bi navê xwe yê din Hemdî, yek ji helbestvanên mezin ê wêjeya kilasîk a Kurdî ye ku di sala 1876’an de li Bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Hemdî ji malbata naskirî ya Sahîb Qerane. Ew biraziyê helbestvanê mezin ê Kurd Mistefa Begê Kurde û pismamê helbestvan Salime. Xwendina xwe ya destpêkê wekî hemû xwendevanên serdema kevin bi xwendina pirtûkên olî û wêjeyî destpêkiriye. Destpêkê li cem bavê xwe wate Fetah Beg ders xwendiye. Paşê li mizgeftên bajarê Silêmaniyê xwendina xwe berdewam kiriye û piştre ji bo berdewamiya xwendinê navê xwe li dibistana Reşîdiye nivîsiye û ders xwandiye. Heyamekê jî li Xaneqaya Mehwî ku qadek bûye ji bo xwendin û fêrbûna zanist û terîqetê, ders xwendiye. Piştî wê ku xwendina xwe ya seretayî diqedîne, dibe xwendekarek baş, bîra rêwingî û nasîna derdora xwe dikeve serê wî ku hindekê navçeyên derdorê Kurdistanê bibîne. Her bi vê meramê serdana welatê Îranê dike û çendîn bajarên mezin ên Îranê yên wekî Tewrêz û bajarên rojavayê Îranê dibîne. Paşê berê xwe dide Bexdayê.
Hemdî ji
ber xwendevaniya xwe û malbata xwe gelek hogirê ziman û wêje, dîrok û civaka
Kurdewarî dibe. Her wiha êş û azarên netewa Kurd hîs dike û piştî serhildana
Şêx Mehmûd li dijî desthilatdarên ser axa Kurdistanê, tevlî şoreşgerên alîgir
ên Şêx Mehmûd dibe. Li gel Şêx Mehmûd bi neyarên Kurdistanê wek Tirk û
Îngilîzan dikev nava şer. Demekê wek Serokê Şaredariya Silêmanî û çavdêrê
eşayîrên navçeya Sordaşê tê hilbijartin. Lê mana wî li ser wê postê û karê wî
gelek berdewam nabe di sala 1926’an dev ji karê hikûmetî berdide.
Hemdî ji
xeynî hebûna pile û payeke civakî û siyasî wek edebî jî pileyeke bilind di nav wêjeya
kilasîk a Kurdî de bidestxistibû. Mîratgirê dibistana Mistefa Begê Kurdî, Salim
û yên li ser rêya wan jî Nalî û Mehwî ye. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka
sedsala 20’an de, ew nûnerekî baş ê dibistana wêjeyî ya Baban e. Her çendî di
warê hizrî de helbestên wî heta qasekî deyndarê helbesta helbestvanê navbirî
ye, bi giştî Hemdî helbestvanek e ku xwastiye ji wan çavkaniyan bîra xwe
berfireh bike, lê belê ew aliyekî tarî yê civak û siyasî ji pêşiyên xwe yên
wekî Nalî, Mehwî, Kurdî û Salim wergirtiye, xêz dike. Hemdî ji ber dan û
sitandina wî ya bi tevgerên siyasî û şoreşgerî yên Kurdî re gelek tundtir e û
di wêjeya kilasîk de gotareke nû çê kiriye. Gotarek ku di helbestên gelek
helbestvanên beriya wî de, wek mînak di helbestên Mehwî û Hacî Qadir de tê
dîtin. Lê di helbestên Hemdî de gotara netewperestî roleke sereke dilîze û
helbest dibe çarçoveyek ji bo derbirîna hestên netewî. Ew helbestvane,
bîrmendekî rewşenbîr ê Kurd di dawiya sedsala 19’an de li bajarê Silêmaniyê ye.
Nasiyarbûna
Hemdî bi herêmên cur bi cur ên Kurdistanê re û bi giştî erdnîgariya çandî,
siyasî, sirûştî û aborî ya Kurdistanê, karek kiriye ku hizra wî ji hizreke
navçeyî re derkeve û bibe ramanek berfireh, seranserî û neteweyî. Yanî daxwaz û
xwestekên ku Hemdî di helbestên xwe de tîne ziman, tenê daxwaz û xwestekên
herêmeke Kurdistanê nîne, belkî daxwazek e ku tevahiya Kurdistanê di nav xwe de
dibîne û her bi vî rengî em dikarin pêka ew nîşaneyên erdnîgarî yên di
helbestên wî de hatine vehûnandin, Kurdistanek mezin bikêşin. Hemdî di helbesta
“Ey Weten” de behsa wê yekê dike ku çawa welatê wî ji aliyê împratorên Rom, Osmanî
û Qacarî ve hatiye dagirkirin. Heta radeya ku herêmên cur bi cur ên beşên cuda
yên Kurdistanê bi hev re girêdide. Di helbestekê de behsa Kajaw, Şemzînan, Behdînan,
Barzan, Hewraman, Wan, Qesrî Şîrîn, Peykûle, Qendîl, Pîremegrûn û hwd girêdana
parçeyên erdnîgarî yên ku dagîrkerên Kurdistanê ji hev hilweşandine, dike. Di sala
1936’an de li Silêmaniyê koça dawî kiriye.
Ey Weten
Ey weten rom û ecem muştaqî
Kurdistanite.
Îftîxarî mîletî Kurd şewketî
înwanite.
Besit serberzî êvaran û sibeynan
mang û roj.
Wek nîşanî îftixarî sing û necmey
şanite.
Berq ede û erijê wekû emwacî gewher
çeşmekan
Ave ya ruhî rewanî çeşmeyî
heywanite
Ave ya nûre le eksî xor ku
debirîskêtewe
Ehlî hîkmet wa dezanê durrekanî
kanite
Gulgulî sor û sipî xalxalî xakî reş
elêy
Podreyî roxsar û surmey riştinî
çavanite
Aşiqî rengî xezanî tuye boye dê
behar
Feslî havîn germî meylî befrekey
zistanite
Bo çî enbarî zexîrey kaînate
şarezûr
Şehirbazarî xwanî mîwane leber
mîwanite
Basî mîwey to dekem boye qelem
hatûte ber
Bestekanim besteyî ehlî dil û
îrfanite
Bo emey carê beserta pê nenêm
efkarî min
Ya beser rûyiştine ya serbeser
hîcranite
Pilpiley piçtênî zêrînî hebîbî
qewmî Kurd
Zirzire û piştineyî berdînî qed
şaxanite
Poye sîrwan û zerb bo şalî çoxe û
rankit
Wek herîr dîcley cezîre ba ededey
bo tanite
Kurd kurekajawî lûtî wa bilind
kirdûtewe
Her wekû şemzînî badîn arezûy
berzanite
Asiman û şaxî beriz û sethî erzit
derdexa
Malî Kurdît û ewe dîwar û hewşe û
banite
Peykolî ta Qesrî Şîrîn rakişawe pêy
kulî
Destî Qendîlit dirêje bo çiraçî
wanite
Pîremegirdûn tacî şahaney beser
berzî firanid
Tem demawend dagirê mehcûbî
Hewramanite
Xettî dîwanî şikestey gird û lûtî
berzî şax
Wazîhe bo serbexoyî tûreyî
fermanite
Car be car Hemdî gilet ger lê bike
naheq nîye
Cerde ramegire nelên xelqî ke canî
canite

0 Yorumlar