Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê 305 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 305 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi berxwedaniyek xurt û bi biryardariyeke mezin di roja 305’an de bi koma 60’emîn didome.

Merasîma derwirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 59’an Evîn Nêrwehî axivî û da diyarkirin ku heta ew Rêberê xwe di nava xwe de nebînin wê çalakiyên wan bidomin.

Evîn Nêrwehî di axaftinên xwe de komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Rêber Apo ev sê salên xwe tijî kir û derbazî sala çaran bû ku bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Her ku dem derbaz dibe ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan dijwartir zêdetir dibe û didome. Em vê yekê şermezar û rûreş dikin. Em bang li her kesê dikin ku li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, bêdeng û bêhelwest neminin. Ji ber ku bêdengî rûreşiye. Heta ku ev tecrîd li ser Rêbertiya me ranebe, emê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Tişta ku bikeve li ser milên me, em amadene ji bo Rêbertî pêk bînin. Em berxwedana gerîlayên serê çiyan û girtiyên zîndanan jî silav dikin.

Piştî axaftina Evîn Nêrwehî çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma din kir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar