Ticker

10/recent/ticker-posts

Fermandarek yê YNK’ê Xazî: Em ji gefên dijmin natirsin

Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş yên YNK’ê ya herêma Mexmûrê Xazî Feysel li hemberî paşxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji aliyê PDK’ê ve bertek nîşan da û wiha got: “PDK dixwaze wek salên derbazbûyî xwe bi zorî li ser gel ferz bike û desthilatdariya xwe ragihîne.”

Armanc Herekol


Biryar bû di 10’ê Hezîranê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bihata lidarxistin. Lê PDK’ê bi hinceta ev hilbijartin bi hemû şêweyên ne asayî û bi gefa têkbirina ezmûna herêmê û xistina herêmê di nava dû rêveberiyan de, paşxist. Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş yên YNK’ê ya herêma Mexmûrê Xazî Feysel ji ajansa me re axivî û bertekên xwe nîşan da.

‘Hatina Erdogan ji bo têkdana herêmê û paşxistina hilbijartinê bû’

Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş yê YNK’ê a herêma Mexmûrê Xazî Feysel di destpêka axaftinên xwe de hemû Kurdên welatparêz ên her çar aliyên Kurdistanê silav kir û wiha got: “Dibe ku em bi partiya PDK’ê re di nava yek kabînê de bin, lê fikir, îdeolojî û stratejiya xebatên me ji hev cûda ye. Bê gûman gelek pirsgirêkên me hene. Em wek YNK dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya hilbijartinê çarser bikin. Dû rêyên rêvebirinê heye, yek bi desthilatdariyê û yek jî bi rêya hilbijartinê ye. Niha PDK dibêje baweriya me bi hilbijartinê tine ye. PDK dixwaze hilbijartinê li gorî berjewendiyê partiya xwe lidarbixe û bi projeya dewleta Tirk ya têkdana demokrasiya herêmê bicih tîne. PDK serî li dewleta Tirk û Îranê da ku vê hilbijartinê paşbixin. Lê em wek YNK, gelê Kurd û gelên azadîxwaz alîgirin ku ev hilbijartin di dema xwe de were kirin. Em dixwazin bi hilbijartinê sîstema rêvebirina civakê sazûman bikin. Lê PDK dixwaze wek salên derbaz bûyî xwe bi zorî li ser gel ferz bike û desthilatdariya xwe ragihîne. Ji ber sîstema heyî, pirsgirêkên me mezin bûne û gazindên gel zêde bûne. Em bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û gelê Kurd yê welatparêz dikin ku ji bo hilbijartin di dema xwe de were kirin bibin xwedî helwest. Em hemû jî baş dizanîn hatina Erdogan ji bo têkdana herêm û paşxistina hilbijartinê bû.”

‘Pirsgirêkên me yên nîştîmanîne’

Xazî Feysel di dirêjiya axaftinên xwe de diyar kir ku pêşwazîkirina PDK’ê ya ji Erdogan re di hemû Kurdê welatparêz de dilgiraniyek mezin da çêkirin, ji ber ku Erdogan qirkerê gelê Kurde û wiha pêde çû: “Bê guman pirsgirêkên me pirsgirêkên mezin û yên nîştimanîne. Em di fikir û nêrînên xwe yên li hemberî dewleta Tirk de zelalin. Em wek gelê Kurd ne li dijî ti neteweyekî ne, baweriya me bi azadî û biratiyê heye. Lê piştî Erdogan bûyî desthilat heta niha qetilkirin û tinekirina gelê Kurd kiriye armanca xwe. Siyaseta niha dewleta Tirk dayî pêşiya xwe, qetilkirin û tinekirina gelê Kurde. Mixabin PDK jî hevkariya vê siyaseta wan dike û dijberiya me û PKK’ê dike. PDK’ê ne tenê di pêşwazîkirina Erdogan de, di gelek aliyan de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re ragihandiye. Li hemû welatan pêşwazî ji Serokkomaran re tê kirin, lê ne bi şêwazê PDK’ê û Mesûd ya ji bo Erdogan kirî. Gelê Kurd bivê nêzikatiya wan gelek xemgîn bûn. Em wek YNK jî li dijî vê pêşwazîkirinê bûn. Dibe ku wek dû cîranan têkiliyên me bi hev re hebin, lê divê têkiliya me neçe aliyên nokerî û cerdevantiyê. Ya ku niha PDK dike xak firotine. Dewleta Tirk li Rojava û Bakur ne rawestiyaye û niha jî rojane êrişê xaka Başûrê Kurdistanê dikin. Dewleta Tirk êrişî hemû partiyên Kurd û gelê Kurd ê welatparêz dike. Ji ber ku li dijî hemû Kurdên xwedî şerefe. Pêwîste em li hemberî êrişên heyî xwedî helwest bin.”

Fermandarê Pêşmergeyên YNK’ê ya herêma Mexmûrê Xazî Feysel di dawiya gotinên xwe de destnîşankir ku wê serî li hemberî gefên dijmin natewînin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em wek YNK xwedî helwestekî nîştîmanîne. Dewleta Tirk di vî demê dawî de 3 caran gef li YNK û bi taybet jî li Serok Bafil xwarin. Li ber çavan got: ‘Ger hûn di şerê li dijî PKK’ê de hevkariya me nekin, emê êrişê we bikin.’ Ev şermekî mezin ne ku îro ji me re wisa dibêjin, lê bila baş bizanin bin emê ti caran şerî PKK’ê nekin. Em birayê hevin pêwîste hemû partiyên Kurd di nava xwe de yekîtiyekê ava bike. Em ji gefên dijmin natirsin. Ger em îro xebat dikin, ji bo yekgirtinê ye. Em ne li dijî ti netew û gelên dinin, lê amadene ku di hemû kêliyê de xwe li hemberî hemû êrişan jî bi parêzîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar