Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di kesayeta kadroyê pêşeng yê PKK’ê Şehîd Hakî Karer de hemû Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd R3ustem Cûdî (Mexmûr) meha Gulanê anku meha şehîdên PKK’ê ku yek ji damezrênerê PKK’ê Hakî Karer di 18’yê Gulanê de û bi sedan şehîdên din, hiştiye ev meh weke Meha Şehîdan hatiye qebûlkirin. Bi boneya vê rojê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve şevek ya bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, endamê saziyê Huseyîn Kara axivî.

Huseyîn Kara di axaftina xwe de balkişand li ser girîngî û nirxê ku tevgera Azadiyê dide şehîdên azadiya Kurdistanê û wiha got: “Berxwedana şoreşgerên Kurd li zindanan belavî derve bû. Hevalê Egîd, Zîlan, Bêrîtan û gelek hevalên din ev kevneşopiya berxwedanê ya PKK berdewam kir. Heta Sara û Rojhatan hat. Îro jî li Zapê û Metînan berdewam dike. Erk û berpirsyartiyên me li hemberî van şehîdan hene. Her kes divê erkê xwe pêk bîne, destpêkê jî malbatên şehîdan. Erkê me yê sereke pêkanîna xeyalên şehîdan yên ji bo azadiyê ne.”

Merasîm bi dirûşemeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bexwedan Jiyane’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar