Şêniyên Wargeha Mexmûrê di 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de, şehîdên Helebceyê bibîr anîn û gotin; “Bi komkujiyan wê nekarin gelê Kurd tûnebikin.”
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî şehîdên 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Daxuyanî bi kombûna dehan xebatkar û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî û di serî de tevahî şehîdên Helebceyê hatin bîranîn û wiha got: “Di sala 1988’an de ji aliyê Seddam Hisên ve komkujiyek namerdane û bê exlaqî li ser gelê Kurd çêbû. Di encamê de bi hezaran xelkê me yê Helebce hatin kîmyabarankirin. Zarokên di landikande hatin qetilkirin û dayîkên ducanî hatin kuştin.
Em wek xelkê Mexmûrê vê hovîtiyê şermezardikin. Li ser vê komkujiyê re 36 sal derbasbûn, lê dîsa jî êşa wê bi dawî nebûye. Di dîrokê de gelek komkujiyên bi vê şêwazê li ser Kurdan çêbûne. Li Qamişlo, Roboskî û her wiha ti parçe nemane ku komkujî lê nehatine pêkanîn. Em wek gelê Kurd, gelekî bi rûmet û girîngin, lewma êrişî me dikin û dixwazin me tûne bikin. Lê wê ti caran bi komkujiyan nekarin me tûne bikin.
Tevahî cîhan di vê hêlê de ker û lale ji bo me. Em wek xelkê Mexmûrê van komkujiyan şermezardikin û tevahî cangoriyan bi bîr tînin. Emê hertim li hember van kiryaran xwedî rol û mîsyon bin û dengê xwe derbixin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Nemirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

0 Yorumlar