Pergala serdest ya mêr a Tirkiye ku bûye dewlet-neteweya hegemonya kapîtalîst; çawa ku gelan, neteweyan dike yek reng, polîtîka û hilberîna wê jî dike yek reng û yê ku wekî wî ne hizire yan wî tewanbar dike yan dişîne sirgûnan yan jî dişîne kuncikên herî tarî yên zîndanan. Polîtîkiya dewlet neteweya kemalîst jî, mêrê zordest û zilame. Çawa ku di vê polîtîkayê de ji jinan re cih tinebe, lê îdîa dike ku maf daye jinan, di meclîsên wan de jî hejmara jinan ji pênç tiliyên destekê derbas nake. Modela ku wek jina komarê tê pênasekirin jî; wek jinek serî tewandî, li hember zextên mêr nikare gotina xwe bêje û hundir vala derdikeve pêşiya me.
Ji aliyê
din ve dema ku em li tevgera siyasî ya Kurd mêze dikin rewş pir cuda xwe dide
der. Helbet erdnîgariya Kurdistanê bi hezar û yek dek û qurnaziyan ve anîne
hemberî hev, bi polîtîkayên Kemalîst ên wekî axatî, tarîkat, cemaet û hwd. ve
heqîqet hatiye parçe kirin. Ji vê ya
herî zêde jî jinên Kurd nesîbê xwe girtine, xwe nekarîne ji rewşa jina bi eqil
a pergalê, ji makîneya zarok anînê, ji kole-xizmetkara ku di zirûfên herî giran
de dixebite, rizgar bikin. Bi derbaskirina made ya azadiya ku carek din hewl
dide heqîqeta xwe bibîne; di Kurdan de tekoşîna xwe dîtinê, lêpirsîna
nasnameyê, bêyî ku li hember zilm, komkujiyan serê xwe bitewîne, tekoşîna
xwebûnê daye destpêkirin. Jinên Kurd, li dijî polîtîkayên qirker ku hebûna
Kurdan înkar dike, hişmendiya mêr û serweriya zilame; berê xwe dan refên
azadiyê, îmzeya xwe avêtin bin serî rakirin, berxwedanek ku di dîrokê de mînaka
wê nehatibe dîtin.
Dema ku em
dîroka nêz a dema derbasbûyî mêze dikin, jinan zîncîrên xwe şikandine,
rêxistina xweser û polîtîk bûyîna wan, rêveçûyîna dîrokê diguherîne. Avabûyîna
komîsyonên jinan û dirûşmeya ‘wê jinek jî bê rêxistin nemîne’ hîn zêdetir jinan
di tekoşînê de digihîne hev û rê li pêşiya şikandina siyaseta mêr vedike û bedelên
vê yên giran didin berçavên xwe, bi wêrekî û biryardariyekê ve xwe li ser
bingehê şêwazek rast rêxistin dikin. Bi sekn, reng û dengê jin ve, bi
rêxistiniya xwe ya bîrdoziya jin ve di qada siyaseta Tirkiye ya mêrê serdest de
cihê xwe digirin. Jinên Kurd ên ku soza avêtina axa mirî ya li ser xwe dane; bi
derbaskirina kodên zayenda civakî ve, di partiyên siyasî yên destpêkê de
(DEHAP-HADEP) yekeyên baskên jinan avakirine û piştre jî nîqaşên meclîsên jinan
xistine rojeva xwe û bi rêxistina xweser re dest bi berfirehkirina tevna xwe ya
têkoşînê kirine.
Bi
destpêkirina herêman re xebatên taxan, xebatên komeleyan meşandine, sazî ava
kirine, ne tenê jinên Kurd, jinên Tirkiye yên şoreşger, demokratîk jî tevlîkirine,
bi hev re li dijî polîtîkayên mêr meşiyan e, bi hev re soz dane, şer kirine û îşaret
pê kirine ku dikarin bi hev re ji aştiya civakî re bibin çareserî. Eger em
bîrdozî, wek hizirandinek aîdê civakê, wate dide jiyanê û serarast dike
bifikirin, Bîrdoziya Rizgariya Jin jî, wek yek jî sparteya herî bingehîn a
hebûna jin, derdikeve pêşiya me. Jinan hewldan li dijî dewlet neteweya
hegemonyaya kapîtalîst a ku civakan di qirkirinê re derbas dike, mafan xesp
dike, xwezayê talan dike, jinan rastî polîtîkayên herî tûnd tîne; bidin fêhm
kirin ku bîrdoziya rizgariya Jin encax ferz kirinên vê pergalê bên red kirin ve
pêkan dibe û jin bi tekoşînek wate ve dikare jiyanek azad biwate avabike,
gotina xwe bêje û ev veguhestin heta siyaseta roja me.
Têgehên
hevserokatî û hevberdevkî yên ku belkî di cîhanê de destpêk bin, entegreyê
zimanê siyasetê kirin û gihiştina nîrvanaya siyaseta demokratîk serxistin. Bi
dirûşmeya emê xwe û bajarên xwe jî birêvebibîn ji demokrasiya Tirkiyeyê re
polîtîkaya navend jin pêşxistin. Helbet li beramberî vê carek din bi sedan
jinên Kurd avêtin zindanan û ji qada siyasetê hatin dûrxistin.
Eyşê Gokan a ku bi gotinên xwe yên “Em Kurd in, Jinin, Em li vê Derê ne” û bi parastina xwe ya ku di dadgehên Tirk de şop ji dîrokê re hiştî ve, ji celadên kor ragihand ku wê jin timî di têkoşîna rêxistinî de hebûna xwe bidomînin. Daraza Tirk a ku hewl dida bi girtina partiyan re, bi avêtina qeyûman a li ser şaredariyan, bi avêtina zindanan a jinên pêşeng, hîndekar û siyasetmedarên Kurd re pêşiya siyaseta demokratîk digirt, sond xwaribû ku wê bi xesp kirina îradeya ku gel bixwe hilbijartî re Kurdan bênefes bihêle.
DEM Partî ya
ku li dijî wan hemû astengî û girtinan jî çû avabûyînek nû, ji hemû partiyên
siyasî yên Kurd ên beriya wê hatin girtin, ala tekoşînê dewrgirtiye û deriyê
macerayek nû jî vekiriye. Bi nûnertiya wekhev a jinên şoreşger ên Kurd û
Tirkiyeyî ve jin hîn zêde tên dîtin û hêviya destpêkê ya vejînek nû ya ku rengê
siyasetê bi beşdariya çalak a jin ve dikare bide guhertin, li dijî zimanê mêrê
pergalê; estetîka etîk a jina civakê di her xalê de ber bi aramiyê ve dibe,
dide. Ji zarokan bigirin heta ciwanan, ji jinan bigirin heta pîr û kalan û ji
kirdeyên din ên derveyî civakê hatine hiştin bigirin ji hemû pêkhateyên civakê
re tê gotin ku wê bi hev re çawa bê jiyan kirin, wê çawa ji nû ve aramiya
civakê û zimanê aştiyê bê avakirin. Hêviya ku wê rêveberiyên xwecihî hê zêde
çawa bihêz bikin, wê çawa qanûnên mêr, zagonên mêr ên di meclîsa bûye çerxa
dewlet-netewe de tên derxistin, li dîwarê jinên Kurd bixin û binax bikin,
didin.
Jinên ku
hedef dikin paradîgmaya neteweya demokratîk, azadixwaziya jin û ekolojîk
bigihînin hemû damarên civakê, binê wê xêz dikin ku wê bi destûra Jin Jiyan
Azadî ve sedsala 21’an bikin sedsala Jinan, wê bi rêxistina xweser û bi hêza
xweser ve têkoşînê bilind bikin, wê tekoşînek ku dengê aştî û azadiyê digihîne
hemû gelan û Kurdistanê bilind bikin. Di çarçoveya dawî de jinên ku bûne kirde
yên şoreşger li dijî polîtîkayên bê eman ên tecrîdê pêvajoyek bihêz a polîtîk
dan destpêkirin, soza bersiva mezin a azad kirina Rêberê gelê Kurd diqîrin.
Wekî ku di dîrokê de jî hat dîtin yên ku berxwe bidin wê qezenç bikin!
Salîha Aras

0 Yorumlar