Xebatkarên mêr ên Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinên şoreşger û welatparêz pîrozkirin û gotin: “Wek Rêber Apo gotî, jin azad nebe civak azad nabe.”
Armanc Herekol
Xebatkarên
mêr ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8’ê Adarê Roja Jinên
Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîrozkirin û bang li mêran kirin da ku di 8’ê
Adarê de li kêleka jinan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz bikin.
‘Jinan ji paradîgmaya Rêber Apo sûd wergirt’
Xebatkarê
bi navê Salih Şirnexî di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li Rêber Apo û
tevahî jinan pîrozkir û got: “Em di wê baweriyê de ne ku wê 8’ê Adarê bibe
sersalek ya aramî û aştiyê. Wê 8’ê Adarê di tevahî Kurdistanê de bibe sersala
azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dema ku paradîgmaya Rêber Apo derketî, gelek jinên
cîhanê ji vê paradîgmayê sûd wergirt. Jin û mêr dema ku di kesayeta xwe de azadiyê
peyda bike, dikare hevjiyana azad jî peyda bike.”
‘Jin li
cewhera xwe vegeriya’
Salih Şirnexî
di dewama axaftinên xwe de da zanîn ku mêr ji jinê bindestire û wiha pêde çû: “Hişmendiya
kapîtalîst ku di serê mêran de dayî çandin, nahêle ku mêr hevjiyanek azad di
kesayeta xwe de çêbike. Bi paradîgmaya Rêber Apo, em dikarin xwe ji vê hişmendiyê
rizgarbikin û hevjiyanek azad bijîn. Bi derketina gerîlayên Azadiya Kurdistanê
re, jinan xwe pêşxist û li cewhera xwe vegeriya. Ez carekdin 8’ê Adarê li Rêber
Apo, gerîlayên Azadiya Kurdistan û tevahî jinan pîroz dikim. Projeya Jineolojî,
projeyek dîrokî ye. Ez bang li tevahî mêran dikim da ku perwerdeya Jineolojî
bibînin û kesayetiyek azad di xwe de bidin çêkirin. Her wiha bang dikim, di 8’ê
Adarê de dakevin kolanan û li kêleka jinan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz
bikin.”
‘Bi avabûna PKK’ê re jinan xwe naskir’
Her wiha
xebatkarê bi navê Mihemed Elî Oremarî jî têkildarî heman mijarê peyivî û di
serî de wî jî 8’ê Adarê li tevahî gerîlayên jin pîrozkir û wiha axivî: “Roja
8’ê Adarê nêz dibe û em jî vê rojê li tevahî dayîk û jinan pîrozdikin. Beriya
PKK’ê jî 8’ê Adarê hebû, lê evqas girîngî pê nedihat dayîn. Bi derketina PKK’ê
re girîngî hat dayîna vê rojê. Ev jî bi saya Rêber Apo çêbû. Ji ber ku Rêber
Apo gelek nirx dide jinan û ji bo azadiya jinan têkoşîn dide meşandin. Bi
avabûna tevgera jin re, jinên Kurd xwe naskir.”
‘Jin
azad be, civak azad e’
Mihemed
Elî Oremarî di berdewamiya axaftinên xwe de bilêvkir ku hişmendiya mêr-dewlet
nahêle jin azad be û ev bang li mêran kir: “Bi saya Rêber Apo ev roj tê
pîrozkirin û nirxek tê dayîna jinan. Lê heta niha jî, ji aliyê mêr û dewletê ve
jin tên qetilkirin. Divê jin û mêr di nava jiyanek hevpar de bijîn. Ji bo wê jî
divê jin bê azadkirin û bi azadkirina jinê re civak jî azad dibe. Ez bang li
mêran dikim, ji bo azadiya jinan têbikoşin. Dubare ez cejna 8’ê Adarê li tevahî
dayîkên şehîdan, şervanên jin û tevahî jinan pîroz dikim.”

.jpg)
.jpg)
0 Yorumlar