Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 191’an de bi koma 38’emîn bi biryardariyeke xurt didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 37’an Helena Babat daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Di destpêkê de çalakiyên gerîlayên rêya azad ya di qada şer de pêkanîn pîroz dikin û berdewamiya serkeftihê wan dixwazin. Ji dîroka mirovahiyê heya roja me ya îro dijminê gelê Kurd yê desthiladar ji bo me tune bikin. Serî li rêbazên qirêj yên wek qirkirin, bişaftin, talan û wêrankirinê dane. Ev şerê bêmafane bihezaran salan berdewam kiriye ku di encamê de komkujiyên mezin çêbûn. Ji ber ku Rêber Apo serî li hemberî van şerên qirêj ne daniye, bi komployekê hat girtin. Gotinek heye dibêje ‘eger tu serkaniyan biçikinî wê kanî zuha bibe’ dijmin xwestiye bi vê rêbazê gelê Kurd tune bike. Emê bi çalakiya û berxwedana gerîlayên xwe bigihijin serkeftinê. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo netenê ji bo gelekê ye, êdî cîhanê bûye. Ruxmê Rêbertî niha di nava çar diwaran de ye, dest ji doza xwe ya Kurdistanek azad û serbixwe neberdaye. Ji ber wê erkê me yên sereke ye ku em hem ji bo xwe hem ji bo Rêberê xwe çalakiya me daye destpêkirin, hin xurtir bikin. Niha yekem armanca ew ku em Rêberiya xwe bi şêwaziyek fîzîkî azad bikin, ji ber azadiya Rêbertî azadiya me ye. Em di wê hêvî û baweriyê de ne emê bi çalakiyên xwe bigihijin azadiya Rêberê xwe û bi Rêberê xwe azad jiyan bikin.”
Piştî daxuyaniyê koma 38’an bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewr girt.

0 Yorumlar