Ticker

10/recent/ticker-posts

Endamên Meclisa Gel a Mexmûrê: Divê Iraq kujerên êrişên terorî eşkere bike

Endamên Meclisa gel a Mexmûrê têkildarî êrişa li ser Endama Kongra Star Zelal Zagros şermezar kirin û wiha gotin: “Ev êriş ne ji rêzêye û ne tenê li ser jinên Kurde, li ser hemû jinên cîhanê pêkhatiye. Ji tevger, fikir, felsefe û îdeolojiya jinan ditirsin. Ji bo vê yekê jî bi awayekî bi plan û bername êrişî jinên pêşeng dikin.”


Jiyan Pîran

Dewleta Tirk ya dagirker ji bo têkbirina têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê di hemû aliyan de êrişê civak û pêşengên civaka Kurd dikin. Herî dawî di dîroka 19’ê vê mehê de li Kerkûkê Endama Kongra Star Firyal Silêman Xalid bi nasnav Zelal Zagros bi êrişek hovane hat qetilkirin. 

Têkildarî vê êrişê Hevberdevka Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûheyv Efrîn û Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve Mamosta Seîd Çomlek ji ajansa me re axivin.

‘Ev êriş ne ji rêzêye’

Hevberdevka Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûheyv Efrîn di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser zêdebûna êrişên li ser jinên pêşeng û wiha got: “Em vê êrişa li ser siyastmedara jin Zelal Zagroz pêkhatî şermezar dikin. Ev necara destpêkê ye êrişên bi vî awayî çêdibin. Ji ber ku jin pêşengtiyê ji civak û jiyana civakê re dikin, tên armanc kirin. Herî dawî ji beriya çend rojan êrişek li ser siyastmedara Kurd Zelal Zagros pêkhat, ev êriş ne ji rêzêye û ne tenê li ser jinên Kurde, li ser hemû jinên cîhanê pêkhatiye. Her kes dizane dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê ev êriş pêkaniye. Dewleta Tirk dixwaze rêveberên civakê qetil bikin û civakê bixin di bin destê xwe de.”

‘Her kes bêdenge’

Rûheyv Efrîn di dawiya gotinên xwe de bang li dewleta Iraqê kir ku kujerên siyasetmedara Kurd Zelal Zagroz eşkere bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî êrişa li Kerkûkê pêkatî herkes bêdenge, bi taybet ji dewleta Iraqê. Têkildarî vê bûyerê ti daxûyaniyek ne hatiye dayîn. Wek tiştek asayî tê girtina dest. Siyasetmedara Kurd Zelal Zagros bi salan bû têkoşîn ji bo doza Kurd dida. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku kujerê siyasetmedara Kurd eşkere bikin. Pêwîste giştî jinên cîhanê rabin ser xwe û pêşî li qetilkirinê jinan were girtin.” 

‘Ji aliyê hêzên tarî yên dewleta Tirk ve hat qetilkirin’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Mamosta Seîd Çomlek jî da zanîn ku dewleta Tirk kujerê siyasetmedara Kurd Zelal Zagroz e û wiha pê de çû: “Li Kerkûkê pêşengek yê gelê Kurd ji aliyê hêzên tarî yên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Ev êriş ne ya destpêkê ye, wê neya dawî jî be. Ji ber ku dewleta Tirk êdî vê yekê wek rêbazek ên şerê taybet bikartîne. Ji tevger, fikir, felsefe û îdeolojiya jinan ditirsin. Ji ber vê yekê jî bi awayekî bi plan û bername êrişî jinên pêşeng dike. Di dîrokên derbazbûyî de bi caran ev rêbaz bikaranîne. Ji bo bê gêwiliyê di nava gel de çêbikin, êrişî kesên pêşeng dikin. Li Başûrê Kurdistanê gelek welatparêzên pêşeng yên wek Zekî Çelebî, Mamosta Şemal, Nagîhan Akarsel û herî dawî ji heval Zelal Zagros hate qetilkirin.”

‘Divê kujerên siyasetmedara Kurd werin diyarkirin’

Seîd Çomlek di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker serkeftina gelê Kurd ya li Kerkûkê hezim nekirye û bê perwa êriş dike. Mamosta Seîd wiha axaftina xwe domand: “Kerkûk navendek girîng ya dîroka gelê Kurd e. Dewleta Tirk ji ber valatiya li Kerkûkê tê jiyan kirin, xwe di nava Kerkûkê de bi cih kiriye. Serkeftina Kurd ya li Kerkûkê dewleta Tirk xitimand û dest bi êrişên bi vî awayî kir. Kerkûk bajarek yê dewleta Iraqê ye. Pêwîste dewleta Iraqê erkê li ser milê xwe pêkbîne, ji ber ku di bin serweriya wan de ev êriş pêkhatiye divê hesabê vê êrişê were pirsîn. Em bang li dewleta Iraqê dikin erk û mîsyona xwe pêkbînin û kujerên siyasetmedara Kurd diyar bike.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar