Akademiya Şehîd Jiyan ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê, dem dem ji bo pêşxistin û perwerde kirina jinan ya di aliyê pergala Netewa Demokratîk de dewreyên perwerdê vedikin. Li ser vê armancê 15 rojan komekî jin li Akademiyê Şehîd Jiyan dewreyek ya perwerdeyê dîtin.
Têkildarî vê dewreya perwerdê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek û xwendevana perwerdê Viyan Nêrwehî ji ajansa me re axivîn.
‘Ev perwerde gelek baş derbaz bû’
Bêrivan Îşlek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêşxistina ferdên civakê, bi taybetî ji pêşxistin û perwerde kirina jinan erkê wane û wiha got: “Ev dewreya perwerdê me bi navê Şehîd Sara, Fîdan, Leyla û Evîn da destpêkirin. Me xwest di navbera dîroka her du Komkujiyên Parîsê de dewreyek ya perwerdeya xweser pêkbînîn. Aramanca me li ser sîstema Netewa Demokratîk pêşxistina jin û ciwanên wargehê ye. Divê dewreyê de hem ciwan hem jî dayîkên bi temen perwerde dibînin. Taybet ji me xwest jinên ku piştî konferansa Meclîs Îştar ketine nava kar û xebatan, di aliyê pergalê de perwerde bikin. Piranî waneyên di perwerdê de li ser hatî rewestandin sîstema KJK, şerê taybet yê li hemberî jinan tê meşandin, hevjiyana azad, rolê jin di nava malbat û civakê de bûn. Ji ber ku niha em di pêvajoyek dîrokî re derbaz dibîn. Pêwîstiya jinê bi perwerde kirin û perwerde dîtinê heye. Me xwest li gorî pêwîstiya jinan waneyan bidin diyar kirin. Bi awayek giştî ev perwerde gelek baş derbaz bû û di vê perwerdê de 20 jinan cihê xwe girtin.”

‘Nirxandinên berfireh hatin kirin’
Îşlek di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê her jinek xwe di aliyê sazûman kirina pergala Netewa Demokratîk de perwerde bike û wiha anî ziman: “Hîn zêdetir di perwerdê de li ser waneya rola jina Kurd di civak û pêvajoya çiye û pêwîste çawan tevbigere hat rawestandin. Ji ber ku pergala li wargehê hatî sazûman kirin pergalek nûye di hindek aliyan de zorî tên jiyan kirin. Ji bo ev yek bên derbaz kirin di perwerdê de nirxandinên berfireh hatin kirin. Di wane û navberan de jî dayîk û jinên beşdarî perwerdê bûn nîqaşên berfireh pêşdixistin. Em vê yekê di aliyê erênî de digirin dest. Ji ber ku hewldana wan ya xwe pêşxistinê berbiçav bû. Em hêvî dikin ku ev perwerde bibe perwerdeyek bingehîn ji bo hemû jinan ku beşdarbûna xwe ji vê perwerdê re dayîn çêkirin.”
‘Bandorî li ser jiyana min çêkir’
Xwendevana ku cihê xwe di perwerdeyê de girtî Viyan Nêrwehî di derbarê perwerdeyê de wiha axivî: “Ev perwerda min ya destpêkê ye. Min xwest wek jinekî ciwan, beşdarî vê perwerdê bibim. Ev demek dirêje em tên vê perwerdê, gelek bandorî li ser jiyana min çêkir. Ez hêvîdikim hemû jinên ciwan perwerde bibînin û xwe perwerde bikin. Perwerde gelek xweş derbaz bû. Pêwîste jinên ciwan xwe perwerde bikin, li hemberî sîstem û şerê tê meşadin berxwebidin.”


0 Yorumlar