Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Her kes dikare bi çalakiyekê piştgiriyê bide têkoşînê

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kirin û bang li gelê Kurd kirin ku xwedî têkoşîna bêhempa ya ciwanên Kurd derkevin û gotin: “Netenê malbatên şehîdan pêwîste hemû Kurdê welatparêz di nava têkoşînê de be. Her kes dikare bi helwesta xwe piştgiriya vê têkoşînê bike. Her nêzikatiyek welatparêziyê bi serê xwe çalakiyeke.”

Jiyan Pîran

Di salên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe ya NATO’ê êrişê gerîlayên azadiya Kurdistanê dike. Lê tevî hemû hêza xweya tenîkî jî dide kar, nekariye li hemberî têkoşîna gerîlayên azadiya Kurd û Kurdistanê gav ber bi pêş ve biavêje. Têkildarî vê mijarê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Ji kezep şewitîn, rondik rijandin û xwe firotinê re êdî bese’

Medîne Kara di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê ya çekdarî ku ev 40 salin berdewam dike û wiha got: “Kesên xwedî wijdan û xwedî şeref pêwîste xwedî li zarok, Serokatî û şehîdên xwe derbikevin û xwe ne firoşin. Ji kezep şewitîn, rondik rijandin û xwe firotinê re êdî bese. Berxwedêrên li ser çiya û di zindanan de li hemberî zilma dijmin serî natewînin. Ti cûdahî di navbera têkoşîna çiya û ya zindanan de tineye. Ji ber ku her du alî jî di bin zilma dijmin de ne. Em greva biçîbûnê ya girtiyên zindanan pîroz dikin, wê teqez serfkeftin ya wan be. Gerîlayên li serê çiyayan ne bitenê ne, heta dayîkek şehîd û şervanan hebe wê li pey rêça wan be. Bi şehîdan xemgîn nebin bê şehîd ax nayê azad kirin. Hetanî welatên me bindest be emê şehîdan jî bidin, emê şervanan jî bidin û emê zilmê jî bibînîn.”

Medîne di dawiya gotinên xwe de bang dayîkên şehîd û şervanan kir ku li hember dijmin bibin yek: “Dayîkên şehîd û şervanan dest bidin destê hev û ji dijmin netirsin, bila canê me qurbana zarokên me be. Her yek ji me parçeyek ji kezeba xwe daye, pêwîste em li hember dil şewitîna xwe bibin xwedî helwest. Tiştek nemaye ku dijmin bi serê me ne aniye, divê em li hemberî dijmin serî rakîn. Ger em Kurd bibin yek ti dewlet bi me nikare. PKK li hemberî hemû dewletan serê xwe bilind dike, pêwîste em dayîkên wan zarokan jî li hemberî van dewletan serê xwe rakin. Ez spasiya gerîlayên li çiyayê Metînan dikim ku heyfa hevalên xwe rakirine.”

‘Çalakiyên qada civakî îro bi qasî çalakiyên leşkerî girîng û bi wate ye’

Hecî Çelî jî di destpêka axaftinên xwe de qala têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya di nava van 50 salên derbazbûyî de kir û wiha pêde çû: “Di bin rêbertiya Rêber Apo de 50 salin têkoşînek di aliyê leşkerî û siyasî de ji bo azadiya Kurd û Kurdistan tê meşandin. Di vê têkoşînê de ked û bedelên giranbiha hatin dayîn. Bi hezaretan şehadet çêbûn. Dijmin nexwaze gelê Kurd bigihe aramanca xwe. Ji ber ku Kurdistan welatek dewlemende. Ji bo vê jî di hemû aliyan de êriş dike. Dijmin çiqas dijwar bi ser şervanên azadiyê de diçe, ewqasî bîr, bawerî û îradeya wan xurt dibe. Li hemberî çekên kîmyewî şervanên azadiyê bi îrade û baweriya xwe şer dikin û tê dîtin ku bîr û bawerî çiqasî ji çekên kîmyewî mezintire. Tê dîtin roj bi roj ev têkoşîn çiqasî mezintir dibe. Qehremantiya li Zap, Metîna û Zagrosan tê kirin vê dide nîşandan. Di vir de ya girîng ewe ku gelê Kurd têkoşîna gerîlayan li berçavan bigire û ew jî bikevin nava hewldanan. Divê bibe piştgirê azadîxwazên welatê xwe. Ne tenê malbatên şehîdan, pêwîste hemû Kurdê welatparêz di nava têkoşînê de be. Her kes dikare bi helwesta xwe piştgiriya vê têkoşînê bike. Her nêzikatiyek welatparêziyê bi serê xwe çalakiyeke. Çalakiyên qada civakî îro bi qasî çalakiyên leşkerî girîng û bi wate ne.”

‘Ji tengasiya wan e’

Rehîm Mijînî jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd xwedî li têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê derbikeve û wiha got: “Têkoşînek di bin rêveberiya Rêber Apo de hatiye destpê kirin. Ev şoreş ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên azadîxwaze. Niha girtiyên me jî di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li gel Rêbertiya me têkoşînekê didin meşandin. Tişta bikeve li ser milê me dayîkan emê bikin û em li gel gerîla û girtiyên xwe ne. Di vê têkoşînê de barê dikeve ser milê me emê rakin. Ez bang li tevahî dayîkên Kurd dikim ku em gerîlayên xwe li serê çiyayan bi tenê nehêlîn. Bila gerîla jî bizanin em wek gelê Kurd li pey wan in. Em çalakiya girtiyên zindanan jî silav dikîn. Serkefin ya me û gerîlayên me ne. Ger niha dewleta Tirk mîna dupişkan bi xwe ve didin ji tengasiya wane.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar