Ticker

10/recent/ticker-posts

Rojnamevanên Mexmûrê revandina Silêman Ehmed şermezarkirin

Rojnamevanên Mexmûrê bi daxuyaniyekî revandina Silêman Ehmed, bi tûndî şermezarkirin û ev bang kirin; “Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin bidarizîne û her wiha bêyî ku îdîayên bêbingeh werin nîşanda, demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 rojin windaye.

Têkildarî vê yekê Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî revandina Silêman Ehmed bi tûndî şermezarkirin.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya wargehê, bi tevlîbûna rojnamevanên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Rojnamevan Farqîn Kara ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li her cihê ku dagirkerî, gendelî, diktatorî, zilm û çewisandin tê kirin, azadiya fikir û raman lê tê asteng kirin. Kesên ku daxwaza azadiya fikirên xwe dikin jî rastî zext û êrişan tên. Yek ji beşên ku para xwe ji van êriş û zextan digire jî rojnamevaniye, her cihê ku rojnamevan rastiyê vedibêjin û dibin çav û guhê civakê bi zext û gefên desthilatê re rû bi rû dimnînin.

Dema ku roja 25’ê Cotmehê rojnamevan Silêman Ehmed ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin û windakirin. Li gel ku têkiliyên malbatê, ji dema ku Silêman Ehmed ji deriyê Pêşxabûr ket hundirê Başûr şûnve qut bû, lê li ser wê jî PDK hetanî 6 rojan bêdeng ma. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên PDK’ê jî dizanin ku Silêman Ehmed rojnemevane û 5 salin jî li Silêmaniyê, edîtoriya Rojnewsê ya beşa Erebî dike.

Ne tenê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Rojava rojnamevan dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, her wiha rojane li Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan têne girtin, êşkencekirin û cezakirin.

Tişta ku PDK’ê kirî li gorî makezagona wan sûce û navê Iraqê xera dike. Em ne derewên PDK’ê qebûl dikin û ne jî bêdengiya hikûmeta Iraqê qebûl dikin. Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin bidarizîne û her wiha bêyî ku îdîayên bêbingeh werin nîşanda, demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar