Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku ger jin bixwaze karekê bike, dikare bi serbixe û ev bang kirin: “Banga me ji bo hemû jinan ewe ku her jinek xwe di hemû aliyên jiyanê de perwerde bike. Pêwîste jin xwe bigihîne wê astê ku neçarî kesê ne be.”
Jiyan Pîran
Her sal di werza Havînê de dibin sêwana Wexfa Jinên Mexmûrê de ji bo perwerdekirina jinan û pêşxistina jinan a di aliyê keda dest de dewreyên perwerdê tên destpêkirin. Li ser vî bingihî îsal jî Wexfa jinê dest bi perwerdekirina jinan a di aliyê cil dirûtinê de kiriye. Têkildarî perwerdeya tê dayîn endamên tevlî perwerdeyê bûne ji ajansa me re axivîn.
‘Ez dixwazim cil û bergên Kurdî bi dirûm’
Jina bi navê Xurbet Şirnexî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser kêrhatina jinê ya di aliyê karê dest de û wiha got: “Ev demeke em tên perwerda cil dirûtinê. Armanca me xwe fêrkirina karê dirûtinê ye. Piraniya endamên perwerdê jinên ciwanin. Me jî xwest li kêleka van ciwanan xwe fêrî dirûtina cilan bikin. Tişta jin bixwaze bike dikare biserbixe, lê ger nexwaze jî kes nikare pê bide kirin. Di bin sêwana Wexfa Jinê de ev perwerde vebûye û ji aliyê sê jinên di karê dirûtinê de şerezane ve perwerde tê dayîn. Ez dixwazim xwe fêrî dirûtinê bikim ku bikaribim cil û bergên Kurdewarî bidirûm. Ez bang li tevahî jinan dikim ku divê hewldanên wan ya ji bo fêrbûna huner yan jî karekê hebe. Em bi vê perwerdeyê gelek kêfxweşin û sipasiya wan dikin yên ku ev derfet dayî me.”
‘Hatina jinan ya gel hev min şanaz dike’
Turkan Kabûl ku ew jî perwerdeya cil dirûtinê dibîne, di destpêka gotinên xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo vê perwerdeyê anî ziman û got: “Em gelek kêfxweşin ku îro ev derfet di destê me de ye em dikarin xwe di aliyê dirûtina cilan de pêşbixin. Ev derfet di destê her kesê de tine ye. Ev ne karê ciwanan yan jî pîrane, herkes dikare xwe perwerde bike ku bikaribe derfetê pêşeroja xwe mezintir bike. Ji wê zêdetir hatina me van hemû jinan ya li gelhev ji bo armancekê min gelek şanaz dike. Em dixwazin cil û bergên Kurdî çêbikin û çanda xwe biparêzin. Banga min ji bo jinan ewe ku her jinek xwe di hemû aliyên jiyanê de perwerd bike. Pêwîste jin xwe bigihîne wê astê ku neçarî kesê nebe.”
‘Derfetên me kêmin’
Herî dawî ciwana bi navê Çîmen Benek jî da zanîn ku ji bo xwe di aliyê dirûtina cil û bergên Kurdî de pêşbixe û parastina çanda Kurdî bike di vê perwerdê de cih digire û wiha pêde çû: “Li vir kedek mezin ji bo xwe fêrkirina cil û bergan tê dayîn. Niha mamostayên vir tiştên sereke yên vî karî fêrî me dikin. Em du kom vê perwerdê dibînin, komek roj tê û koma din jî bi şev tê. Mamostayên me tişta ji destê wan tê ji bo em fêr bibin dikin. Derfetê di destê me de gelek kême, ji ber wê em neçarin 6 kes li ser yek makîneyê kar bikin. Ji bo wê em bang li saziyên jinan yên alikariyê didin dikin ku bi me re bibin alîkar. Ez bang li jinên ciwan dikim ku xwe di hemû aliyên çand û hunerê de pêşbixin. Ji ber ku di mal de rûniştin tiştekî bi xwe re nayîne.”
0 Yorumlar