Ticker

10/recent/ticker-posts

GERÎLA BI ÇALAKIYÊN XWE ARTÊŞA TIRK FETISAND!

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Kûrtay Serhed, diyarkir ku piştî biryara bê çalakbûnê hat rakirin, gerîla derbên giran li dagirkeran dixe û destnîşankir ku ji ber çalakî û berxwedana gerîla ya dîrokî, dagirker hatine fetisandin.


Armanc Herekol

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Kûrtay Serhed, têkildarî bi dawîbûna biryara KCK’ê ya bê çalakbûnê, çalakiyên gerîla yên bi bandor û rewşa dawî ya şer ji rojnama me re axivî.

‘Biryara KCK’ê exlaqî û mirovî bû’

Kûrtay Serhed di destpêka axaftinên xwe de biryara KCK’ê ya bê çalakbûnê nirxand û da zanîn ku wextê ku ev biryar hatî ragihandin, ji bo gerîla di hêla çalakiyên şoreşgerî de wextek pir gûncaw bû û got: “Gerîla di wê demê de gelek çalakiyên mezin li dar dixistin û bi pêngavên şoreşgerî derbên giran li dagirkeran dixistin. Lê mixabin di wan deman de, erhejek çêbû û bi deh hezaran xelkê me jiyana xwe ji dest dan û malên wan xirab bûn. Tevgera me ya Azadiyê ji ber ku tevgerek mirovî û xwedî exlaqe, biryara bê çalakbûnê ragihand. Rûxmê ku gerîla ewqas derbên giran li dagirkeran dixist û tam wextê çalakiyan jî bû, ev biryar ragihandin. Ev biryar, biryarek exlaqî û mirovî bû. Lê belê di nava ewqas aloziyan de jî, artêşa dagirker her roj êrişî Herêmên Parastina Medyayê û tevahî Kurdistanê dikir. Piştî erdhejê, ji bo ku rejîma AKP-MHP’ê şerê heyî ji bo xwe neke propaganda, biryara heyî hat dirêjkirin. Lê her roj artêşa dagirker, bi hovane êriş dikir û herî dawî Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekî ev biryar bi dawî anî. Piştî bê çalakbûnê, çalakiyên hevalan di asta jor de berdewam kir.”

Gerîla timî xwe nûjen dike

Serhed bal kişand li ser rêbazên nû yên şerê gerîla û destnîşankir ku gerîla her roj bi rêbazên nû yên çalakiyan xwe nû dike û wiha pêde çû: “Piştî biryar hat rakirin, Gerîla aktîf çalakiyan li dardixin û derbeyên giran li dagirkeran dixin. Çalakiyên ku piştî biryarê derketin holê, pir girîng bûn û serkeftî bûn. Gelek çalakî li girê FM, Çemço, Metîna û li Bakurê Kurdistanê li dijî kontra û kesên dagirker ên ku xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikirin, hatin li darxistin. Dagirkeran wisa fam dikirin ku êdî gerîla nikare şer bike, dagirker ketibûn bayek wisa de. Ev yek di êrişên wan de dihat hîskirin. Lê piştî biryar rabû û çalakî destpêkirin, artêşa dagirker dît ku êdî ew nikarin şer bikin û nikarin yek gav di pêş de bavêjin. Çiqas êriş zêdebin, ewqas rêbazên gerîla jî nûjen dibin. Bi van çalakiyan, dagirkeran dît ku gerîla hîn pitir xurt bûye û rêbazên xwe zêdetir kirin e. Ji sala borî ve dagirker êriş dikin û dixwazin gerîla bê bandor bikin. Lê êdî dagirker jî ketine wê ferqê ku nikarin gerîlayan têk bibin.”

Serkeftin ne hêsan e!

Kûrtay anî ziman ku di van şeran de hatiye dîtin ku gerîla dikare dagirkeran ji Kurdistanê paqij bike û wiha axivî: “Dagirkeran li her derê xwe belavkiribûn û li Zapê di her girê de xwe bi cih kiribûn, lê nekarîn li hember gerîla şer bikin û gerîlayan ew di paş de avêtin. Niha li hindek giran mane, lê bi gelemperî hatine şikandin û paş ve reviyan. Bi rêbazên nû yên gerîla, armanca dagirkeran vala hate derxistin. Êriş çiqas mezin be bila bibe, ger vîn û berxwedan bû yek ti êriş nikare bi encam be. Gerîla artêşa dagirker xetimand û teknîka wê vala derxist. Li Zapê di carekî de hatin û xwestin bigirin, lê dîsa jî nekarîn. Şikandina dagirkeran bi hêsanî çênabe. Gerîla bi rojan bê av, bê xwarin di erazî de dimîne, ji bo ku gûleyekî li dagirkeran bixe. Ev berxwedanî sebir, vîn û bawerî dixwaze. Gerîla ev sebir, vîn û bawerî da nîşandan û niha jî encama wê digire.”

Bi êrişên tirsonek dixwazin binketina xwe veşêrin

Kûrtay Serhed di nava axaftinên xwe de qala êrişên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê kir û got ku bila kes nebêje artêşa Tirk êriş dike û encam digire, ev êrişên wan ên hovane hemû ji binketina wê tê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ti rêbaz nema dewleta Tirk li ser gelê Kurd ne ceribandî. Ji bombebardimanan bigire heta çekên kîmyewî, ji xeta xiyanetê bigire heta sîxûran, hemû derfetên NATO’yê bikar anîn û encam negirtin. Di rojên pêş de wê belgeyên wan ên dij mirovî derkevin holê. Şerê me ne wek yê Rusya û Ûkranyayê ye. Ew herdu jî hêzên dagirkerin, şert û mercên teknîkî jî wekhevin. Lê şerê me ne wisa ye, li aliyekî di her hêlê de xwedî teknîke û cîhan çavê xwe ji sûcên şer ên ku dike re digire heye, aliyekî de jî hêzek xwedî vîn û baweriyek mezin şer dike heye. Ev şer wisa hêsan nîne. Niha dagirker dixwaze cihên ku niha di tê de ne, xwe li wir bi alîkariya PDK’ê mayînde bikin. Artêşa dagirker êrişên xwe birine li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê. Dixwazin bi êrişên dij mirovî binketina xwe ya li Herêma Parastina Medya bide windakirin.”

Rojeva sereke ya gerîla tecrîda li ser Rêber Apo ye

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Kûrtay Serhed herî dawî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd wek sûcê dijî mirovahiyê bi nav kir û wiha axaftinên xwe domand: “Li qada şer, rojeva sereke ya gerîla azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye. Moral û motîvasyona gerîla Rêber Apo ye. Ev hêrsa li dijî dagirkeran ji tecrîda girankirî tê. Ti caran bê moralî di nava gerîla de çênebûye. Gerîla hertim bi moral e. Ji ber ku gerîla dizane, bi berxwedan û çalakiyên ku têne kirin, Kurdistan tê parastin û gavek mezin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê avêtin. Li xetên Çemço û girê FM êriş berdewamin û şerek sing bi sing heye. Ji ber ku gerîla û dagirker di girekî de ne. Car caran 2 metre û 10 metreyan nêzî hev şer dikin. Carnan jî carekî de derdikevin pêşberî hev. Her roj êrişên hewayî hene. Em hîn jî di pêvajoya krîtîk de ne û gerîla berxwedana xwe dewam dike. Lingê herî esas ê vê berxwedanê gel e. Dema ku gel û gerîla hevdu temam dike, şerê gel ê şoreşgerî temam dibe û serkefitin derdikeve holê. Serhildana gel û çalakiyên gel moralek mezin dide gerîla. Ji bo wê jî divê gel li erk û berpirsyartiyên xwe hîn zêdetir derbikeve.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar