Ticker

10/recent/ticker-posts

‘PDK bi daxwaza dewleta Tirk Dag û Er êşkence dike’

Şêniyên Wargeha Mexmûrê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlun Dag û Ebdirehman Er ku di girtîgeha Hewlêrê de tên girtin, gotin: “Li şûna ku dewleta Tirk bê sûcdar kirin, herdû ciwan hatine girtin, ev bi ti awayî nayê qebûl kirin. Pêwîste ne raya giştî û ne jî gelê Kurd li hemberî girtina van ciwanan bêndeng nemîne.”

Xurbet Tallî

Mazlum Dag û Ebdirehman Er di Tîrmeha 2019’an de bi hêceta ku destê wan di kuştina endamê mîta Tirk Osman Kose de heye, ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û heta niha jî li girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin. Ev 53 rojin Dag û Er di gerva birçîbûnê de ne û rewşa tendûristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di derbarê rewşa her du ciwanên Kurd Mazlum Dag û Ebdirehman Er de ji Rojnews re axivîn.

‘Armanc ne tenê girtina her dû ciwanane’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî di destpêka axaftinên xwe de da diyar kirin ku PDK dixwaze bi girtina herdû ciwanan re tola Mîta Tirk ji gelê Kurd rabike û wiha got: “Ji ber ku gelê Kurd êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li Kurdistanê û her wiha bi cihkirina sixuran ya li herêman qebûl nakin, ji bo wê di her alî de dibin hedefa êrişan. Beriya 5 salan bûyerek li Hewlêrê qewimîbû û têde endamek yê Mîta Tirk hatibû kuştin. PDK jî di vî alî de destkarî li bûyerê kir û ji bo tola Tirkiye ji gelê Kurd bigre, herdû ciwanên Kurd Mazlum Dag û Ebdirehman Er girtin. Ev pênç salin herdû ciwan girtîne û li girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin. Li ser herdû ciwanan biryara darvekirinê hatibû dayîn, lê ji ber helwestên gelê Kurd ev nehat pêkanîn. PDK ya ku xwe weke Kurd binav dike lê di rastiyê de xwînmij û xwefiroşên dewleta Tirkiyê ye, ji ber wê girtina van herdû ciwanan evqas dirêj kir.”

‘PDK bi daxwaza Tirkiyê van kiryaran pêktînin’

Hezar di axaftinên xwe de qala êşkenceya ku li ser Mazlum Dag û Ebdirehman Er tê pêkanîn kir û wiha peyîvî: “Li hemberî van bê mafiyan Mezlum Dag û Ebdirehman Er di greva birçîbûnê de ne. Armanc ne tenê girtina herdû ciwanane, bêdengkirina gelê Kurd a li himberî dagirkeriyê ye. Li rûxmê bangên tevahî gelê Kurd û kesayetên ku li vê bûyerê xwedî derdikevin hatîn kirin jî, lê hêjî li ser herdû ciwanan zext û êşkence tên meşandin. Em dizanin PDK bi daxwaza Tirkiyê van kiryaran pêktînin. Ev êşkence û zordarî ne tenê li ser herdû ciwanên Kurd tên kirin, li ser her Kurdekî ku hêzek ya berxwedanê di xwe de dibîne û li dijî dagirkeriyê serî radike tê kirin. Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji van kiryarên xwe yên qirêj berdin.”

‘Pêwîste raya giştî bêdeng nemîne’

Her wiha cîgirê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Rûbar Spêndarokî jî di derbarê vê mijarê de axivî û da zanîn ku sedemê girtina Mazlum Dag û Ebdirehman Er ji ber kuştina endamê mîta Tirk e û wiha axivî: “Girtina van herdû ciwanên Bakurê Kurdistanê, ji bo Herêma Kurdistanê şermek pir mezine. Van herdû ciwanan ji ber bê mafî, zilm û êşekenceya ku li girtîgehê li wan tê kirin ketine greva birçîbûnê. Wek gelê Kurd divê ji bo van ciwanan bêdeng nemînin. Çawan dibe ku sîxûrekî dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê sîxûriyê bike û welatparêzên Kurd şehîd bixe, ew jî li ser xelkê me yê Bakurê Kurdistanê biryara darvekirinê bidin? Hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van herdû ciwanan bê rûmetiya herî mezin kirin. Ji ber ku ew zordariya ku li hemberî herdû ciwanan tê kirin, li ser tevahî gelê Kurd tê kirine. Pêwîst bû rojekê jî ev ciwan di zindanê de nemabûya, ji ber yê ku tewanbar û destê wî di xwîna ciwanên Kurdan de heyî yek jê Osman Kose bû. Li şûna ku dewleta Tirk bê sûcdar kirin, herdû ciwan hatin girtin ev bi ti awayî nayê qebûl kirin. Pêwîste ne raya giştî û ne jî gelê Kurd li hemberî girtina van herdû ciwanan bêndeng nemîne.”

Rûbar Spêndarokî di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re û wiha domand: “PDK dixwaze bi girtina herdû ciwanan re çi bi dest bixe? Tu wê heta kengê li gel Tirkiye hevkariyê bikî? Gelê Kurd êdî vê yekê ji te re qebûl nake. Li hemberî herdû ciwanên ku ji bo netewa xwe û parastina axa xwe kar û xebat dike, her wiha mafê wan yên di zindanê de binpêdikî û biryara darvekirinê ji bo wan didî, ev yek li hemberî şehîdên li Başûrê Kurdistanê bê rûmetiyeke. Ez bang li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku bêdeng nemînin û demildest her dû ciwan bigihije armanca xwe.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar