Bersivên Gel:
-Zorbazî
-Tepisandin
-Înkar
kirin.
-Tine
hesibandin.
-Milkê xwe
dîtin.
-Desthiladariya
yekdest.
-Qirkirina
fikirî.
-Hertişt
mafê xwe dîtin.
-Kole
kirin.
-Ne
naskirina hestê kes.
-zordarî.
-Perçiqandin.
-Sepandin.
-Nexweşiya
dagirkeriyê.
-Çînayetî
-Serdestî.
Destpotîzm
yan jî despot wek peyîv ji zimanê Firansî tê wateya wê ya Kurdî ji zordar yan
jî zorbazî tê bikaranîn. Despotîzm bi gelemperî bi dîktatoriyê re hevwate tê
bikaranîn. Peyvên ku dikarin hevwate bin peyvên mîna totalîtarîzm, otokrasî an
jî îradeya zordestiyê re were dest girtine. Li cihê ku despotîzm xwe îlahî dike
hertiş di bin emir û nêrînê despotîzmê de tê bi rêvebirin. Despotîzm çi ye?
Despotîzm tê wateya bi zanebûn û bi îrade binpêkirina hukmên qanûnê yên
têkildarî têgihiştina rêveberiyê. Desthilatdariya ku van qanûnan binpê dike,
desthilatdaran dixe bin zextê. Hema bêje hemû îradeya desthilatdaran jî dixe
dibin destê xwe de. Mirov nikare her çalakiya ku dixwaze bi awayê ku dixwaze
bike, were rexne kirin bi ti awayî rexne kirinên ne pejirîne. Ji ber ku rastiya
ferz dike ji hemû rastiyên din teqeztir dibîne. Desthilatdar tiştên ku bi darê
zorê ferz dikin dixwazin pêk bînin. Despotîzm jî bi peyvên wekî mêtingerî,
rejîma totalîter an jî mutleq ve girêdayî ye. Ev gotin gelek caran îşaret bi
despotîzmê dikin. Despotîzm şeklê desthilatdariyê ye ku tê de serwerî di destê
kesekî de ye. Her tişt li gorî xwestekên rêvebirina xwe dibîne. Di qadên xwe
têde ferz dike de azadiya kesên ku birêvedibe, bisînor dike. Her çiqas bi tu
qedexeyan ve girêdayî nebe jî, her tim qedexeyan li ser wan kesên ku îdare dike
ferz dike yanî em dikarin bibêjin li cihê ku despotîzm li desthildar be ti
bermayîn azadiyê li wir tuneye. Despot xwe ji hemû maf, azadiyan, yasa û îradeya kesên ku birêvedibe, bilindtir dibîne.
Îradeya despot ji hemû mirovên din bilindtir e. Bi gotineke din, fermanên ku
despotîzm dide, divê rasterast bêyî pirs û pirsêgirêk bên pêkanîn. Nexwe mafê
despot heye ku her cure cezayan li kesên ku emrê wî nagirin bide. Dîroka
Despotîzmê Mînakên pêşî yên despotîzmê di Serdema Yekem de hatine dîtin. Bi
taybetî jî Mezopotamya, Misir û Anatolya şêweyekî desthilatdariyê ye ku hatine
sepandin bi şêwazê despotîzm xwe bi cih kirin e. Despotîzm heta niha hema bêje
di her civakê de, bêyî ku ferqa nîjad, erdnîgarî û olê bike, hatiye kirin.
Despotîzm di salên ku şaristanî derketine de jî rû dide. Weke mînak hevtayên (gelo ev peyv ne alîgire?) despotîzmê yên
wê demê rêyên desthilatdariyê yên weke feodalîzmê bûn. Her wiha Firewnên Misrê
jî weke mînaka despotîzmê dikarin bên nîşandan. Weke ku tê zanîn Firewnên Misrê
xwe bilind kirin û îdîa kirin ku xwedî taybetmendiyên xwedayî ne. Mînakê vê
desthildatdariyê di roja me ya îro em dikarin bi sîstema dewletê ya ku niha
cîhan li ser wî bingihî tê birêvebirin bigrin dest. Ji gund heta bajar, ji
bajar heta dewlet hema hema hemû cîhan bi rêbaza destpotîzm tê birêvebirin.
Mînaka herî nêzî me jî malbata Barzanî û şefê desthilatdariyê Erdogan e. Ev
herdu sîstemên rêveberiyê ji derveyî xwe û berjewendiyên xwe mafê ti kesekî nas
nakin. Di desthilatdarî û zorbaziya xwe de îsrar dikin ji hemûyan girîng tir
xwe mafdar û azad dibînin. Teqez rastiya tê jiyankirin gelek ji ya heyî cûdatir
û xetertire. Kesên ku bûna aşiqê celadê xwe bi dilxwazî di bin emrê destpotîzmê
de kar û xebatê bilindkirina erkê wan dikin.
0 Yorumlar