Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK HÊZEK XWEDÎ EXLAQ Û PÎVAN E!

Rojnamevan Dilgeş Sason: “Biryara HPG’ê ya bê çalakbûnê, li ser esasê pîvanên exlaqî û civakî ne. Di vê pêvajoya bê çalakbûnê de liv û tevgera dagirkeran zêde bûye. Di vê hilbijartinê de xwedî li rol û mîsyona xwe derketin, di azadiya fizîkî ya Rêber Apo de israrkirin e.”

Armanc Herekol

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason, têkildarî êrişên dewleta Tirk, rewşa gerîla ya ku niha di pozîsyona bê çalakbûnê de ne û banga gerîlayan a ji bo hilbijartinên Bakûr û Tirkiyeyê ji Herêma Behdînanê ji me re ragihand.

‘Bi rawestandina çalakiyan, xwestin êş û azarên gel kêm bikin’

Dilgeş Sason di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd xwedî pîvanên exlaqî, civakîne û got: “PKK ji bo êş û azarên civakê kêm bike bi pîvanên gelek kûr tevdigere. Ya ku bingehê têkoşînê ava dike ev pîvanin. Biryara bê çalakbûnê, li ser esasê êşa mexdûrên erdhejê parvebikin hate girtina dest. Hêzên gerîla bi rawestandina çalakiyan, xwestin êş û azarên gel kêm bikin. Ji ber ku pîvanên exlaqî û civakî yên PKK’ê hene. Beriya heyvekê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, demê vê biryarê dirêj kir. Ji ber rewşa li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ku niha di nav de ne, wisan nîşan da ku ev hilbijartin li gorî hilbijartinên din gelekî dîrokî ye. Ji bo tevahî Tirkiyeyê jî hilbijartinek man û nemanê ye. Yan wê bi faşîzmê berdewam bike, an jî wê li ser hîmên demokratîkbûnê destpêbike. Ev biryar divê xelet neyê fêhmkirin, gerîla ne ji ber rewşek cûda ev biryar daye, sedema vê biryarê zelal e.”

‘Liv û tevgera dagirkeran zêde bûye’

Sason anî ziman ku niha li ser tevahî qadên gerîla êrişekî berfireh berdewame, bi taybetî bi bombebaranên bejahî, hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî berdewamin û wiha pêde çû: “Rojê bi sedan caran bi top, balafir û obusan qadên gerîla bombebaran dikin. Çekên kîmyawî û çekên qedexekirî, li ser tunel û çeperên gerîla bi berdewamî têne bikaranîn. Liv û tevgera dijmin li hinek qadan zêde bûye, ji ber ku dixwazin ji vê rewşa gerîla ya bê çalakbûnê sud werbigirin. Çeperan nû dikin û leşkeran zêde dikin. Ev tevgera wan timî dibin şopandina gerîla de ne. Gerîla çeper û daqên xwe diparêzin. Dema dijmin bi ser qadên gerîla ve jî tên, hinek caran di navbera gerîla û hêzên dagirker de pevçûn çêdibin. Gerîla di çarçoveya xwe parastinê de bersiva dagirkeran dide. Niha li Bakûrê Kurdistanê bi rêya cerdevan û kontrayan tevgerek zêde ya dagirkeriyê heye.”

‘Li dora berxwedanê bibin xelek’

Herî dawî Rojnamevan Dilgeş Sason qala hilbijartinên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê kir û anî ziman ku banga gerîlayan ji bo gel ewe ku xwedî li partiya xwe û sindoqan derkevin û wiha axaftinên xwe domand: “Di vê hilbijartinê de dijmin di hemû hêlan de propagandayên qirêj dike. Di destê wî de tenê şer û qirkirin maye. Çi di warê hunerî de be, çi jî di warê siyasî de be, tenê destê wî de şer maye. Bi vî şerî dixwaze demek din jî emrê xwe dirêj bike. Yê ku li beramberî vî êrişî dixwaze bisekine, divê di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derbikeve. Ger ku li derdora vê berxwedanê em bibin xelek, ne gengaze ku desthilata faşîst demek din li ser desthilatê bimîne. Li Rojhilata Navîn êdî ev îspat bûye ku ji bilî hêza gelê Kurd, ti plansazî, hevsengî û hebûn nikare were avakirin. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya gelê Kurd, bi berxwedana xwe, ev yek îspatkiriye. Ya ku vêya avakirî, têkoşîna nîv sedsalî ya Rêber Apo ye. Divê em bizanibin di vê hilbijartinê de, di vê pêvajoya girîng de xwedî li rol û mîsyona xwe derketin, di azadiya fizîkî ya Rêber Apo de israrkirin e.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar