Berdevkê Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Mexmûrê Bapîr Gundik Remo: “Ev çalakiya greva birçîbûnê me ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo dabû destpêkirin, lê ji ber çêbûna erdhejê ev çalakiya me hinek lewaz ma, ji bo wê emê çalakiya xwe li vir bidawî bikin û bi çalakiyên cûdatir û hîn xurtir bidin domandin.”
Navenda Nûçeyan
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê
ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan
hatibû destpêkirin, di roja 8’ê Adarê piştî meşa girseyî ya 8’ê Adarê bi
daxuyaniyekê bi dawî bû. Têkildarî armanc û bidawî bûna çalakiyê Berdevkê
Komîteya Amadekar a Çalakiya Greva Birçîbûnê Bapîr Gundik Remo ji rojnama me re
axivî û diyar kir ku xwedîderetina li Rêbertî erkê her Kudekê ye, ji bo wê jî
Kurd li kuderê dibe bila bibe ji bo şikandina vê tecrîdê û fîzîkî azadkrina
Rêbertî divê erka ku dike li ser milê wî/ê pêkbîne.
‘Ji ber erdeheja ku çêbûyî çalakiyên hatibûn
organîzekirin hatin sekinandin’
Bapîr Gudik Remo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 2 salin
Rêber Ocalan bi tecrîdek girankirî re rû bi rûye, bi ti awayî agahî jê nayê
girtin û got: “Wek wargeh armanca çalakiya me ew bû ku ji bo em bikaribin ji
tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin re bibin bersiv û azadiya fîzîkî ya
Rêbertî mîsoger bikin, ev çalakî daye destpêkirin. Xwedîderetina li Rêbertî
erkê her Kudekê ye, ji bo wê jî Kurd li kuderê dibe bila bibe ji bo şikandina
vê tecrîdê û fîzîkî azadkrina Rêbertî divê erka ku dike li ser milê wî/ê
pêkbîne. Wek wargeh me jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêzî 2 mehan
çalakiya nobetê dabû destpêkirin, piştî wê ango di 1’ê Sibatê de me ev çalakiya
xwe vegerand çalakiya greva birçîbûnê. Çalakiya me bi biryardariyek xurt mehek
derbaz kir, di nava çalakiya greva birçîbûnê de gelek çalakiyên cûda yên weke
semîner, sînevîzyon û hwd hatin nîşandan. Ev erdehaja ku di 6’ê Sibatê de li
Bakur û Rojavayê Kurdistanê her wiha li Tirkiyê û Suriye çêbûyî ku têde bi
hezaran kes jiyana xwe jidestdayîn û birîndar bûyîn bandorek nerênî li ser
derûniya gelê Kurd giştî çêkir. Ji ber vê yekê jî li gorî tê xwestin çalakî û
pîrozbahiyên ku hatibûn organîzekirin hatin sekinandin. Amadekariyên roja 8’ê
Adarê jî yek ji wan amadekariyanbû, lê ji ber erdheja ku çêbûyî ev yek li her
dederê vegerandin çalakiyên cûda.”
‘Emê çalakiyên xwe hîn xurtir bidomînin’
Bapîr Gudik Remo di dawiya axaftina xwe de îşaret bi guhetina çalakiya xwe
ya greva birçîbûnê kir û wiha domand: “Ev çalakiya greva birçîbûnê me ji bo
fîzîkî azadkirina Rêber Apo dabû destpêkirin, lê ji ber çêbûna erdhejê ev
çalakiya me hinek lewaz bû, ji bo vê me 8’ê Adarê piştî meşa girseyî ya ji bo
Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dawî li çalakiyê anî û bi çalakiyên cûdatir û hîn
xurtir bidin domandin. Ji bo vê jî heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin,
emê bi her awayî çalakiyên xwe bidin berdewamkirin. Banga me ji bo tevahî gelê
cîhanê bi tayîbet ji bo gelê Kurd yên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ewe ku
bêdeng nemîne û di nava çalakiyan de bin.”

.jpg)
0 Yorumlar