Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: Negatîf Çiye?

 


Bersivên Gel;

- Bê kêfî ye.

- Mirovên sarin.

- Mirovên bê enerjî ne.

- Bê moralî ye.

- Bê huzurî ye.

- Bê hîsî ye.

- Nerênî temaşekirin e.

- Rewşa ciwanên vê demê ne.

- Mirovên acizin.

- Kesayetên nerênî ne.

- Mirovên dest ji xwe berdane.

Di xwezaya mirov de aliyek yê mirov negatîf û aliyek pozîtif heye. Ev herdu alî kîjanê em pitir karbînin wê jiyana me û derdor jî wisan biherike. Em dikarin hinek aliyên negatif li vir rêzbikin. Hertim nerênî axaftin, gazind kirin, enirîn, bi kîn tevger kirin, acizî, hesudî, şerkirin... evane hemû şêwe didin jiyane me. Em xwedî enerjiyekin ji bo enerjiya xwe xercbikin gelek rêbazan bikartînin û gelek ji me vê enerjiya xwe pitir di aliyê negatîf de bikartîne. Zêhna me yan negatife yan jî pozîtîfe; kêyfxweş, aciz, bi heskirin, bi kîn, bi hêrs, bi rehm, jiyan û mirin. Rewşa negatîfbûnê bê huzuriyê çêdike, ew dojeheke. Çima em ewqas negatîf daxivin? Ew weke êşek normal ango weke girîbekê ye. Ew di hindirê me de pêktê lê ew ne hûn bi xwe ne. We têxe rewşeke ketî, bê hal, bê moral lê ev nayê wê wateyê dê her wisa be. Hertim negatîf fikirîn bandorê li ser hestên mirov jî dike. Ji ber wê hertim mirovên bi negatîf xwedî hîsên nerênî ne. Kevirê ku dikeve ber pêlava mirov de mirov nikare du deqeyan pê tevger bike, lê mirovên negatîf tevahiya temenê xwe bi wan hestên negatîf re jiyan dikin. Bi wê re nexweşiyan dide avakirin, rewşa xwe dide xirab kirin, hevalên xwe, malbata xwe, civaka xwe bi vê negatîfbûnê tune dikin. Mirovên negatîf difikirin, hîs dikin û tevger dikin di aliyê bi temen de qasî mirovên pozîtîf jiyan nakin. Temenê wan kintir dibe, ruhê wan û laşê wan de sistî heye. Destê xwe bidin çi tiştî hişk dikin, li çi temaşe dikin xirab dikin, li gel kê nîqaş bikin wî bêzar dikin. Dema tiştek were serê wan xwe layîqî heskirinê nabînin, bi tirs jiyan dikin, xwe sucdar dikin. Ev hinekê ji biçûkatî de li wan hatiye barkirin. Rewşa ketînê tu caran qebûl nakin, ez ne layîqê vê bûm, min ev heq nekirbû û wisa bi wan hîsan re jiyan dike û hertim di hindirê xwe de digrin. Ger hinekê çavdêriya xwe bikin wê bibînin ku ew hemû aydê zêhna wanin. Tirs, bê bawerî, bê hêzî, bê heskirinî... hertim xwe deyîndarê paşerojê dibînin, bi gerek ne wisa ba, divê ne wisa çêbiba, xwe tune dikin. Xwe tu caran têrker nabînin, her hîsê negatîf di wan de êşê dide xuluqandin. Ji ber hertim bi tiştên di paşerojê de hatîn serê wan re jiyan dikin, vê kêliya xwe jî vedigerînin wan êşan û bi wan tirsan re jiyan dikin. Min duh ev jiyan kir, ev hat serê min, ez ne tu tiştim, min nekarî ez çareser bikim, ev dengên he di guhê wan de lê dide û ew jî pey wan dengan diçin. Ji derve de weke qiral û qiralîçeyên xeman têne naskirin. Ji kesekê hesdikin dema bersivek erênî negrin, di dilê xwe de xeman didin avakirin, ne wêrin heskirina xwe ya rast re jî jiyan bikin. Ew jî ji derveyî rastiya cewherê xwe tevger dikin û bi wê kesayeta sexte ya ku xwe jê xilaskirinê de bê çaretiyê jiyan dikin re dimeşin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar