Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo Fermandar Yaşar Botan konê sersaxiyê hate vedan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Fermandarê  Eyaleta Dêrsimê yê HPG’ê Şehîd Yaşar Botan konê sersaxiyê hate vedan. Şêniyên wargehê sersaxî ji malbatê re xwestin û gotin: “Em kesên ku li penabertiyê ne, lê 24 saetan me bi welat re jiyan kir, lewra zarokên me yên ku li penabertiyê jî ji dayîk bûyîn li bodrûmên cizîrê de, Kobanê û li Efrînê şehîd ketin. Ji ber wê ev derde di dilê dijmin de.”


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandarê  Eyaleta Dêrsimê yê HPG’ê Şehîd Yaşar Botan konê sersaxiyê hate vedan. Endamên sazî û dezgehên wargehê û tevahî şêniyên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin. Beriya ku axaftin werin kirin, di kesayeta şehîd Yaşar Botan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şênî û saziyên wargehê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

Fîlîz Budak di axaftina xwe de diyar kir ku vê wargehê bi tekoşîna xwe, bi hêza xwe ya cewherî bi baweriya xwe, bi zanabûna xwe ya ku ji têkoşîna azadiyê û Rêber Ocalan girtî, ti carî pişta xwe neda vê têkoşînê, her tim bûn ferdên herî aktîf yên di nava vê têkoşînê de û wiha pêde çû: “Em kesên ku li penabertiyê ne, lê 24 saetan me bi welat re jiyan kir, lewra zarokên me yên ku li penabertiyê jî ji dayîk bûyîn li bodrûmên cizîrê de, Kobanê û li Efrînê şehîd ketin. Ji ber wê ev derde di dilê dijmin de. Ev 40 sale em bi fîzîkî penaberkirin lê nekarîn bi rûh, bi zanebûn, bi dil û mejî me penaber bikin, ti carî nekarî me ji heqîqeta me, ji rastiya me dûr bike. Heval Yaşar bi çandek wisa mezin bû, bi malbatekî wisa re ku perwerdeya malbat dide, heskirin, hestên welatperwerî ku malbat di zarok de dide avakirin hêla ku kesayetek wek kesayeta şehîd Yaşar Botan derbikeve holê. Em destpêkê dibêjin serê Rêbertiya me saxbe, serê malbata hêja, serê rêhevalên wî yên dibin kîmyabaranê de li berxwe didin û tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz saxbe.”

Piştî li ser navê malbatê bavê Şehîd Yaşar Botan, Mehmûd Manak axivî û xêrhatina tevahî gelê amade kir û wiha got: “Em di pêvajoyek ya hebûn û tinebûnê re derbaz dibin, niha dû rê li pêşiya me hene yan emê bedelan bidin û bi serbikevin, yan jî emê teslîm bibin û çok danin. Wek Mehmet Tunç jî gotî em ti carî çok nadanin, ji bo wê dibe ku hinekî bi êş be lê em serbilindin, bi rûmet û şerefin. Em ew gelin yên ku Rêber Apo û şehîdan anîn rêza gelên cîhanê ye, berê em nebûn, lê niha li Ewrûpa, Efrîka, Rojhilata Navîn û her derê cîhanê çi nîqaş û projeyek hebe, ev bi saya Rêber Apo û şehîdan qala me jî tê de tê derbazkirin. Şehîd Yaşar ne kurê me tenê bû, kurê we bû, birayê we bû serê we saxbe, serê Rêber Apo saxbe û serê rêhevalên wî yên di çeperan de saxbe, hûn hemû bi xêr hatin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, Bijî Serok Apo’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar