Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara 21’ê Adarê Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û tevahî gelê welatparêz pîrozkir û ev bang kir: “Di 21’ê Adarê de dakevin qadan û bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bikin.”
Armanc Herekol
Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Yusuf Kara bi boneya Cejna Newrozê ji ajansa me re axivî.
‘Newroz berxwedan û nûbûn e’
Yusuf Kara destpêkê cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, şervanên ku niha li dijî dagirkerên Kurdistanê destanan dinivîsînin û tevahî gelê welatparêz pîroz kir û got: “Em di heyva Adarê de ne, Adar heyva nûbûn, azadî û biharê ye. Her wiha heyva qehremanan e, ji bo wê di kesayeta şehîd Sara û Rûken de tevahî cangoriyên azadiyê bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Newroz sala nû ye û bi destpêka biharê re berxwedan û têkoşîn jî nû dibin. Newroz berxwedan û nûbûn e.”
‘Êriş, bişaftin û zilmek di asta herî jor deye’
Kara di dewamê de balkêşa li ser êrişên li ser gelê Kurd tên meşandin û wiha pêde çû: “Êriş, bişaftin û zilmek di asta herî jor de, li ser netewa Kurd tê meşandin. Ev êriş, bi destê dewleta Tirk û dewletokên statuparêz pêk tên. Ji ber ku hemû li dijî azadiya gelê Kurd, bûne yek. Ji ber wê, em di nava van şert û mercan de dikevin Newrozê. Xalek din a herî zêde em pê êş dikêşin, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ye. Ev 2 sale bi ti şêwazê agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rêberê me di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ji bo wê, em di serî de cejna Rêberê xwe, şervan û gelê xwe pîroz dikin. Emê îsal bi diruşmeya ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ Newrozê pîroz bikin. Pêwîste em newrozê tacîdar bikin.”
‘Bi ruhê Zap û Avaşînê dakevin kolanan’
Herî dawî Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Yusuf Kara bang li gel kir da ku di Newrozê de hemû kes dakevin qadan û wiha axaftinên xwe dawî kir: “Divê gelê me di Newrozê de dakevin qadan. Li her qadê divê daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bê kirin. Ji bo ku em êriş, dagirkerî û bişaftinên li ser gelê Kurd tên pêkanîn têk bibin, divê em di 21’ê Adarê de biherikin qadên Newrozê. Ger em Kurd di vê sedsalê de nebin yek û yekîtiya xwe çênekin, emê têk biçin. Bi yekîtiyê em dikarin xwe bidin jiyankirin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim, werin em hemû bi hev re li dora Rêber Apo kombibin û hebûna xwe biparêzin. Îro şervanên gelê Kurd, li her qadê hebûna gelê Kurd, çand, nasname û dîroka gelê Kurd diparêzin. Bi ruhê Zap û Avaşînê dakevin kolanan. Ji bo wê ez carekdin bang dikim, bi vî ruhê şervanên gelê Kurd dakevin qadan û têkoşîna heyî xurt bikin.”
0 Yorumlar