Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Divê em 4’ê Nîsanê bi Rêber Apo re pîroz bikin‘

Rêveberiya Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan, Mamoste Mihemed Bîlen di derbarê amadekariyên Festîvala 4’ê Nîsanê de axivî û ev bang kir: “Banga me bi taybet ji bo gelê Kurd yê xwedî şeref û bi rûmet ewe ku em vê 4’ê Nîsanê ya bê Rêbertî bikin 4’ê Nîsana dawî.”

Xurbet Tallî

15’emîn Festîvala 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji aliyê qada perwerdê ve her sal tê organîzekirin, îsal bi turnovaya futbolê destpêkir. Têkildarî festîvala îsal, Rêveberê Dibistan Navîn a Şehîd Jiyan, Mihemed Bîlen ku di komîteya amadekar ya Mêhrîcanê de cih digire ji Rojnews re axivî. Bîlen diyar kir ku ew di wê hêviyê de ne, ev Mêhrîcan bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya tevahî gelê Kurd.

‘Wê heta 1’ê Nîsanê bidome’

Mihemed Bîlen 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, destpêkê li Rêber Ocalan pîroz kir û da diyar kirin ku ev roj di heman demê de roja ji dayîkbûna gelê Kurde û wiha got: “15. Festîvala 4’ê Nîsanê ku bi boneya 74’emîn roja dayîkbûna Rêber Apo ye, ev zêdeyî 20 rojin me amadekariyên wê daye destpêkirin, amadekariyên me wê heta 1’ê Nîsanê bidome. Festîval wê di 2’ê Nîsanê de bi awayek fermî destpê bike û wê sê rojan bidomîne. Amadekariyên me yên beşên mûzîk û govendê ber bi dawiyê ve diçin, bi wê ve girêdayî beşên çêkirina wêne, makêt, hebest û dariştinan jî hene û amadekariyên wan bi dawî bûne. Wê di 2’yê Nîsanê de wêne û maketên ku ji aliyê mamoste û xwendevanan ve hatine çêkirin, di pêşangehê de werin pêşkêşkirin. Di roja duyema ango di 3’ê Nîsanê de jî wê pêşbirkên werzîşî bên lidarxistin. Bi wê ve girêdayî roja 4’ê Nîsanê jî wê pêşbirkên govend, mûzîkê yên di nava dibistanan de, bên lidarxistin.”

Mihemed herî dawî ev bang kir: “Banga me bi taybet ji bo gelê Kurd yê xwedî şeref û bi rûmet ewe ku em vê 4’ê Nîsanê ya bê Rêbertî bikin 4’ê Nîsana dawî. Em 4’ê Nîsanek din bi Rêber Apo re pîroz bikin, ji ber ku eger em îro dikarin tişetekî pêkbînin ev bi saya Rêber Apo, şehîd û şervanan e. Em bi şîara ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’ son bixwin ku em di 4’ê Nîsanek din de bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar