Li hemberî
komploya 15’ê Sibatê bi Rêbertiya me re “bûna hevaltiya hevalan tê wateya
xwedîderketina li heqîqetê.” Em 24 salin ji aliyê fîzîkî ve ji Rêberê xwe yê
Azadiyê ku wate û hêviya jiyana me ye, dûr in. Tevî ku Komploya navneteweyî
dixwest ku di navbera me de xefk û xirecir çêbike jî, lê belê me weke milîtan
bi derbaskirina xefk û xirecirê re soza xwe ya bi Rêbertiya xwe re kûrtir kir.
Me hînkirina Serokatiya xwe, îdeolojî û şêwaza jiyana Rêberê xwe di mejî û dilê
xwe de neqişand. Her çendî hevgirtina fîzîkî girîng e jî, yekîtiya giyanî her
gav hînkirina herî girîng e ku me zindî dihêle. Mijara ku em hewl didin
komploya navneteweyî fêm bikin û têbigihîjin
her tim ji bo me bûye xalek meraqê. Çima komplo li ser Rêberê Gelê Kurd
û gelê Kurd hat pêşxistin? Çima bi komploya ku li dijî Rêbertî hatî pêk anîn,
ti rêgezek exlaqî û mirovî nas nekir? Rêbertî komika nirxên exlaqî û polîtîk ên
civakê bû, ango kombûna hemû nirxên ku pergala serdest a mêr dixwest ji jinan
bidize bû. Komplo û komployên di dîroka şaristaniyê de heta pergala kapîtalîst
a îro weke dîroka komplogeran xwe zindî hiştiye û heta îro li ser
desthilatdariyê maye. Xweda padîşah, şah, siltan, împarator û hwd. Wan ev yek
weke nîmetên ku xwedayan pêşkêşî wan kiriye, dihesiband û dinirxand. Komplo
yekane lîstik bû ku li pişt deriyên veşartî di qesrên împaratoriyên mezin de
lîstin. Lîstikên hêzê serdest, dinya bê mirov kir û jiyanek baş nehiştiye.
Mirovahî di bin van lîstikan de dinalin. Felsefeya bingehîn a komplogeran ewe
ku desthilatdariyê her heyî bikin. Komplo weke berhema hişê analîtîk pêşket.
Serdestan ji bo sîstemên xwe avabikin û pêşbixin komplo bikaranîn. Her dengê ku
li dijî desthilatdariyê dihate qutkirin, yên ku di rêyên azadiyê de dimeşiyan
hatin tepisandin, êşkence kirin, hatin qetilkirin û ji bo ji holê rakirina wê
çi ji destê wan hat kirin. Du armancên sereke yên komployê hebûn. Ya yekem
kolekirina civakên xwedî nirxên exlaqî û polîtîk bû, ya duyemîn jî tinekirina
rastiyên civakî yên ku exlaqê azadiyê temsîl dikirin.
Ji ber vê
yekê komploya 15’ê Sibatê xwedî bingeheke sedsalî ye. Komplo di her serdemê de
xwe eşkere dike û bi awayekî cuda berdewam dike. Sîstema qirkirinê ya li ser
Kurdistanê sîstemeke ku ji aliyê pergala kapîtalîst a global ve hatiye
pêşxistin û ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye afirandin. Komploya navneteweyî
xwedî bingehên dîrokî ye û bi pergala kapîtalîst ve girêdayî ye. Em bi jenosîda
Kurdan a ku Kurdan înkar dike û dixwaze wan tine bike re rû bi rû ne. Hebûna
Rêbertî, PKK’ê, tevgera azadiya Kurd, pêşketina demokratîk a li Rojhilata Navîn
li pêşiya berjewendiyên kapîtalîzma gerdûnî asteng e û ji bo bi tevahî tinebike
komployên cuda pêş dixe. Komploya 15’ê Sibatê ji “hevdengiya entrîka DYA, durûtiya
Ewropayê û xiyaneta Kurdan” derket holê. Armanc di vir de ewe ku çareseriya
pirsgirêka Kurd ber bi îflasê ve biçe, ev tê wê wateyê ku nakokiya di navbera
civaka Kurd û Tirk de wê veguhere rewşek bêdawî. Ji bo vala derxistina komployê
di vê wateyê de bi qasî têgihiştina pêşketina dîrokî ya komployê ye, divê mirov
fêm bike û têbigihije ku di şert û mercên îro de komplo çawa xwe nû dike.
Armanca
bingehîn a komploya 9'ê Cotmehê tarîkirina xeyal û hêviyên azadiyê yên Tevgera
Azadiya Kurdistanê bû. Di kesayeta Rêbertiya me de hat xwestin ku Tevgera
Azadiya Kurdistanê PKK were tasfiyekirin. Têkoşîna ku Rêbertiya me pêşxistî û
asta komkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd de, proje û perspektîfên ku
pêşxistiye, komplo pûç kiriye. Komploya 15’ê Sibatê bi taybet berxwedana
Îmraliyê ya Rêberê me û bi hezaran hevrêyên me yên ku her kêlî û saniyeya
têkoşînê bê dudilî mezin kirine û gihîştine şahadetê, di encama berxwedana gelê
me de bi bedelên giran û biryardariyeke mezin hat vala derxistin. Komploya 9'ê
Cotmehê, pêvajoya berxwedan û têkoşînê ya derketina Rêbertiya me ji Sûriyeyê
heta Yewnanîstan, Rûsya, Îtalya, Kenya û heta 15'ê Sibatê ye.
Bersivên tûnd
ji komployê re bi çalakiya "Hûn nikarin tava me tarî bikin" hatin
dayîn, ku li hemberî êrişên hovane yên hêzên komploger ên navneteweyî ku şert û
mercên esareta Rêbertiya me amade kiribûn pêşket. Dema ku Rêbertiya me ji
Sûriyeyê derket û birin Îmraliyê, xwe şewitandin, dest dayîna li ser konsolosxaneyan,
grevên birçîbûnê û hwd. çalakî hatin pêşxistin. Di van çalakiyan de 63 hevrêyên
me şehîd bûne.
Rêhevalên
ku xwe kirin agirê li dora Rêbertiyê: Di destpêkê de Rojbîn, Berwar, Dîlan,
Tayhan, Xebat, Binevş, Zîn, Rozerîn, Şaristan, Rotînda û Kurdê bûn.
Yekemîn
hewldana komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiya me di 6’ê Gulana 1996’an de bi
hewldana sûîqestê ya li Şamê pêk hat. Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ya yekemîn bû
ku vê komployê fêm kir û bi çalakiya xwe ya hewldana pûçkirina vê komployê, got,
“Bê Serok jiyan nabe” û çalakiya xwe pêkanî. Bi çalakiya rêheval Zîlan re
dilsoziya wê ya kûr a bi Rêbertî re û kûrbûna feraseta wê tê dîtin. Ev çalakî
ne tenê çalakiyeke leşkerî bû. Rastiyeke ku pêvajoya îdeolojîk û plansazkirî
fêhm dike, xeteriyên li hemberî Rêbertî û tevgera me çêdibe dibîne, li hemberî
van xeteriyan helwestekê diyar dike û li gorî wê çalekî dike
Komploger
ji bo avakirina pêkhateyeke nû li Rojhilata Navîn hewl didin xwe ji nû ve
birêxistin bikin û plansazî bikin.Weke ku tê zanîn Rêbertî di parêznameyên xwe
de jî aniye ziman, "Navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn
e." Ji damezrandina PKK’ê heta niha PKK bi gelek komployan re rû bi rû
maye. Heta 9’ê Cotmehê ku herî dawî Rêberê me ji Sûriyê derket. Yekemîn
destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêbertiyê hat
destpêkirin û hêzên navnetewî bi komploya 15’ê Sibatê ji bo encam bigirin bûn
yek. Wê demê ti welatekî Rêbertiya me qebûl nedikir. Ev komployeke bi zanebûn û
plankirî ya komploya navneteweyî bû. Rêberê me li hemû cîhanê bi zanebûn
kesayeta nexwazane hatiye îlankirin. Hêzên hegemon ji bo desthilatdariya xwe
biparêzin komployê weke hunereke desthilatdariyê dihesibînin.Rêbertî di
danasîna komployê de balê dikişîne ser van tiştan. ‘Komplo çeka herî mezin e ku
komên desthilatdar di warê parastina hêza xwe de di destên xwe de dihêle’. Bi
komploya 15’ê Sibatê re bi dîlgirtina Rêbertî re ev çek bi tûndî li dijî Kurdan
bi karanîn.
Li cihê ku
komplogeran got her tişt bi dawî bûye, li erdnîgariya Rojhilata Navîn xwedî
derketina Rêbertiyê pêkhat. Ev têkoşîn di têkoşîna hezar salan de di navbera
beşên mêtinger û bindest de dihat meşandin. Têkoşîna lêgerên heqîqetê, di
navbera başî û xerabiyê, bedewî û nexweşik, azadî û koletiyê, rastî û derewiyê
de bû. Rêbertî bû bersiva vê lêgerînê. Yên windakirî dê li cihên winda bên
gerandin û dîtin. Gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd wê ji nuqteya ku winda
kirine dîsa bidestbixin. Hêzên desthilatdar dixwestin Kurdistanê bixin bin
kontrola xwe û Kurdan ji bo armancên xwe bikarbînin. Bi vî awayî wê karibin
berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li Rojhilata Navîn biparêzin. Dema xwestin
vê pêşbixin yekane asteng Rêbertiya me bû. Armanca wan bêbandorkirin û tinekirina
PKK û Kurdê azad bû. Hatiye wê qenaetê ku heta PKK li Rojhilata Navîn neyê
tasfiyekirin planên wan ên li ser Kurdan bi ser nakevin û heta ku Rêberê me saxbe
PKK nayê tinekirin. Ji ber vê yekê hemû kontra û planên wan li ser Rêberê me
bû. Êrişa li ser Rêbertiyê di kesayeta Rêbertî de veguherî êrişa li dijî PKK,
civaka Kurd û Kurdistanê.
Li gel
pêvajoya ji nû ve avadankirin û guhertina paradîgmatîk a ku bi pêvajoya
Îmraliyê re pêşket, avahiyeke giştî ya ku li ser bingehê nûkirina bîrdozî,
guhertina stratejîk, li gorî pêwîstiyên pêvajoyê xeteke nû ya têkoşînê û li
gorî têkoşîna li dijî komployê, avahiya rêxistinkirî ya gel derket holê. Em bikarin xeta
paradîgmatîk a ku ji hêla Rêbertiya me ve hatî pêşxistin bi tevahî pêk bînin,
emê bikaribin komployê pûç bikin. Wek PKK û Tevgera Azadiya Kurd em bi
pirsgirêkên pir giran re rû bi rû ne. Weke gel, nirxdayînên xwe avakirin, li
gorî wan jiyan kirin, jiyana xwe tevger kirin, bi ziman û çanda xwe beşdarbûn
şertên herî girîng ên netewa demokratîk in. Dewlet netewe ji bo çareseriya
aştiyane ya demokratîk ti gavekê jî navêje. Dema mijar Kurd be, îmha, înkar, bişaftin
û qirkirin tê rojevê. Şerekî qirkirinê ye ku ji sedsalan zêdetire li dijî
Kurdan tê meşandin. Qonaxa dawî ya vê di rastiya PKK û Rêbertiyê de cih
girtiye. Şerekî ku armanca wê ewe ku Kurdan bi giştî ji dîrokê derxîne û wan
lawaz bike.
Em
naxwazin di 15’ê Sibatê de her ku têkevin vê roja reş careke din bijîn. Em ti
carî nikarin Îmraliyê û pergala Îmraliyê qebûl bikin. Divê em li hemberî
komployê helwesteke xurt nîşan bidin û li gorî erk û berpirsyariyan nêz bibin û
bi giştî red bikin. Em kûrahî û rûxandina komployê di têkoşîn û berxwedana 25
salan de bi awayekî zelal dibînin.
Pêwîste
têkoşîna xwe ya li dijî hêzên komploger ên di xeta Rêbertiyê de bigihînin
serkeftinê. Bersiva me ya li dijî Komploya Navnetewî divê hîn zêdetir avakirin,
rêxistinbûn, serkeftin û tevlîbûna zêdetir be.
Rojda Firat
0 Yorumlar