Ticker

10/recent/ticker-posts

Bîrdoziya rizgarkiriya jin

Me jinan di 8’ê Adara 1998’an de diyariyek biwate ji Rêber Ocelan girt. Rêbertî wê demê, Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji bo cîhanê îlan kir. Bi taybet di rojeke wiha de diyariyek bi vî awayî qet ji bîra me jinan naçe. Ev diyariya Rêbertî ya ji bo jinan nedişibiya ya ti bav, bira, mêr, kur an jî ya ti evîndarî. Hîn dema dayîka Uweyş 4 metre qumaş jê xwestibû, ew di lêgerina vê diyariya mezin de bû. Diyariyên biçûk û maddî herkes dikare bide û ya digre jî dikare bihesanî kêfxweş bibe. Lê pêşxistina bîrdoziya ku jinê bike xwediyê xwe û di rojeke wiha de îlan kirina vê bawer nakim hatibe bîra ti kesî. Di tevahî têkoşînên din ên cîhanê de destpêkê bîrdozî heye û xebatên xwe li ser vê meşandine. Li Kurdistanê bingehê bîrdoziya jinê gav bi gav hatiye hûnandin. Her gaveke hatiye avêtin, bi demê re hûndirê wê baş hatiye dagirtin, bûye ezmûn, têkoşîn ronî kiriye û li ser vê gavên din hatine bilindkirin. Weke jin binavkirina bîrdoziyê di bihara 98’an de me yekem car bîhîst û zanî. Lê dîrokeke têkoşînê ya beriya vê jî heye ku heta gihaştiye vê qonaxê. Bi PKK’ê re me rêxistina xwe ya xweser a yekem avakir û bi şerê xwe bûn xwedî artêşa jin, me şehîd û bedêlên mezin dan. Ji bo weke bîrdozî binavkirinê xebat û têkoşîneke zêdetirî 20 salan hatiye meşandin. Ev rêbazeke rastiya Rêbertî bû.

Ji xwe beriya PKK’ê û têkoşîna me ya azadiyê, pergala desthilatdar ji bo jinan digot; nezan, bêhiş, bêhêz, xerîb û xeşîm. Lewma qet nedihat bîra me ku em jî xwedî bîr û hişek bin. Ya bêhiş be, ma wê karê wê bi bîrdoziyê çibe? Jixwe hertim bîrdozî karê yên pir zana û pisporan bû. Yên pir zane û pispor jî hertim zilam bûn. Ew pêre mijûl dibûn, wan pê kar dikir û mohra wan li ser bû.

Rêbertî weke Ewledakî Xwedewandan û Hevalê Jina Evînê, dema rêya têkoşînê ji me re vekir, em ber bi wî ve herîkîn û me dît; bîrdozî biqasî av û hewayê bingehê jiyana me ye. Di meşa xwe de me zanî ku bîrdoziya desthilatiya zilamtiyê hemû aliyê jiyana me pêçaye û me fetisandiye. Jixwe mirov kîjan bîrdoziyê esas bigre, li gorî wê jî dijî. Mane bersiva herî zelal a bîrdoziyê; çawa jiyankirina mirov e. Mane bîrdoziya me bersiva pirsên; jinbûn çiye, em kî ne, bûne çi, aniha çine, rêbaza rizgariyê çawa ye, emê çi bikin û çawa bijîn, dide. Weke jin dema pirsên rast, di dem û cihên rast de em ji xwe bikin û bersiva wan bi jiyanê bidin, em dibin xwediyê piratîka bîrdoziya rizgariya jine.

Raste, weke Bîrdoziya Rizgariya Jinê hatiye pênasekirin. Lê Rêbertî ji bo vê wiha got; “Bîrdoziya jinê tenê bîrdoziya zayendî nîne. Di rastiyê de bîrdoziyeke civakî ye”. Tevî heqîqeta jinê ya cewherê civakî jî ger nêzîkatiyên me zayendîbin, encama me jixwe wê cardin desthilatî be. Ha desthilatiya jin ha ya zilam ferqa xwe çiye? Li şûna zilam jinê danî, wê di jiyana me mirov û civakan de çi biguhere? Di vî rêbazî de bi navê zayendê xwe dide pêş, lê rûyê xwe yê zordarî û kolekirinê vedişêre. Jina bi vê hişmediyê ji xwe dûrî Bîrdoziya Rizgariya Jinê ye. Em dizanin, zayend bi serê xwe ne pirsgirêkin. Jixwe li vir em behsa bîrdoziya desthilatiyê ya zilam jî di navê de bindeste dikin. Ji bo jiyaneke azad, pêwîste em girêdana azadiya jinê, bi azadiya civakê fêm bikin.

Jixwe ji navê wê jî diyar e, Bîrdoziya Rizgariyê. Raste ji bo rizgariyê ye, lê ji çi? Rizgarbûna ji her cure koletî, paşverûtî, dûrbûna ji cewherê xwe, kilasîkbûn, bêbawerî, dirûtî, ajoyîbûn, ezezîtî, milkbûn, evînên sexte, derew, desthilatî, xiyanet… û gelek taybetmendiyên din ên wekî van. Rizgarbûna ji hişmendiya van. Ji ber mijar hişmendiye û em behsa pergaleke cîhanî dikin, ev ne hewqesî hêsane. Weke navlêkirin û hewldan asteke me heye. Pêşketin hene, lê têrê nake. Lewma divê mirov timî weke tînî azadiyê tevbigere.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê weke têgeh û rêbaz beriya vê 25 salan Rêbertî kiriye rojev. Îro têkoşîna jinan mohra xwe li sedsala 21. dide. Em bi vê gihiştin Jîneolojî yê jî. Ger em bixwazibin Zanista Jinê baş fêm bikin, divê bingehê vê yê Birdoziya Rizgariya Jinê jî baş bizanin, fêm bikin û hîs bikin.

Her wiha xalên divê em jê rizgarbibin mirov dikare zêdetir bike, lê ji bo rizgarbûnê bixwe 5 xal hene. 5 rêgez, 5 heqîqet…Welatparêzî, zanebûn û îradeya azad, rêxistin, têkoşîn û xweşikbûn… Em nikarin

van ji hev qut bikin, her yek ji van ya din bandor dike û dide pêwîstkirin. Hemû girêdayî hev û di nava hev de ne. Her carê emê li ser xaleke ji van bisekinin.

Jiyan Aras


Yorum Gönder

0 Yorumlar