Şêx Fexrê Adiyan, fîlozof û zanayekî bi eslê xwe Kurd ê Êzîdiyane ku di sedsala 11'an de jiyaye. Tê gotin ku piştî Şêx Adî jiyaye. Li gorî vê jî, Şêx Adî bixwe jî di sedsala 10'an de jiyaye.
Şêx Faxrê Adiyanî, jî weke ku çawa ji gelek alim û mezinên Kurd helbest mane, ji wî jî gelek helbestên ku bi destanî tên gotin mane roje me ya îro. Şêx Faxrê Adiyanî li ser dîrok, felsefe, astronomî û fizîkî hizrên xwe anîna ser ziman. Di derbarê van beşên zanînê bi hinek beşên din re jî nivîsandiye û aniya ser ziman. Şêx Faxrê Adiyanî, Şêxekî Êzîdî bû. Di dema xwe de xwedî dergeh bû. Heta ku hatiya kifşkirin ku ew di dema xwe de weke "şêxê şêxan" hatiya dîtin, naskirin û qebûlkirin. Bandora wî di wê demê de gelek hebû.
Şêx Faxrê Adiyanî, piştî Şêx Adî re hat û di dema xwe de hewlda ku Şêx Adî pir baş bi mirovan bide fêhm kirin. Yanî biqasî ku tê dîtin û bawerkirin Şêx Faxrê Adiyanî, Şêx Adî piştî wî re jî di nava xalkê Kurdistanê de pir baştir daye fêhm kirin. Di wê dema ku pir êriş li ser Êzîdîtiyê hebûn, di xate Şêx Adî de meşî û hemû êrişên li ser ola Êzîdîtiyê dan rawastandin. Bi vî rengî di wê demê de bandora Şêx Faxrê Adiyanî pir girîng heya ku wî ola Êzîdîtiyê bi têgihiştin û baweriya civata wê û dîroka wê re pir baş haniye ser ziman.
Şêx Fexrê Adiyanî, fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê ye. Şêx Fexrê Adiyanî yê ku di sedsala yazdeyan de jiyaye û yek ji yê mezintirîn zanayên ola Êzîdiyane û gelek ji tekstên ola Êzîdiyan ji aliyê wî ve hatine nivîsandin.
Tekstên ola Êzîdiyan ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin.
Babê nebî Birahîm Xelîl e,
Bo Xwedê xwe kiribû dexîl e,
Qurbaniya xwe kiribû Simayîl e
Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e
Rebê Şêxê min î Adî ye
Her wiha bi sadan helbest û qasîdeyên wî hene. Ji bilî wan jî Şêx Faxrê Adiyanî metnên di derbarê dîrokê û felsefê de jî nivîsandine. Her wiha bi nivîskî cîrokên ku wî bidestê xwe nivîsandin jî hebûna.
Di wê demê ji Êzîdiyên Lalişê û yên derdora wê re hewayeke aşîtyane û mecalên hişyarbûnê, xwenaskirinê û afrêneriyên baş çêdibin. Tevî rêvabirên mîrîtiyên Êzîdiyan wisa jî komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên bi nav û deng yen wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din li hev dicivin û edebyeteke kurdewariye bi cûre û naveroka xwe balkêş bi zimanê kurmanciya xweş xizîneyeke mezin qewl, beyt, dua, destan, qasîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebêyên din bi melodî û miqam, bi felsefe û hunureke edebiya bilind dihûnin, pê heykelê felsefa ola Êzîdîtiyê ya kevnar bi zanyariya xwedênasiyêye bê kêmanî dixemilînin.
Bi bîranîna zanayên oldar û alimên baweriya Êzîdiyatiyê
yên wê demê hesabên wan berheman pir mezin bûn. Dibêjin dema Şêx Fexir 11000
qewl, beyt, qasîde, çawa niha nav dikin, têkstên bawarya Êzîdîtiyê hebûne.

0 Yorumlar