Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: ORYANTALÎZIM ÇIYE?

Bersivên Gel;

- Rojhilatnasîn e.

- Bi çavê Ewropayê temaşe kirin e.

- Bi zimanê Ewropayê nirxandina Rojhilata Navîn e.

- Kopya Rojhilata Navîn e.

- Zanistek e.

- Naskirina Rojhilata Navîn e.

- Takakesiye.

- Mêzandina Ewropaye.

- Polîtîkaya leyzok e.

- Baskek yê zanistê ye.

- Bandora ol ya li ser Ewropa ye.

- Baskek a nû ya hunerêye.

- Texlîtkirin e.

- Çanda Rojhilata Navîn e.

- Modeleke.

Oryantalîzm an jî bi gotinek din rojhilatnasî; naveke ku ji hemû lêkolînên li ser civak, çand, ziman û gelên Rojhilata nêz û Rojhilata dûr pêktên re, tê gotin. Ev lêkolîn ji aliyê zanyarên Rojava (Ewropa) ve tê kirin. Di zimanê Ingilîzî de peyva rojhilat wek ‘orîentalîsm’ tê îfadekirin. Peyva orîent ango rojhilat, ji zimanê Fransiya navîn derbasî zimanê Ingilîzî bûye. Koka wê jî xwe dispêre peyva Orîens a zayîna tavê îfade dike.  Di xebatên dîroka huner, wêje û çandê de jî dibe rave û taklîda cîhana Rojhilat. Bi gelemperî ev ravekirin jî ji aliyê nivîskar, hunermend û dîzaynerên Rojava ve tên kirin. Piştî ku pirtûka Edward Seîd a bi navê “Oryantalîzm” di sala 1978’an de derket û şûnde gelek xebatên akademîk ji bo helwesta giştî ya zanyarên Rojava, ya li ser civakên Rojhilata Navîn, Asya û Efrîqaya Bakur bînin ziman têgeha oryantalîzmê bikar anîn. Edward Seîd di pirtûka xwe ya bi navê “Oryantalîzm” de, dibêje ku rojava, wan civakan wek sekan û nezan digire dest û bi vî awayî çandek rojhilat a ku di xizmeta hêza emperyal de, bê lêkolîn kirin, dizayn kirin û zêde kirin dihilbirîn e.

Rêber Apo jî dibêje: “Divê çanda Rojhilata Navîn li hember kapîtalîzmê bê parastin. Lê bêguman ev ne erkek welê ye ku bêyî oryantalîzm bê derbas kirin, bê serxistin. Îslamparêziya ji nûve jî, ji serî û heta binî cûreyek oryantalîzma herî vala ye. Dema ku bi şîroveyên çep û rast a oryantalîzmê re Îslamîzm jî hat derbas kirin, wê demê wê pirsa ‘çi bimîne’ bikeve eqil. Neçarim ku ji vê xalê û şûnde parastina xwe ya esil pêş bixînim. Eger ez jî wê nekarim xwe ji berdevkek pergalê ya ji verişandinê pêktê, rizgar bikim.”

 Dîsa Rêber Apo li hember têgîn û pêkanînên modernîteya kapîtalîst jî hişyariyek wiha dike: “Heta ku li dijî têgeh û pêkanînên ku ji olek herî kevneşop hişk, hê zêde perestîj bûyî yên modernîteya kapîtalîst, seknên herî bi bandor ên ewliya, pexember û nêzîkbûyînên Budîstî neyên nîşandayîn, wê nikaribe xwe ji av kişandina ehmeq a ji aşê pergalê re rizgar bike. Gelek meylên dij kapîtalîst derketin holê. Lê hat piştrast kirin ku piraniya wan nekarîne xwe ji nav kişandina ehmeq a ji aşê kapîtalîzmê re, rizgar bikin.”

Me ji tehlîla di bin navê oryantalîzmê ya Edward Seîd de jî fahm kir ku rojavayî bi gotinek din Ewropayî; civakên Rojhilata dûr û Rojhilata nêz sekan û nezan dibînin û her wekî din çandek rojhilat a ku di bin xizmeta hêzên emperyal de, bê lêkolîn kirin, dîzayn û zêde kirin hildiberînin. Wekî tê dîtin armanca Ewropayiyan ew qas zelal e û Edwar Seîd jî ev armanç bi awayek zelal daniye holê û li ser vê modernîteya Ewropayê jî rexne dike. Lê wek Rêber Apo jî dibêje: “heta ku li dijî têgeh û pêkanînên modernîteya kapîtalîst seknên herî bi bandor ên ewliya, pexemberan neyê nîşandayîn ne pêkane ku mirov ji aşê modernîteyê re av nekişîne.” Yanê bi gotinek din tehlîl û rexne ne bes e, bi wan re divê mirov xwe ji hemû avaniyên hişmendî û madî yên modernîteya kapîtalîst rizgar bike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar