Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Erkê me yê sereke azadkirina Rêber Apo ye’

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin, di dome. Çalakvanan gotin: “Ev tecrîd ne tenê li ser Serokatî ye, li ser giştî gelê Kurd yên ku dibêjin em aştîxwazin tê pêkanîn. Pêwîste wek Kurd em vê yekê qebûl nekin û li dijî vê xwedî helwest bin.”


Jiyan Pîran

Di 11’ê Kanûna 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Têkildarî aramanca çalakiya nobetê, çalakvan ji Rojnews re axivîn û bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.

‘Em wek jin tecrîda li ser Rêbertî li ser xwe dîbînin’

Ji çalakvanan Xurber Îşlek axivî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya çalakiyê û wiha got: “Armanca çalakiya me fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye. Rojane endamên sazî û gelê wargehê di aliyê serdana çalakiyê de xwe berpirs dibînin û beşdariya xwe ji vê çalakiyê re didin çêkirin. Çalakiya me li gorî rojeva heyî tê birêve birin. Ji bo ku em hîn bêhtir bikaribin Rêbertî fêm bikin, di çalakiyê de piranî li ser perspektîfên Rêbertî semîner tên dayîn û nîqaş tên meşandin. Ev du salin bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, hevdîtina Rêbertî ya bi malbat û parêzerên wî re hatine rawestandin. Ji bo em bikaribin bi Rêbertî re azad jiyan bikin û bidin jiyan kirin me pêwîstî bi vê çalakiyê dît. Wek jin yekem xebata me ji bo bilindkirina ruhê çalakiya heyî û sala 2023’an kirina sala azadiya fîzîk ya Rêbertî ye. Dewletên dagirker ji bo dengê Rêbertî ji mirovahî û cîhanê qutbike tecrîdê girantir dikin. Di nava çar diwaran de ji mafê xwe yê hevdîtinê tê bêpar hiştin. Em wek jin tecrîda li ser Rêbertî li ser xwe dîbînin. Ji ber ku bi fikrê Rêbertî jin gihiştiye asta artêşbûyînê û niha li dijî hemû hovitiya dewletan li berxwedidin. Erkê me yê sereke azadkirina Rêber Apo ye.”

‘Heta ku tecrîd neyê şikandin Kurd azad nabin’

Her wiha Qûdbedîn Amed jî di axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê Kurd li hember tecrîda heyî bibe xwedî helwestek tûnd û wiha pêde çû: “Ev tecrîd ne tenê li ser Serokatî ye, li ser giştî gelê Kurd yê ku dibêje ez aştîxwezim tê pêkanîn. Pêwîste wek Kurd em vê yekê qebûl nekin û li dijî vê xwedî helwest bin.  Divê em li hember van êrişan her tim li ser lingan bin, heta ku tecrîd neyê şikandin azadiya me kurdan jî mîsoger nabe. Her Kurdekî îro çi ji destê wê/î tê divê bike erkê me ye û li ser me ferze. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ewe ku divê li hember dijmin xwedî yek helwest bin. Ev pîlanên dewleta Tirk yên ku bi hezaran salin li ser Kurdan heyî, pêwîste em bi têkoşîn û berxwedaniya xwe têkbibin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar