Pêvajoya
ku em tê de ne dikarin wekî pêvajoya têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo pênase
bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan îfade dike. Azadiya gelê Kurd,
ciwanan, jinan û ya kedkarane bi kurtî îfadeya azadiya hemû pêkhateyane. Rêber Apo
ev pêncî sale ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest bê hempa têkoşîn dike.
Roja îro gelê Kurd gihştiye wê astê ku êdî ew têkoşîna Rêbertî daye destpêkirin
di nav de ne û bûne xwediyê têkoşînê bixwe, yanî gelê ku bê guh, bê ziman û bê
çav hatibû hiştin êdî bi zimanê xwe diaxive, dibihîze û dibîne, ev yek jî ji bo
Kurdan gavekî pir girîng û bi wate bû. Ev dema ku em têde derbaz dibin, qedera
gelê Kurd diyar dibe. Ev tîkoşîn ji ber ku ber bi encamek teqez ve diçe, dijmin
li hemberî vê têkoşînê di nava êrişek
mezin de ye. Ji ber vê di kesayeta Rêber Apo de dixweze bi tecrîda mutlaq
tevahî gel bixe di bin tecrîdekê de ku dawî li têkoşîna azadiyê binîn. Lê gelê Kurd
li hemberî vê êrîşê xwedî sekin û helwesteke zelale, gelê Kurd her roj li qadan
bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê Rêber Apo di
bin tecrîda girankirî de berxwedana xwe didomîne. Ev nêzî du salin ji Rêber apo
ti agahî nayên girtin. Li dijî tecrîdê têkoşînkirin erka sereke dikeve ser milê
ciwanan, divê hemû kar û xebatên ciwanan di çarçoveya azadiya fizîkî ya Rêber Apo
de be. Yên di ruh, dînamîzim û mejî de nêzî Rêber Apo ne ciwanin, ev mîsyon û
bawarî Rêbertî daye ciwanan, ji bo vê divê her ciwanek Kurd xwedî helwestek xurt
be. Her wiha divê li hemberî îmha û înkarê xwedî sekin û helwest bin. Bi zanebûn
û bi berpirsyarî tevgerandin girînge. Yên ku niha li serê çiyayên Kurdistanê bedenên
xwe dikin sîper û şer dikin ciwanên Kurdistanê ne. Ew jiyana ku Rêber Apo roj
bi roj li ser azadiyê avakirî, divê ciwan pêşengtiyê ji vê kevneşopiyê re berxwedanê
bikin. Heta niha ciwanan di dîrokê de berxwedanên mezin pêş xistine.
Ciwanên Kurd
li hemberî esereta li ser Rêbertî bedenên xwe dane ber agir, ji mirovahiyê re
bûne mînak. Rêber Apo xwe ji bo vî gelî feda kiriye û ev ciwan li derdora Rêber
Apo bûne xelekek ji agir û bersif dane dijmin. Ji ber vê haqîqatê qasî ku dema
boriye jî heman demê niha ye jî. Ya girîng ciwan vê berxwedanê bidin berdewam
kirin. Di vê pêvajoyê de tevlîbûna partiyê li dijî tecrîdê îradebûn û helwest
nîşandayîn e. Tevlîbûna partiyê tevlîbûna Rêberti ye, ji bo em bikarin armanca
xwe ya dîrokî pêkbînin û tecrîda mutlaq bişkînin, divê ciwan berê xwe bidin
nava refên gerîla.
Berçem Herekol

0 Yorumlar