Ticker

10/recent/ticker-posts

Rizgar Denîz li ser gora xwe hat bîranîn

Rojnameger Rizgar Denîz bi nasnav Rizgar Adanmiş di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Mexmûrê, li ser gora xwe hate bibîranîn û rêhevalên Şehîd Rizgar soza şopandina rêya heqîqetê dan.


Rojnamevan û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawar’ê (ANHA) Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) ku di 18’ê Kanûna 2017’an de di encama êrişek ya çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrazorê li gel du hevalên xwe gihiştibûn şahadetê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Di bîranînê de rêhevalên Şehîd Rizgar û şêniyên wargehê amadebûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre ji aliyê Rojnamevan Abid Kar ve axaftin hate kirin.

Abid Kar di destpêka axaftinên xwe de, di keseyeta Şehîd Rizgar de tevahî şehîdên çapameniya azad bibîr anî û got: “Hevalê me Rizgar, di pêvajoya DAIŞ’ê de şehîd bû. Em wek rêhevalên wî dê heta dawî şopdarên şehîdan bin. Hevalê me Rizgar, hertim bê tirs karê xwe dida meşandin û ji bo bibe dengê gelê Kurd heta dawî kar kir. Emê wek hevalên wî, li ser rêya şehîdan bimeşin û emê şopdarê heqîqetê bin.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî û anî ziman ku şehîd rêya gelê Kurd ronî dike û wiha domand: “Şahadet ji bo me pir giranin, lê em timî bi şahadetan xwe bi hêz dikin. Rojnamevan ji bo ku bibe dengê gel kar didin meşandin. Lê belê di roja me ya îro de timî di hedefa dijmin de ne. Li Rojava, Şengal û Mexmûrê rojnamevanan şehîd dixin, li Bakûr jî bi dehan rojnamevanên ku rastiya gel nîşan didin, hatine girtin. Em wan êrişan şermezar dikin. Her şehîd ji bo me şitlek ya azadiyê ye. Şehîd Rizgar jî yek ji wan e. Em wek malbatên şehîdan heta dawî emê şopdarê şehîdên xwe bin.”

Bîranîn bi disrûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar