Bersivên Gel;
- Heyberî ye.
- Sumud e.
- Dîtbarî ye.
- Tişta bi dest tê girtin e.
- Tişta tê dîtin û girtin e.
- Heyîn e.
- Dijberî Îdealîzmê ye.
- Tişta heyî ye.
- Madiyetperestî ye.
- Çêbûna her tiştî bi sumud e.
- Ferqperestî ye.
- Belge ye.
Felsefa meteryalîzim an jî daringperestî felsefeya
heyberî ye. Çavkaniya her tiştî heyber digire dest. Meteryal komkirina agahî û
zanînan e. Felsefevanên destpêkê li ser gerdûnê rawestiya bûn, bingehê jiyanê
çiye, tê pirsîn. Tê xwestin ku bersivek zanîstî were dayîn. Ji çaxa despêkê ve
heta sedsala 19’an bersivên renga reng hatin dayîn û lêkolîn hatin kirin. Di
sedsala 19’an de weke, meteryalîzma diyalektîkî derkete pêş. Rewşa hilberîn û
têkiliyên hilberîn çi be, hizirbûn wek bersivdana wê tê dîtin. Meteryalîzm li
dijî îdealîzmê ye. Meteryalîzm di bingehê her tiştî de heyberê dibîne.
Ji sala 1846’an û şûn de Marks û Engles di pêvajoya
lêgerîn û lêkolînan de felsefeya meteryalîst ji nû ve sererast kirin. Ji vê
sererastkirinê re tê gotin felsefeya marksîst.
Marks di destpêka sedsalê 19’an de, dest bi xabatê
avakirina meteryalîzma diyalektîkî kir. Sedsala 19’ an wek sedsalan karkeran tê
binavkirin. Li tevî welatên Ewropa têkoşîna karker û xabatkaran bi zindî pêş
dikeve. Burjûwazî bi şoreşên neteweyî desthiladarî xiste destê xwe û rêveberiya
xwe da rûnişkandin. Bi dirûşmeya “azadî, wekhevî û biratî” karker û xabatkar
girtine aliyê xwe û desthilat rûxandin. Piştî vê rûxandinê dewlet û rêveberiya
dewlatê kete destê burjûwaziyên neteweperest. Ji bo karker û xabatkaran, mafê
girîng nehate dayîn. Ji bo vê sedemê karker û xabatkaran li dijî burjûwaziyê
dest bi têkoşînê kirin. Qeyrana sazûmaniya kapîtalîzmê destpêkiriye. Bi milyonan
karker û xabatkar di şert û mercên giran de kar dikirin û beranberî wê pereyeke
hindik digirtin. Bê guman ev rewşa siyasî û aborî rêxistinên karkeran xurtir
kir.
Marks, li ser vê rewşê wek hizirvanekî pêşengê karkeran
dest bi lêkolînê kir. Ji nirxandin û rexnekirina sosyalîzm û topîk ya Fransa,
polîtîka aboriya Brîtanya û felsefa Îdealîst ya Elmaniya berhev kir û ji
sentezkirina van hersê baskê nêrîna marksîzm derxiste holê. Birdoziya marksîzm wek
bîrdoziya rizgariya karker û xabatkarên cihanê hate pêşwazîkirin.
Felsefa Marks felsefa meterlîzma diyalektîkiye. Heyberî
tê binav kirin. Pêvejoya jiyan heyberî wek bingehê tevî guhertinan tê dîtin.
Li gor sitratejiya Marks, proleteriya wê bi serhildana
dewletê bi dest bixe, burjûwaziyê tûne bike û di encame de, desthiladariya çîna
proleter bide rûnişkandin. Li gor vê dewlat dikeve destê proleteriya.Felsefa
Marksîzim erênî û neyinî bû xwediyê bandoriyeke bi hêze. Di gelek welatan de
şerê rizgariya netewî bi ser ketin. Welatê bindest rizgarbûn destkeftiyên mezin
hatine girtin û têkoşîna azadiyê û wekheviyê nirxê gerdûnî pêkanî. Bê guman ev
wek destkeftiyê mirovatiyê tê nirxandin. Ew şêwaza ku Hegel bikartîne, Karl
Marx jî diperjîrîne, lê Marx dibêje: “Şêwaza Hegel li ser serê xwe disekinî,
min ev şêwaz li ser lingên wî da sekinand.”
Marx meteryalîzma diyalektîk û meteryalîzma dîrokî pêş
dixe. Materyalîzm dijberê îdealîzmê, di bingehê her tiştê de heyberî dibîne. Li
gor materyalîzmê heyîna destpêkê heybere. Marks bi awayek dîrokî li mijaran
dinêre, bi vî awayî materyalîzma dîrokî dibe felsefeya Marksizm.
Rêber Ocalan vê rewşê wiha şîrove dike: “Em pê dizanin ku
Karl Marks bi berhema xwe Kapîtalê xwestiye felsefeya Hegel a serberjêr, rast
bike û wê li ser lingên wê bide sekinandin. Ji bo vê yekê jî ji fikriyata demê
ji du aliyan ve sûd wergirtiye. Berê pêşî di çarçoveya teoriya beridînê ya
Darwîn de xwestiye teoriya civakî ya li ser xeteke rast bi pêş dikeve pêş bixe.
Ji rehên sereke ku baskê materyalîst ê felsefeya pozîtîvîst xwe disipêrê, yê
pêşî ev e. Ji Hegel jî di bin têgîna ‘nasînê’ de diyalektîk girtiye û di dîrokê
de vê diyalektîkê rê li ber teoriya dewleta herî bi qabîliyet û homojen
vekiriye. Ji dualîteya efendî-kole daye rê, rola efendî daye kole (karker) û bi
vî awayî yeqîn kiriye ku felsefeya xwe qaşo li ser lingan sekinandiye; bi vî
awayî ji dil bawer kiriye ku di bin navê ‘diyalektîka meteryalîzmê’ de bi
Çepgiriyeke Hegelwarî ketiye ser rêya heqîqetê, ‘zanista civakî’ ava kiriye û
qet nebe di vî warî de destpêkeke ciddî kiriye. Sûdwergirtina wî ji sosyalîzma
Franseyê û polîtîka ekonomiya Ingilîzan jî bi roleke talî rabûne. Pêşketina
diyalektîkî wê paşê van herdu diyardeyan zelal bike ku sosyalîzma Fransî
komargeriyeke laîk a zêde ye, polîtîka ekonomiya Ingilîzan jî tê maneya
ferdparêziya lîberal a kapîtalîst.”
Li gor meteryalîzmê di bingeha her tiştê de heyber heye.
Li gor îdealîzmê hizir heye.
Li gor meteryalîzmê zanîn û zanebûn ji heyber tê, li gor
îdealîzmê ji hizirandinê tê.
Li gor meteryalîzmê mirov dikare bigihêje zanînên rast,
îdealîzm dibêje mirov hemû rastiyan nikare bizanibe.

0 Yorumlar