Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Dixwazin gelê kurd bê statû bihêlin’

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdudah Ocalan wiha axivîn: “Dixwazin bi tecrîta li ser Rêbertî re gelê Kurd bêdeng bikin û bê statû bihêlin.”

Xurbet Tallî

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku dest bi çalakiya nobetê kiribûn di roja şeşan de didome. Çalakvanan têkildarî çalakiya xwe ji rojnama me re axivîn û gotin: “Heta Rêbertiya me bi awayek fîzîkî azad nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

‘Dixwazin di kesayetiya Rêber Apo de gelê Kurd bêdeng bikin’

Çalakvana bi navê Fatma Bîlen ku di heman demê de Hevşaredara Wargeha Mexmûr e, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: “Wek tê zanîn ji 2020’an û şûnde ne malbat û ne jî parêzerên Rêbertî bi ti awayî agahî jê nagrin. Em dizanin ku îro tecrîdek pir giran li ser Rêbetiya me heye, rûxmê ku temenê wî mezine jî lê dîlgirtiye. Wek gelê Mexmûr û Kurd me li seranserî Kurdistan û cîhanê çalakî dane destpêkirin. Armanca çalakiyên me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dixwazin di vê sedsalê 21’an de ku ber bi temambûnê ve diçe di kesayeta Rêbertî de tevahî gelê Kurd bêdeng bikin û bê statû bihêlin. Eger em wek gelê Kurd yê li tevahî cîhanê xwe bikin yek deng û yek armanc, emê bikaribin hem Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin û hem jî gelê Kurd yê ku bi salane dibin zilm û zoriyê de jiyan dikin rizgar bikin. Îro bêdengkirina Rêbertî bêdengkirina gelê Kurd e. Rêber Apo hebûna me bi me daye naskirin, di her alî de li me xwedî derketiye,  ji bo wê erka ku di keve li ser milê her kesekê pêwîste pêkbîne û xwedî li Rêber Apo derbikeve.”

Fatma Bîlen herî dawî ev bang kir: “Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, ji heft salî bigre heta heftê saşî hemû li ser linganin heta ku em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirên, emê çalakiyên xwe bidomînin. Îro ew kesên ku dibêjin em mafê mirovan, heq û hiqûqê diparêzin, ew kesin vîna tevahî mirovan di kesayetiya Erdogan de binpêdikin. Em wek gelê Kurd ev neheqî û tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê meşandin ti carî qebûl nakin û tişta ku ji destê me bê emê pêkbînin.”

‘Heta em Rêbertiya xwe azad nekin emê di nava çalakiyan de bin’


Her wiha çalakvanê bi navê Hiseyîn Bûldan jî ku endamê Şaredariya wargehê ye, têkildarî armanca çalakiya xwe axivî û wiha pêde çû: “ Weke her welatparêzek Kurd armanca tevlîbûna me ya ji bo vê çalakiyê, ne ku em agahiyekê ji Rêbertî bigirin, bi awayek fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Em tevahî gelê Kurd yê welatparêz ê ku li her derê di nava çalakiyan de ne, pîroz dikin. Em jî weke gelê Wargeha Mexmûr parçeyek ji vê çalakiyê ne, heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad nekin emê her tim di nava çalakiyan de bin.”

Hiseyîn Bûldan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd yê welatparêz kir da ku her kes di qada ku lê jiyan dikin de dakevin qadan, serhildan û çalakiyan bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar