Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku yê vîn û maf dayî jinê, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalane, pêwîste jin li Rêber Apo xwe xwedî derbikevin û gotin: “Berê me ne li serma ne jî li birsîbûnê ye, heta em tiştek ji Rêber Apo nezanin emê li ser lingan bin. Çareserî li Îmraliyê ye, ji ber ku kilîla aştiyê li Îmraliyê ye. Di cîhanê de gelek şoreş pêşketin, lê ti şoreşan mîna ya Rêber Apo maf nedaye jinê.”
Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku
ve 22 heyvin ti agahî jê nayê girtin û her wiha serdana CPT ku Îlona 2022’an
hevtînin li Îmraliyê pêkhatiye, lê derket holê ku ev hevdîtin pêknehatiye,
jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nerazîbûnên xwe anîn ziman
û bang li jinan kirin ku ji bo fîzîkî azad kirina Rêber Apo dakevin qadan.
‘Di vê demê de rol dikeve ser milê jinan’
Nûran Sezgîn di axaftina xwe de balkişad li ser tecrîda
girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 22 heyive ti agahî
jê nehatiye girtin û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda niha li
Îmraliyê li ser mîmarê azadiyê Rêber Apo û hersê hevalên wî tê pêkanîn ji
derveyî mirovahî, exlaq û siyasetê ye. Ji ber ku Rêbertî ne keseke, vîna bi
hezaran mirovan e. Yê ku xwedî li vê pêvajoyê derbikeve, tecrîda ku dijmin
pêktînin bişkênin û fîzikî azadiya Rêbertî mîsoger bike, jine. Di cîhanê de
gelek şoreş pêşketin lê ti şoreşan mîna ya Rêber Apo maf nedaye jinê. Ger niha
di hemû qadan de jin dikarin xwe temsîl bikin, ev bi saya projeya Rêbertî ya
azadiya jinê ye. Ger îro jin li Rojhilatê Kurdistanê li ser lingaye, di heman
demê de dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ gerdûnî bûye, her wiha li Rojavayê Kurdistanê
şoreşa jinê hatiye pêşxistin, ev hemû bi saya vîna ku Rêbertî daye jinê ye. Ev
baweriya jin ya ku îro derdikeve pêş, bi saya Rêbetiye. Em wek jin û dayîk divê
dakevin qadan. Ji ber ku emê vê pêvajoyê bikin pêvajoya azadiya Rêbertî û bi
Rêbertî re azad jiyan bikin. Di vê demê de rol dikeve ser milê jinan. Pêwîste
jin xwe rêxistin bike, li qadê be vê pêvajoyê di serê Erdogan de hilweşîne û li
Kurdistanek azad li gel Rêbertî azad jiyan bikin.”

‘Rêber Apo maf da jinê’
Jina bi navê Eyşê Encû jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd
Abdulah Ocalan ne keseke, vîna gelê Kurde û wiha pêde çû: “Em tecrîda li ser
Rêber Apo şermezar dikin. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertiye, li ser giştî gelê
Kurd e. Rêber Apo ne rêberê gelê Kurd tenê ye, rêberê giştî gelên bindeste.
Rêbertî maf û heq da jinê, jin ji koledariyê rizgarkir û jinan bi fikrê Rêbertî
şoreş avakir. Wek jin em bi can û malê xwe li gel Rêbertiya xwe ne. Ji bo CPT
şermek mezine ku destpêkê dibêje ez bi Rêbertî re rûniştime, lê derket holê ku
hevdîn pêknehatiye. CPT, saziyên mafê mirovan û hemû dewletên navnetewî
hevkarên dijminin. Ger ne hevalbendên dewleta Tirk bûna, ev çend heyvin gelê
Kurd li ser lingane wê bersivek bidabûna me. Berê me ne li serma, ne ji li
bisrîbûnê ye heta em tiştekî ji Rêbertiya xwe nezanîn emê li ser lingan
bin. Dijimin li kûderê teng dibe, berê xwe dide Îmraliyê. Çareserî li Îmraliyê
ye, wê li wir çareserî çêbibe. Ji ber ku kilîla aştiyê li Îmraliyê ye. Serokatî
ti bê mafî nekiriye, vê yekê heq nake. Dewleta Tirk hemû bê mafiyan dike û
çekên kîmyawî di barîne, zarokên me şehîd dixe. Karê wan li ser ne rastiyê ye.
Em wek jin çi ji destê me bê, emê ji bo Rêber Apo bikin.”


0 Yorumlar