Ticker

10/recent/ticker-posts

Tevî bangan jî balafirên bê mirov li ser Şengal û Mexmûrê difirin!

Tevî kampanya û bangên qedexekirina qada hewayî li Başûrê Kurdistanê jî balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk bê navber li ser Şengalê û Mexmûrê difirin.


Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk ku heya niha bi dehan caran bombe li Şengalê û Mexmûrê barandine û komkujî pêkanîne, bê navber li ser herdu herêman difirin.

26’ê Îlona 2022’an li hola El-Mound a Bexdayê însiyatîfeke ji nûnerên rêxistinên medenî yên jinan, çalakvanên jin yên Kurd û Ereb pêktên, ji bo qedexekirina qada hewayî ya Iraqê li balafirên Tirk kampanyayeke îmzeyan ya online ragihandin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li NY, Hevpeymaniya Navnetewî û Hikûmeta Federal a Iraqê kirin. Kampanyaya jinên Kurd û Ereb li seranserê herêmê dewam dike.

Li gel kampanyayê daxwaza qedexekirina qada hewayî li balafirên Tirk ji nava welatiyên Başûrê Kurdistanê û beşek ji aliyên siyasî jî zêde dibe. Bi taybet penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û Şengalê rojane nerazîbûn nîşanî nebûna helwestê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk didin. Lê heya niha jî ne Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê, ne Hikûmeta Federal a Iraqê, ne nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwest nîşan nedane û pêşî li ti êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk negirtine.

Li gorî zanyariyên ku peyamnêrên me ji Şengal û Mexmûrê radigihînin rojane balafir li ser Şengalê û Mexmûrê difirin û bandorekî gelekî neyînî li ser derûniya zarokan û giştî civakê çêdike. Lewma welatiyên Şengalê û Mexmûrê li benda bersiva NY, Hikûmeta Federal a Iraqê û Hevpeymaniya Navnetewî ye.

Hêjayî bibîrxistinêye balafirên bêmirov û biçek yên Tirk parçeyên wê yên sereke ji Brîtanyayê û hinek welatên din yên rojava tê dabînkirin. Ji bo pêşî li van êrişên Tirkiye were girtin, divê ambargoya parçeyan û çek jî li ser Tirkiyeyê were danîn.


Yorum Gönder

0 Yorumlar