Balafirên kefşê 4 rojin li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê digerin.
Carek din ji danê siharê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balafirên keşfê digerin. Gorî agahiyan gera balafiran hîn jî dewam dike
Ev 4 rojin bê navber balafirên keşkê û yên bêmirov li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî digerin. Nayê zanîn balafir girêdayî dewleta Tirk a dagirkerin, yan yên Koalîsyona Navnetewî yan jî yên Iraqê ne.
Hêjayî gotinê ye di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk malek penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.
0 Yorumlar