Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal: “Ev 18 mehin ti agahiya me ji Îmraliyê nîne û tevahî serlêdanên me tên redkirin. Dewlet bi vê yekê dixwaze fikrên birêz Ocalan ji gel û rêxistina wî qutbike. Ger gel xwedî li birêz Ocalan dernekeve wê tecrîd neyê şikandin.”
Parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji rojnama me re axivî û anî ziman ku ger gel xwedî li birêz Ocalan dernekeve wê tecrîd neyê şikandin.
‘Dosyayên cezayên disîplînê ji me tên veşartin’
Ûysal di destpêka axafinên xwe de bal kişand li ser tecrîdê û anî ziman ku ev 18 heyvin bi ti awayî ne ew ne jî malbat nikarin agahî ji Rêber Apo bigirin û got: “Ji bo ku tecrîd bê rakirin me gelek serlêdan di nava Tirkiyê de, ji cihên eleqeder re kirine. Tevahî serlêdanên me heta niha jî tên redkirin û bê bersiv tên hiştin. Her wiha cezayên disîplînê tên birîn û me agahdar nakin. Dosyayên cezayê disîplînê ji me tên veşartin. Li ser vê mijarê jî me gelek serlêdan kirine û ev yek jî bi sedemên dij hiqûqiyê û derveyî zagonan hatin redkirin. Ji bilî navxweyiya Tirkiyê, di asta navdewletî de jî gelek serlêdanên me çêbûne. Me serlêdan li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê û CPT kirin. Me ji wan xwest ku bi lezgînî rewşa Îmraliyê zelal bikin û agahiyekî ji Îmraliyê bigirin. Di nava Tirkiyê de jî me 12 sazî û 28 bûro serlêdan kirin. Her wiha gelek cihên din jî serlêdan hatin kirin, lê hemû hatin redkirin û me ne karî em agahiyekî ji birêz Ocalan bistînin.”
‘Serlêdan bê bersiv dimînin’
Newroz Ûysal di nava axaftinên xwe de qala kampanyayên ku ji bo şikandina tecrîdê hatine destpêkirin kir û ev tişt gotin: “Ji bo birêz Ocalan gelek kampanya hatine destpêkirin û gelek kesên rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas û hwd, cihê xwe di nava van kampanyayan de girtine. Wek parêzerên birêz Ocalan em nikarin karê xwe bikin, ji ber ku hemû rê û rêbaz li me hatine qedexekirin û em nikarin agahiyekî ji Îmraliyê bistînin. 768 parêzeran ji bo birêz Ocalan deklerasyonek parvekirin û gotin em dixwazin tecrîd ji holê rabe. Piştî wê jî 775 parêzeran serlêdan kirin û li Amedê ji raya giştî re parvekirin. Li Ewropayê ji 22 welatan jî 350 hiqûqnasan ji bo birêz Ocalan serî li wezaretê dan. Tevahî serlêdan jî bê bersiv hatin hiştin.”

‘CPT xwedî li rapora xwe derneket!’
Newroz behsa cezayên disîplînê kir û diyarkir ku birêz Ocalan û her sê hevalên wî, bi hincetên cezayê dîsîplînê hevdîtinên wan a bi malbat û parêzeran re tên qedexekirin û wiha pêde çû: “Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê her 6 heyvan carekî biryara qedexeyê digire. Ev sê salin dozgerî serlêdanên me bê bersiv dihêlin. Em li ser van bêdengiyan serlêdan li Dadgeha Înfazê didin, wê demê em dizanin ku cezayê qedexekirinê li birêz Ocalan û her sê hevalên wî birîne. Ev biryarên ku digirin di zagonên Tirkiyê de, di asta hiqûqî de dijî zagonanin û armanca kiryarên wan siyasî ye. CPT rapora xwe ya herî dawî de ango 2019’an de gotibû rewşa Ocalan incommunicado ye ango kesekî winda û xeber jê neyê girtin e. Her wiha CPT gotibû divê ev rejîm were guhertin. Lê belê CPT xwedî li rapora xwe derneket. CPT jî bi vekirî hevkarê vê tecrîdê ye.”
‘Bi hevdîtinek, an jî bi axaftina telefonê tecrîd bi dawî nabe’
Herê dawî Parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal destnîşan kir ku Rêber Apo di Rojhilata Navîn de xwedî hêzekî mezin e û wiha axaftinên xwe domand: “Birêz Ocalan, ji ber ku rêberê rêxistinekî ye û ew rêxistina wî di nava Rojhilata Navîn de xwedî hêzekî mezin e, rastî pargelek wisa tê. Girtina birêz Ocalan polîtîk û siyasî ye. Birêz Ocalan demekî gotibû; Ez wek rehîneyekî me, bila li ser mafên min ên hiqûqî şantajên siyasî nekin, ez vê rewşê qebûl nakim. Lê belê van salên dawî, dewlet nêzikatiyek qirêj û dij hiqûqî pêktîne. Bi hevdîtinek, an jî bi axaftina telefonê tecrîd bi dawî nabe. Dewlet dixwaze fikrên birêz Ocalan ji gel û rêxistina wî qûtbike. Ger gel xwedî li birêz Ocalan dernekeve wê tecrîd neyê şikandin.”

0 Yorumlar