Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan, dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê TJCM’ê de meşek hat lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan, ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê ve meşek hat organîzekirin. Meş bi kombûna xwendevan û şênîyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de dirûşmên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Her wiha bi hilgirtina posterê Rêber Apo û pankartên bi nivîsa ‘Ruhê Sara û Rûken mîsogerkirina Azadiya Rêber Apo ye’, ‘Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne’ hatin hilgirtin. Gel bi sitranên şoreşgerî û tilîliyan heta Parka 4’ê Nîsanê meşiyan. Piştî ku girse gihişt parkê ji beriya ku daxuyanî were xwendin di kesayeta Şehîd Sara û Ruken de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê jina ciwan a binavê Perwîn Yaman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Di destpêkê de 24’emîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo hatî kirin şermezar dikin. Cardin di kesayeta Şehîdên me yên dawî, Nagihan Akarsel, Ebuzêd Dêrhînî, Mardîn Penaber, cardin di kesayeta Jîna Emînî de şehîdên serhildana Rojlhilatê Kurdistanê û Tehranê em bibîrtînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û soza bilindkirina ala azadiyê didin. Em di demekî dîrokî de ku her kêlyekî wê bi destanên efsanewî yên Gerîlayên Azadiyê têne nivîsandin, bi hemû aliyên xwe ve şerek bêhempa tê meşandin de, jiyan dikin. Li hemberî vî şer, berxwedana ku di pêşengiya Egîd û Zîlanên serdemê de û bi têkoşîna gel û ciwanên me her ku diçe nêzî serkeftinê dibe. Gelê me yê welatparêz, wek hûn jî dizanin em di şerê cîhanê sêyemîn re derbas dibin û hem weke herêm, hem ji welatê me Kurdistan, herî zêde para xwe ji vî şerî dibîne. Dagirkirina vê heremê her xeyala hêzên hegemonya bû. Lê li keleka vê tiştê şerekî îdeolojîk tê meşandin ku armanca wê ne tenê bi fîzîkî dagirkirina heremê ye. Ji vê zêdetir dixwazin di dil û mejiyên me de pergala xwe bidin runiştkandin û me di asta ruhî de ji bikin koleyên pergala xwe.
Li ser vê esasê em bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikin. Di bin diruşmeya “Werin Cenga Azadiye” de têkoşîna li hember Komplo û mitingeriyê hin xurtir bikin. Cardin bi vê minasebetê serhildana Rojhilatê Kurdistanê ku di pêşengtiya Jinan de destpêkirî pîroz dikin, weke ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî soza têkbirina Komplo dagirkeriyê didin û heya em bi Rêberê xwe re li welatekî azad jiyan nekin, emê dev ji tekoşîn û berxwedana xwe bernedin.”
Piştî daxuyaniyê sînevîzyona ku li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Sara û Rûken hatibû amadekirin hat nîşandan û bi dirûşmên ‘Bimre Komploya Navdewlet’, ‘Bimre dagirkeri’, ‘Biji Serok Apo’ çalakî bi dawî bû.

0 Yorumlar