Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi ava Germavê xanî û dibistan avakirin

Yek ji şahîdên zorî û zehmetiyên xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Germava wargehê ye. Bi salan hevalbendî ji xelkê wargehê re kiriye û li gel sudên xwe yên cuda şifayê belavî derdor kiriye. Li çola Mexmûrê ku xelkê Botanê lêcih bûn, tenê germavek hebû.

FARQÎN KARA

Xelkê Botan û derdora wê li ber dengê xwişîna ava robar û çeman mezin bûne. Piştî koçberiya di salên 90’î de destpêkirî ku herî dawî li çola Mexmûrê rawestiyan, êdî ne bi çavê xwe ava çeman dîtin, ne jî bi guhê xwe xwişîna avê bihîstin. Yek ji hesreta ku jiyan dikin di zomeyan de li ber çem û robaran dubare danîna konên xwe ye.

Di koçberiyê de cihê ku Neteweyên Yekbûyî ji xelkê wargeha Mexmûrê re diyar kirî, ne cihê ku niha lê ye bû. Di destpêkê de 5 km nêzî rêya bajarokê Baqirtê xwestin bi cih bikin, lê çavê xelkê çiyayî ango xelkê Mexmûrê li çiyayê Qereçox bû û bi îradeya xwe li wir ne rûniştin û berê xwe dan çiyayê Qereçox. Ji aliyê çiyayê Qereçox ve keskahiyek dihat dîtin û coyek avê ber bi jêrê diherikî.

Heta welatî gihiştin ber çiyayê Qereçox dem xwe gihand şevê û roj avabû. Roja piştî wê welatiyan dîtin ku ava ku xwe gihandinê avek germavê ye û nikarin vexwin. Tevî vê şkestinê xelkê wargehê vê avê ji bo pêwîstiyên xwe yên din bikaranîn. Li gel şuştin û veşuştina amêr û pergalan ji bo xwedîkirina lawiran û çandiniyê bikaranîn. Di destpêkê de xelkê Mexmûrê di nava çadiran de jiyan dikirin lê piştre bi ava Germavê herî çêkirin û bi kerpîçan xaniyan pişt re jî dibistanan çêkirin.

Ji bilî ji bo karanîna pêwîstiyan Germava Wargeha Mexmûrê ji tenduristiya mirovan re jî pir giringiyek  xwe hebû. Heriya Germavê ji bo nexweşiyên çerm weke derman dihat bikaranîn û ji derdor eleqeyek pir baş jêre dihat kirin.

Guherîna avhewayê û hişkesalî bandora xwe li Germava wargehê jî kir û di navbera salên 2008-2009’an de di demek kurt de zuha bû.

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û hevserokê Şaredariya wargehê li ser giringî û dîroka Germava wargehê ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Xelkê Mexmûrê berê xwe dan çiyayê Qereçox’

Hevserokê Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîran di destpêka axaftina xwe de qala bicih bûna destpêkê ya wargehê a li dora germavê kir. Bedran Pîran da zanîn ku cihê ku Neteweyên Yekbûyî di xwest xelkê wargehê lê bi cih bike ne cihê niha lê bû û got: “Neteweyên Yekbûyî di destpêkê de xwestin xelkê wargehê 5 km nêzî rêya bajarokê Baqirtê ya ser bi navçeya Mexmûrê bi cih bikin. Lê ji ber erd û bê aviya wê, xelkê wargehê ne xwestin li wir niştecih bibin. Her wiha ji ber şêweyê jiyana xelkê wargehê ku her li cihên bilind jiyan dikirin, berê wan li çiyayê Qereçox bû. Heman demê de coyek avê ji nêzî çiya ber bi jêr de diherikî. Li ser vê yekê welatiyên wargehê berê xwe dan serêkaniya wê coyê.”

Bedran Piran

Germav bû wesîleya şînbûna Mexmûrê

Bedran Pîran di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dema welatî gihiştîn li ser avê roj ava bibû, bi keyfxweşî xwe gihandin avê xew kirin û wiha axivî: “Dema xelkê wargehê gihihşt serêkaniya avê tarî bibû. Roja piştre xelkê wargehê bi şkestinek ji xew şiyarbûn, ji ber ku ava xwe gihandinê avek germavê bû û ne dikarîn vexwin. Tevî vê yekê jî welatî xwe li erdê nedan û bi şêweyên cuda ava Germavê ji bo xwe bikaranîn. Ji bo şuştina cil û bergan, amêr û pergalên malê heta serşuştinê jî bikaranîn. Her wiha li gel van jî di çandinî û xwedîkirina lawiran de jî sud jê girtin. Di şînkirina dar û şînatiyên wargehê de ava Germavê rolek pir mezin leyîstiye. Li ser vê yekê di navbera salên 2000-2001’an de ji aliyê Şaredariya Wargehê ve projeyek ji bo Germavê hat danîn. Ji bo hêsanî bikaranîna ava Germavê li derdora serêkaniya avê ji beran û xercê dîwar hatin çêkirin.”

Bi ava Germavê xanî û dibistan avakirin

Her wiha Pîran qala sudên din yên germavê ên ji bo wargehê û xelkên derdora wargehê kir û wiha domand: “Dema xelkê wargehê li Mexmûrê bi cih bûn di çadiran de jiyan dikirin. Ji ber avhewaya Mexmûrê pêwîstî dîtin ku xaniyan çêbikin. Bi alîkariya ava Germavê li rexa coya avê ji herî kerpîçan çêkirin. Xelkê malên xwe çêkirin û her wiha dibistanên wargehê jî hatin çêkirin. Li gel vê Germava wargehê xwedî taybetmendiyek cuda bû. Tevî bêhn û tama xwe ya nexweş ji bo laşê mirovan pir bi sud bû. Ji derdora wargehê xelk ji bo heriya Germavê dihatin wargehê. Heriya Germavê ji bo nexweşiyên çerm pir baş bû û ev jî dibû sedema eleqeyek baş ji ava Germavê re.”

‘Ji Germavê 7 inc av derdiket’

Pîran heman demê de eşkere kir ku di demek berê de aşek yê avê li ser ava Germavê hebû ku şonwarên wî lê xuya dikir û wiha pê de çû: “Li ser coya ava Germavê kavilên aşek yê avê xuya dikir. Piştî ku me ji derdor pirs kir û lêkolîn kir hat zanîn ku di dema berê de aşek yê avê li ser vê coyê dihat bikaranîn. Weke ku em dizanin cîhan tevahî ji guherînên germahî û avhewayê bandorbûne û ji vê guherînê wargeha Mexmûrê jî para xwe girt. Di navbera salên 2008-2009’an de di demek kurt de ji ber hişkesalî û guherînên avhewaya gerdûnî ava Germavê zuha bû. Niha hîna cihê Germavê diyare wek xwe maye.”

‘Sudên Germavê ji bo me gelek bûn’

Dayîka Qumrî Tûnç ku yek ji welatiyên wargeha Penaberan a Mexmûrê ye ji bo Rojnews’ê qala ava Germavê kir û got: “Em ji wargeha Nînowa bi wesayîtên mezin bi rêketin, cihê ku Neteweyên Yekbûyî dixwest me lê bi cih bike ji dûpişk û bê aviyê mirov nedikarî lê jiyan bike. Tenê dupişk lê hebûn, lewma me nexwest em li wir bi cih bibin. Ji durve li berpalê çiya keskahiyek dixweyî û ji wir coyek a avê diherikî, me jî xwest em biçin wir. Heta em gihan serêkaniyê bû şev, roja piştre me qesta avê kir. Her kesê ku nêzî avê dibû diçû paş, avek tehl û bi bêhn bû.”

Qumrî Tûnç

Dayîka Qumrî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji her derê wargehê qesta ava Germavê dikirin û bi ava Germavê cil û bergan, amêrên malê dişûştin û wiha domand: “Ava Germavê tehl û bi bêhn bû lê di gelek cihan de dihat bikaranîn. Me ji xelkê derdora wargehê zanî ku ava Germavê û heriya wê wek derman tê bikaranîn. Sudên Germavê ji bo me gelekbûn, me gelek sûd jê digirt, lê mixabin hişkesalî bû sedem ku zuha bibe.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar