Ticker

10/recent/ticker-posts

Şandeya KNK’ê bi PJAK û KODAR’ê re civiya

Şandeya KNK’ê bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî bi Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn, Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê Zeyneb Xoresan û Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlum Heften re civiya.


Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî tevî şandeyeke ji KNK’ê, bi Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn, Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê Zeyneb Xoresan û Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heften re rûnişt.  Di hevdîtinê de li ser yekîtiya neteweyî, hevgirtina partiyan a li dijî zihniyeta dewletên qirker û rêxistinbûna hemû jinan nîqaş hatin kirin.

KNK’ê li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet polîtîka rêjîma Îranê ya li ser jinan bi PJAK, KODAR û KJAR’ê re nîqaş kir.

Di pêvajoya dawî de hovîtiya ku dewleta Îranê li ser gel dide meşandin û bi taybetî qetilkirina jinan ya ku di şexsê Şilêr Resûlî û Jîna Emînî de li Merîwan û Seqiz pêk anîn, hate nîqaşkirin.

Di dawî de jî li ser amadekariya Kongreya KNK’ê guftûgo hate kirin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar