Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG: Ermenistanê hevalê me Leheng û Alîşêr teslîmî Tirkiyeyê kir

HPG’ê ragihand ku Ermenistanê hevrêyên wan Leheng û Elîşer radestî Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku  MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bistîne dixwaze vê bûyerê wekî serkeftina xwe bide nîşandan.


 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî Ermenistanê hevrêyên wan Leheng û Alîşer radestî Tirkiyeyê kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di Tebaxa 2021’an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine. Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane, lê piştre hevalên me hatine binçavkirin û girtin. Derbarê hevalê me doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23’yê Sibata 2022’yan de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye. Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin.

Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan, lê mehek berê hevalên me Leheng û Alîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê teslîmî dewleta Tirk hatine kirin.

 Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê him qanûnên navneteweyî û him jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye. Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û pêkanîya azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me teslîmî dewleta Tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e. Bi vî awayî her du hevalên me ketine destê dewleta Tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye.

Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Îlona 2022’yan de me diyar kiribû kesên bi navê Hatîp û Arîa piştî ku îxanet li tevgera me kirine, ketine destê dewleta Iraqê û ji ber berjewendiyan ev kes teslîmî dewleta Tirk hatine kirin. MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bi dest bixe, derfetên dewleta Tirk pêşkêşî hêzên cihê dikin û li hemberî tevgera me dixwazin hin encaman bi dest bixin û vî tiştî wekî serkeftina xwe nîşan bidin. Gelekî eşkere ye ku ev çîrokên serkeftinê bi senaryoyên sixte li ser maseyan tên amadekirin, ne rast in. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi van derewên MÎT’ê bizanibin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar