Meclisa Gel a Demokratîk ya wargeha penaberan ya Mexmûrê îdiayên dewleta Tirk a dagirker yên di gotin, ‘Me li Mexmûrê operasyonek lidarxistiye’ derewand.
Dewleta Tirk a dagirker di nava çend rojên borî de îdiakir ku MÎT a Tirk di encama operasyonek li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û veguhestine Tirkiyeyê. Meclisa Gel ya wargeha penberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, derbarê îdiayên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em weke wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 28 salin bi êrişên dewleta Tirk a dagirker yên hewayî, bejahî û derûnî re rûbirû tên. Li hember vanhemû êrişan em weke gel têkoşînek bê hempa didin meşandin û di xeta azadiyê de bi israr dimeşin. Dewleta Tirk a dagirker her ku li hemberî vê îradeya me û tekoşîna gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe, berê xwe dide şerê taybet. Dewleta Tirk a dagirker îdiakir ku MÎT a Tirk di encama operasyonek li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û radestî Tirkiyeyê kirine.
Em weke Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmurê vê îdeya wan ya derew îfşa dikin û dibêjin buyera ku weke operasyonek MÎT’ê di 14 Îlona 2022 de dibêjin, li wargeha me nehatiye jiyankirin û derewe.”
0 Yorumlar