Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo mamostayên Mexmûrê dewreyek perwerdeyê hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo amadekariyên sala nû ya xwendinê, dewreyek a perwerdeyê li ser navê Şehîd Dr. Huseyîn ku ji bo mamastayan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.


Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Qada Perwerdê dewreyek a perwerdeya îdeolojî ku li ser navê Şehîd Dr. Huseyîn, di 5’ê Îlonê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di dewreya perwerdeyê de li ser girîngiya perwerdeyê, Netewa Demokratîk û Jîneolojiyê wane hatin dayîn.

Di dewreya perwerdeyê de 100 mamosteyan cihê xwe girtin û perwerde bi qasî du hefteyan berdewam kir. Mamostayên ku tevlî perwerdeyê bibûn ji bo xurtkirina qada perwerdê soza xwe nû kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar