Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo bîranîna Şehîd Ebûzêd tûrnûvaya voleybol’ê hat destpêkirin

 Li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya (TJCM) û (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî turnoveya voleybolê hat destpêkirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî ku roja 29’ê Tebaxa 2022’an di encama êrişa balefira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de li ber derê mala xwe hatibû şehîdxistin, turnevoya voleybolê hat destpêkirin.

Di destpêkê de deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre Endamê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û got: “Weke tê zanîn dijmin di van demên dawî de êrîşên xwe li ser Kurdistanê zêdekiriye., Dixwaze Kurdistanê tine bike û gelê Kurd ji Kurdiniyê dûr bike. Lê ew nizanin ew çiqas êrîş bike emê ewqas li ser doza xwe bin û ew çiqas kesên hêja ji nava me bin, emê ewqas destê hevalê xwe bigrin. Em ticara natirsin û emê tim li ser şopa Şehîd Ebûzeyd bin. Heval Ebûzeyd jiyanek tijî jiyan kiriye û ti cara xwe ji kar neda paş. Ji ber wê çendê emê hertim minetdarê şehîd Ebûzeyd û hevalên wî bin.”

Piştî wê li ser navê malbatê keça Şehîd Ebûzeyd Rojîn Bayram axivî, di serî de xêrhatina tevahî gel kir û got: “Em gelek serbilindin ku turnovayek wiha tê kirin. Armanca êrîşên wan diyare dixwazin wargeha me belav bikin, me ji kar û xebatan bidin paş. Lê bila ti caran ji bîr nekin em ti cara çok li hemberî wan nadanin. Ji bo hevalên ku beşdar dibin jî serkeftinê dixwazin.”

Piştî axaftinê kora hat kêşan û weke sembol 2 tîm lîstin. Piştî lîstikê jî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ girse belav bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar