Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jinê yên li Amedê şehîd bûn ragihand û destnîşan kir ku şehîd Dîren, Adar û Dîcle mohra xwe li dîroka têkoşînê xistin û bûn sembola vê demê ya têkoşîna azadiyê ya jinê û got: “ Em soz didin ku wezîfeyên şoreşê yên van hevrêyên me ji me re hiştine, bi berpirsyariyeke mezin bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3
gerîlayên li Amedê şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên jin ên şehîd
bûne ev agahî da:
“Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle ku bi baweriyeke mezin bi îdeolojiya
azadiyê ya Rêber Apo ve hatin girêdan, derketin serê çiyayên Kurdistanê û ji bo
azadiya jinan û gelê me dilê xwe kirin senger. Di 20’ê Îlona 2022’an di şerê
dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin. Ji
çanda berxwedanê ya Partiya me tawîz nedan û şehîd bûn.
Di vê serdemê de ku li dijî jinan û gelên berxwedêr êrîşên herî bêrehm ên
dîrokê têne kirin, jinên Kurdistanî yên bi îdeolojiya Rêber Apo hişmendiya xwe
ronî kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, li dijî van êrîşan bi berxwedana
herî esîl bersivê didin. Li djiî mejiyê netewe-dewletê ku bi kolekirina jinê
dixwaze desthilatdariya serweriya mêr dewam bike, gerîlayên YJA Starê ji bo
sedsala 21’ê bikin sedsala jin û gelên bexwedêr li çiyayên Kurdistanê têdikoşin
û ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûne çavkaniyan hêz û îlhamê.
Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle ku bi têkoşîna xwe bûn hêvî ji jin û gelan
re, weke fermandarên pêşeng ên YJA Starê li Amedê bûn xwedî meşeke bi rengê
fedaiyane. Van fermandarên me yên jin ên leheng bi meşa xwe ya azadiyê ya bi
biryar mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xistin û bûn sembola vê demê ya
têkoşîna azadiyê ya jinê.
Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle bi sekna xwe ya li ser azadiyê bi biryar û
dilxwaziya xwe ya azadiyê, bûn mînak. Em soz didin ku wezîfeyên şoreşê yên van
hevrêyên me ji me re hiştine, bi berpirsyariyeke mezin bi ser bixînin. Di serî
de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê
welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nav paşnav: Aliye Kiye
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Vasfiye-Ebûbekir
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2022 / Amed
Nav paşnav: Hatîce Ay
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hîdayet-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2022 / Amed
Nav paşnav: Hacer Sûcîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hediye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2022 / Amed
DÎREN WAN
Hevrêya me Dîren li Elbakê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke
welatparêz a dilsozê çanda berxwedanê mezin bû. Xelkê me yê Elbakê ku ji dema
destpêkê ya yekbûna têkoşîna me ya azadiyê ya bi civaka bindest re li dijî
dagirkeriyê û dagirkeran sekneke bi biryar nîşan da û bi sedan ewladên xwe yên
elheng tevlî nava refên têkoşînê kir, ji karakterê xwe yê berxwedêr ti carî
tawîz neda. Xelkê me ku her pêvajoyê bi xurtkirina refên têkoşînê bersiv da
êrîşên dijmin, kevneşopiyeke xurt a serhildanê afirand û di dîroka gelên
bindest de rûpelekî nû vekir. Hevrêya me Dîren ku di nava kevneşopiya
welatparêziyê ya têkoşîna me de mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas
kir. Ji ber zextên giran ên dewleta Tirk a dagirker neçar ma tevî malbata xwe
koçî Wanê bike, bi vî rengî zext û zilma dagirkeran ji nêz ve dît. Hevrêya me
Dîren li hemberî dewleta Tirk a mêtinger xwedî hêrseke mezin bû û di nava
serhildanan de mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê û derdora wê gelek tevlîbûn li
nava refên têkoşîna me û gerîla çêbû, ji ber şehadeta du xalên wê yên di
berxwedana bi rûmet de, hevrêya me Dîren doza azadiyê ya gelê me hîn bêhtir ji
nêz ve şopand.
Weke jineke bi rûmet û ciwan a Kurd, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kir
û jiyana koletiyê ya ku sîstema kapîtalîst li jinê ferz dike ti carî qebûl
nekir, xwe bi fikrê azadiyê xemiland. Sîstema kapîtalîst ku li hemberî
îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo ya pêl bi pêl belav dibe, kete nava tirs û
fikaran, 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî pêk anî û xwest hêviya azadiyê ya
gelên bindest tune bike. Hevrêya me Dîren ku ev pêvajo ji nêz ve şopand, li
hemberî êrîşên tunekirinê yên li ser Rêberê me û gelê me dihate ferzkirin
bêdeng nema û sala 1999’an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Bi vî rengî
mîna bi milyonan Kurdên bi rûmet biryar da ku li ser xeta Rêber Apo bi rengekî
fedaî bimeşe. Ji ber ku temenê xwe biçûk bû di vê demê de nekarî tevlî gerîla
bibe, lê belê ti carî ji dest ji vê biryara xwe berneda. Hevrêya me Dîren di vê
pêvajoyê de xwend, lêkoloîn kir, xwe bi pêş ve bir û bi rengekî çalak tevlî
berxwedana gelê me bû. Hevrêya me Dîren ti carî xiyanet li xeyalên azadiyê
nekir, sala 2003’an beşdarî nava refên gerîla bû û nasnameya jinên Kurd a
berxwedêr ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye afirandin bi eqşeke mezin hilda ser
milê xwe.
Hevrêya me Dîren di demeke welê de tevlî nava refên têkoşînê bû ku
teslîmiyet ji hundir û derve ve li ser têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê
dihate ferzkirin û êrîşên tasfiyekar gelekî giran bû. Bi meşeke bi milîtanî û
ji xwe bawer, xefa têkoşînê ya Rêber Apo bi rengekî fedaî parast. Weke
milîtaneke dilsoza Rêbertî di demên herî zehmet de berpirsyariyên mezin hilda
ser milê xwe, bû hevrê ji hevrêyên xwe re û wezîfeya pêşengiyê bi cih anî. Li
Qendîl û Zapê piştî pratîka xwe ya serketî ya gerîlatiyê bû fermandar, derbasî
qada Zagrosan bû û di şerê me yê li dijî dagirkeran de di bin fermandariya ji
fermandarên me yên pêşeng Şehîd Rojîn Gevda, li refên herî pêş tevlî gelek
çalakiyan bû. Sala 2011’an bi rengekî çalakî di asta pêşengiyê de tevlî nava
pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Bi tecrûbeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bû
parêzvaneke qewîn a xeta partiyê, bi perwerdeya Ocaxa Partiyê xwe ji nû ve
afirand, bû yek ji fermandarên pêşeng ên dema nû. Hevrêya me Dîren ku di şer û
jiyanê de xwedî tecrûbeyeke mezin bû, li ser Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê xwe kûr
kir, bû fermandareke YJA Starê ya şareza û milîtaneke xurt a PAJK’ê. Di sala
2011’an de derbasî qada Amedê bû, têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê meşand. Di
pratîka gerîlatiya zehmet a li Bakurê Kurdistanê de hevrêya me Dîren careke din
xwe ispat kir û salên dûrûdirêj şerekî bênavber meşand, bi vî rengî cihekî
girîng di dîroka me ya têkoşînê de girt. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê
de erk û berpirsyarî hilda ser milê xwe. Gelek çalakî lidar xist, kir ku derbên
giran li artêşa Tirk a dagirker bê xistin û bi salan di nava fermandariya me ya
YJA Starê ya Amedê de cih girt. Li Amedê bi rengê Bêrîtan şer kir, weke şopdara
Şehîd Rojîn Gevda, li ser rêya wê meşiya û mîrateyeke dewlemend û mezin a
têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.
Bi jiyana gerîla re bû yek, di nava şert û mercên herî giran û li qadên
zehmet têkoşiya, bi hevrêtiya xwe ya xurt her tim hevrêtiya pîroz a PKK’ê
parast, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, kedkar û bi coş bû çavkaniya îlhamê ji
hevrêyên xwe hemûyan re. Her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 19 salan li
qadên herî zehmet ên têkoşînê bi berpirsyarî derbas kir. Herî dawî cihê xwe di
nava rêveberiya Eyaleta Amedê de cih girt û bû fermandara pêşeng gerîlatiya
serdema nû ya li Bakurê Kurdistanê. Ji Sakîne Cansizan heta bi Bêrîtanan, ji
Zîlanan heta bi Rojîn Gevdayan, li ser xeta Rêber Apo meşiya û bû yek ji
fermandarên mînak ên YJA Starê ku artêşbûna herî xurt a jinê ya dîrokê ye.
Xeyala azadiyê û têkoşînê ya hevrêya me Dîren wê ji aliyê me hevrêyên wê ve teqez
bê biserxistin.
ADAR AMED
Hevrêya me Adar sala 1990’î li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bû. Li nava
malbateke welatparêz a dilsozê çanda civakî ji dayik bû. Bavê hevrêya me Adar
Şehîd Abdûllah Ay di sala 1992’an de ji aliyê kontrayan ve hate şehîdxistin.
Hevrêya me Adar zarokatiyeke bêbav derbas kiribe jî ji ber şehadeta bavê xwe
rastiya civakî, polîtîkaya qirkirinê ya li ser gel tê ferzkirin, êrîşên li ser
welatparêziya Kurd ji nêz ve dît û bi jiyana xwe têgihişt ku tenê bi têkoşîneke
dijwar gelê me dikare hebûna xwe biparêze û azad bibe. Hevrêya me Adar di
zarokatiyê de rastiya dijmin fêhm kir. Êşa ku bi malbata wê û gel hate
hişandin, hişmendiyeke xurt da wê. Bi vê hişmendiyê zû mezin bû û di heman demê
de kete nava lêgerînên xurt, bû jineke Kurd a xwedî îradeyeke qewîn û
karaktereke bi hêz.
Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk xwendekareke serketî bû, dît ku ev
dibistan gelê me asîmîle dike, xizmetê ji qirkirinê re dike û dest jê berda.
Hevrêya me Adar tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger welatparêz bû, bi dilê xwe
yê bi hestan dagirtî, bi hişmendiya xwe ya zelal û daxwaza xwe ya têkoşînê bû
jineke Kurd a ciwan ku pêşengî ji têkoşînê re dikir. Di birêxistinkirina
ciwanên Kurdistanê de û ji bo rabûna gelê Amedê ya li serhildanê kedeke mezin
da, ew bi xwe jî kete bin bandora vê serhildanê, nîşan da ku hêza rêxistinbûyî
ya gelê Kurd dikare azadiyê misoger bike.
Hevrêya me Adar ku bi eşq, daxwaz û kelecana têkoşînê mezin bû, piştî
demekê xwest têkoşîna xwe derbasî çiyê bike û sala 2008’an li Amedê li cihê ku
lê ji dayik bû û mezin bû tevlî nava refên gerîla bû. Li eyaleta Amedê dest bi
gerîlatiyê kir, jiyana li çiyê li vê derê hîn bû. Bi hişmendiya şoreşger a di
dema karên ciwanan de wergirtî, bi kesayetî û exlaqa xurt a ji çand û malbata
xwe wergirtî, di nava gerîlatiyê de zû bi pêş ket. hewl da ku hestên tolhildanê
û hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijminê qirker, bi pratîk û grîlatiyeke
şareza de şênber bike. Di navbera salên 2008-2014’an de ku ji salên dijwar ên
dîroka me ya têkoşînê bûn li eyaleta Amedê bênavber têkoşiya. Hevrêya me Adar
di nava gerîlatiya Bakur a 6 salan de gelek zor û zehmetî û astengî dîtibe jî
di azadbûnê de gihîşt asteke girîng û weke jineke Kurd a Apoyî her zehmetî ji
holê rakir. Bi vî rengî bû gerîlayeke YJA Starê ku îradeya xwe xurt û hêza
çareseriyê ya zor û zehmetiyan. Hevrêya me Adar zanîbû ku şoreşgeriya şareza
tenê bi hişmendiyeke xurt a îdeolojîk dikare bi cih bê anîn, lewma jî kûrbûna
di îdeolojî û felsefeya Apoyî de ji xwe re kir esas. Mejiyê xwe li ser bingeha
paradîgmaya Apoyî de ava kir, feraset û nêzîkatiyên şaş di kesayetiya xwe de
çareser kir û di PKK’bûnê de gihîşt asteke girîng.
Hevrêya me Adar u sala 2014’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li
akademiya me ya jinê ya azad a leşkerî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde
wergirt, tecrûbeya xwe ya bi salan ji hevrêyên xwe re ragihand. Di heman demê
de pratîka xwe ya heyî jî li ser bingeha taktîka gerîla ya demê û xeta Apoyî de
nirxand û encamên jê wergirtî jî ji xwe re kir gavên ji bo pratîkeke hîn
xurtir. Bi baweriyeke xurt a li serketinê û biryardariya mezin a serfiraziyê
weke fermandareke YJA Starê wezîfe hilda ser milê xwe û li qadên cuda
fermandarî kir. Ji bo karibe tecrûbeyên xwe bigihîne hevrêyê xwe, wan perwerde
bike û li ser bingeha rêbaz-taktîka gerîlatiya dema nû de xwe bi pêş ve bibe,
tevlî perwerdeya li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda bû. Piştre jî
derbasî Akademiya Hakî Karer bû û beşdarî pêvajoyeke perwerdeyê ya li ser
projeya jinûve avabûnê ya HPG’ê bû. Ji xwe re kir armanc ku gerîlatiya serketinê
di kesayetiya xwe de pêk bîne.
Hevrêya me Adar hemû pêvajoyên perwerdeyê bi baweriyeke mezin, kûbûn,
hişmendiya şoreşgerî û îdîaya serketinê qedand. Li ser vê bingehê berê xwe da
Bakurê Kurdistanê, li cihê lê ji dayik bû û mezin bû li Amedê weke fermandareke
YJA Staê ya şareza gerîlatî kir. Çar salan bênavber pratîk kir û di asta
fermandariya herêmê ya eyaleta Amedê de bi rol û mîsyona xwe rabû. Weke
fermandareke YJA Starê ya pêşeng bi jidilbûna xwe, bi pîvanên jin a azad a di
kesayetiya xwe de da rûniştandin û serbilindiya PKK’bûnê li nava hevrêyên xwe
hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Zor û zehmetî ji be xwe rakir, derb li
dijmin xist û bi wêrekiyeke bilind tevlî gelek çalakiyan bû, bû kedkara
çalakiyên serketî.
Hevrêya me Adar ji roja ji dayik bû û pêv e weke zarokeke Têkoşîna Azadiyê
ya Kurdistanê jiyana xwe dewam kir, bû xwedî têkoşîneke bênavber a şoreşgerî,
gerîla, fermandar û gihîşt asta şehadetê ya bi lehengî. Hevrêya me Adar bû yek
ji fermandarên YJA Starê yên leheng ên li Amedê. Hevrêya me Adar bi dilsoziya
xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, bi meşa şoreşê ya bi îstiqrar, bi eşqa azadiyê, bi
daxwaza têkoşînê, hevrêtiya xwe ya ji dil û fermandariya şareza meşeke bi mînak
e ku her tim rê nîşanî hevrêyên xwe dide. Em serbilind û bi rûmet in ji ber ku
xwedî hevrêyeke bi vî rengî ya bi rûmet û leheng in û soz didin ku hêjayî
bîranîna wê bin. Rastî û têkoşîna hevrêya me Adar di heman demê de ji bo jin û
ciwanên Amedê û tevahiya Kurdistanê banga ji bo mezinkirin û tevlîbûna li
têkoşîna azadiyê ye.
DÎCLE SÊRT
Eşîra Harûnî weke yek ji eşîrên qedîm û welatparêz ên Botanê ji berê ve li
ber polîtîkayên qirkirinê yên dijminê mêtinger rabûye û ji bo parastina
Kurdîtiyê têkoşiya ye. Piştî ku têkoşîna me ay azadiyê derbasî herêma Botanê bû
û li dijî faşîzma dewlet Tirk dest bi têkoşîna çekdarî kir, vê eşîra me ya hêja
jî cihê xwe li aliyê azadiyê girt û bi tevgera me re bû yek. Eşîra me ya Harûnî
ya hêja ku gelek ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên azadiyê kir, bi vê sekna
xwe bû eşîrek ku civaka Kurdistanê ji xwe re bike mînak.
Hevrêya me Dîcle li nava eşîreke me ya bi vî rengî ya hêja mezin bû,
taybetmendiyên bingehîn ên civaka xwe wergirt û bi vê cewherê mezin bû. Ji ber
şewitandina gundan ku dijmin li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li herêm
Botanê ji bo bêmirovhiştina Kurdistanê weke polîtîkayekê dikir, malbata hevrêya
me Dîcle jî neçar ma koçî metropolan bike. Weke bersiva herî bi wate ya li
hemberî van polîtîkayên qirker ên dijmin, bi hişmendiya dilsoziya bi nirxên
Kurdîtiyê û têkoşîna azadiyê mezin bû û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç
kir. Hevrêya me Dîcle fêhm kir ku li dijî polîtîkayên dijmin praastina cewhera
xwe bi tenê têrê nake û parastina rasteqîn bi têkoşînê dibe, lewma destpêkê
tevlî nava karên çand û hunerê û jinê bû. Bi vî rengî hîn di ciwantiya xwe de
cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Di vê pêvajoyê de rastiya dijmin başfir fêhm
kir. Hevrêya me Dîcle ku timî di nava têkoşînê de bû, li ser pêwîstiyên demê û
rê û rêbazên têkoşînê kûr bû. Di encama vê kûrbûnê de jî dît ku di nava sîstema
heyî de têkoşîn heta astekê dikare bê kirin. Di heman demê de têkoşîna destanî
ya gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê û şehadet ji nêz ve şopand û
kete bin bandora vê fedakariyê ya ji bo oazadiya gelê me. Li ser vê bingehê
hevrêya me Dîcle weke jineke Kurd xwe berpirsyariyên pêvajoyê dît û sala
2010’an berê xwe da xaka Botanê cihê lê ji dayik bû û tevlî nava refên gerîla
bû.
Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû mîna gelek hevrêyên xwe ji çavkaniya
azadiyê ya Rêberê me xwe xwedî kir û têkiliyên hevrêtiyê destpêkê bala wê
kişand. Hevrêtiya PKK’ê ku xwedî hezkirin û hurmeteke mezin e, jiyana partiyê û
çiyê bandoreke mezin li hevrêya me kir. Xwest ku xwe bike parçeyek ji van
têkiliyên hevrêtiyê û keda ji aliyê bi hezaran şehîdan ve hatiye afirandin. Ji
bo vê jî gelekî ked da. Her ku tevlî nava jiyanê bû û bi hevrêtiyê re bû yek,
fêhm kir ku jiyana PKK’ê bi jiyanê mirov dikare fêhm bike. Vê têgihiştinê di
heman demê de asta kûrbûnê ya hevrêya me Dîcle nîşan da.
Hevrêya me Dîcle ji bo Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêberê me û pîvanên wê
di kesayetiya xwe de ava bike, kete nava kûrbûneke mezin. Her ku Rêbertî xwed
di kesayetiya xwe de hin guhertin çêkir û bi vê guhertinê ber bi jineke azad ve
bi gavên ji xwe bawer meşiya. Timî bi kelecana hînî tiştên nû tevdigeriya û
guhertina di jiyana xwe de kir, bi bandora wê ya li ser azadbûna xwe hesiya.
Hevrêya me Dîcle li gel aliyên xwe yên îdeolojîk her wiha ji aliyê leşkerî
ve jî xwe timî perwerde dikir. Bi baweriya ku hêjabûna li şehîdan û Rêberê me
tenê bi pêkanîna xeyal û fikrên wan dikare pêk were, tevgeriya. Bi rastiya ku
ev yek jî bi têkoşîneke fedaî ya li dijî dijmin dikare pêk were, her tim berê
xwe da qadên şerê giran. Hevrêya me Dîcle di 12 salên gerîlatiya xwe de ji
Botanê heta Amedê, ji wir heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û careke din ber
bi Amedê ve têkoşîneke bênavber meşand. Bi vî rengî cihê xwe di nava pratîka
şer a herî giran de girt û hewl da hêjayî keda şehîdan û Rêberê me bibe. Di her
wezîfeyê de bi zêdebûna berpirsyariya xwe zanibû û ji bo karibe van
berpirsyariyên xwe bi cih bîne kedeke mezin da.
Hevrêya me Dîcle herî dawî li Amedê tevlî wezîfe û karên fermandariya
herêmê bû û weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng hewl da bersivê bide
bendewariyên azadiyê yên gelê me û jinan. Li ser vê bingehê di her kêliyê de li
ser têkoşîneke hîn xurtir kûr bû û hewl da bersivê bide bendewariyan. Di êrîşên
dijmin de yên 20’ê Îlona 2022’yan hatin kirin, berxwedana xwe ya 12 salan
gihand asta herî bilind, bi lehengî şer kir, şehîd bû û tevlî karwanê nemiran
bû.”

0 Yorumlar