Hat gotin Serokê El Qaîde Eymen El Zewahirî di êrişek asîmanî ya Amerîkayê de li Afganîstanê hat kuştin.
Ajansa AP’ê ragihand Serokê Rêxistina El Qaîde Eymen El
Zewahirî li Afganîstanê di encama êrişa balefirek bê mirov a Amerîkayê de hat
kuştin.
Serokê Amerîkayê Jo Biden jî bi daxuyaniyek ev agahî
piştrast kir û ragihand Zevahirî roja 31’ê Tîrmehê li gor saeta herêmî di saet
06:18’an de li paytexta Afganîstan Kabulê hat kuştin.
Eymen El Zewahirî di sala 1951 an de li Misirê ji dayîk
bûye. Di sala 1974-1977’an de di nav artêşa Misrê de leşker bû. Di sala 1988’an
de peywendî bi El Qaîde re kiriye û yek ji wan kesan bû ku di sala 1980’an de
bi kuştina serokê wê demê yê Misrê Enwer Sadat dihat tometbarkirin.
Zewahirî piştî kuştina Usame Binladîn a di sala 2011’an de,
bû serokê El Qaîde.
0 Yorumlar